8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyek ji bo siyasetmedarên kurd

Hilbijartin qediyan û faşîzm bi awayekî ser ket, Erdogan tevî hemû hîle û dezenformasyonan serketina xwe îlan kir. Bê guman pir tişt li ser hilbijartinan hatin gotin û nivîsandin. Lê belê divê bê destnîşankirin ku tevî hemû rexne, xwerexnekirin, kêmasî û qelsiyên siyaseta kurd, helwesta kurdan a redkirina faşîzma AKP’ê û MHP’ê cihê rêzgirtinê ye. Tevî diziya dengan, dengdanên komî, hemû derfetên dewletê, zor û zexta hêzên dewletê yên li Kurdistanê jî gelê kurd li hemberî faşîzmê helwesta xwe zelal danî û polîtîkayên dewlet û faşîzma AKP’ê û MHP’ê red kir.

Piştî pêvajoya Hilbijartinê nîqaş û gengeşiyên mezin di nav siyaseta kurdan de derketin û hê jî didomin. Bê guman nîqaş, gengeşî, rexne, krîtîkkirina hilbijartinê ya ji hêla kurdan ve baş e, ev yekê wê bibe sebeb ku her siyasetmedarê/a kurd kumê xwe dane pêşiya xwe. Siyaseta kurd mecbûr e ku vegere ser xeta xwe ya sêyem û berê xwe bide civakê. Ev demeke dirêj e ku her kes dibêje “kurd civakeke polîtîk in” tevî polîtîkbûna civaka kurd jî ji ber bêpolîtîkbûna siyaseta kurd di hilbijartinan de ev encam derketin. Lewra divê siyaseta kurd berê xwe bide dengên cuda yên ji nav civakê tên.

Li gorî daxûyaniyên siyaseta kurd wê pêvajoyeka nû bide destpêkirin da ku hemû kêmasî û rexneyan careke din li ber çavan re derbas bikin. Siyaseta kurd wê berê xwe bide civakê, li gorî pêşniyaz û daxwazên gel xwe ji nû ve ava bike. Ji bo vê yekê min jî xwest ku çend pêşniyaz û daxwazên xwe li vir ji bo vê pêvajoyê dest nîşan bikim.

  1. Têkiliya bi partiyên kurdan ên din re qels e, tenê bi hinek partiyan re û di pêvajoya hilbijartinan de hevdîtin çêdibin. Helbet ev jî têrê nake ku kurd bi yek dengî bibin xwedî helwest. Ji bo têkiliyên partiyên kurdan bi hev re stratejîk û demdirêj bin ango divê têkiliya partiyên kurdan ne tenê ji bo hilbijartinan ji bo hemû rewş û bûyerên Kurdistanê hebe. Ji bo ku karibin li hemberî neheqî, bêedaletî, îhlalên mafên mirovan, ziman, çand hunera kurdî helwestên xurt û projeyên hevpar daynin pêşiya civaka xwe.
  2. Diyarkirina namzetan navendî pêk tê û lewra haya civakê ji namzetan çênabe. Civakeke polîtîk hemû gavên siyaset diavêje bê guman dinirxîne û şîrove dike. Civak dixwaze namzetên xwe dest nîşan bike ango beriya ku namzet di meclîsê de bibe nûnerê/a civakê divê civak wan nas bike. Civakê tama xwerêvebirinê deh sal berê kir, bi gotineke din civakê deh sal berê di nav bernamzetan de namzet hilbijartin, mafekî ku civakê bidestxistî tu hêz nikare jê bistîne. Di vê mijarê de mînakeke balkêş di hilbijartinên 31’ê adara 2014’an de qewimî. Beriya hilbijartina herêmî li Cizîrê pêşhilbijartin pêk hatin, lê belê beriya pêşhilbijartinan bernamzetên jin hemû li nav civakê digeriyan û xwe bi civakê didan nasîn. Piştî demekê ji bernamzetan yekê got ku ‘navendê ez şandime Cizîrê, lewra ez bernamzeta navendê me û min hilbijêrin.’ Lê belê roja pêşhilbijartinê civakê ew bernamzet hilnebijart û Leyla Îmret bi dengekî zêde hat hilbijartin û jixwe piştre bû hevşaredara Cizîrê. Civaka polîtîk dikare biryara xwe bide û divê siyasetmedarên kurd civaka xwe ya polîtîk nas bikin. Navend dikare ji çar namzetan yekî diyar bike lê zêdetir heram, şerm û neheqî ye.
  3. Divê Partiya Herêmên Demokratîk/DBP rol û mîsyona xwe xurttir bike. Weke pêşniyar dikare komeke meclîsê ava bike, 20 parlamenterê wê hebin, taybetî 10 parlamenter jin û 10 jî mêr bin. Her hefte li bajarekî Kurdistanê civîna xwe ya meclîsê pêk bîne. Civîna xwe ya meclîsê bi tevlêbûna gel, bi girseyî li ser pirsgirêkên bajêr û bi giştî jî li ser pirsgirêkên kurdan ên çand, ziman, nasname, binpêkirinên dewletê yên li Kurdistanê hwd. pêk bîne. Helbet dikare civînên xwe carinan li bajarên wekî Edene, Mêrsînê, Antalya, Stenbolê, Îzmîrê jî pêk bîne ku li van bajaran hejmareke zêde kurd hene. Partiya Herêmên Demokratîk an jî koma meclîsê ya vê partiyê rêxistinbûna xwe ne tenê di hêla siyasî de li ser xebatên çand, huner, ziman, civakî pêş bixe. Li sermeselê DBP dikare konser û panelên çandî, polîtîkî, zimanî li dar bixe, fûarên pirtûkan pêk bîne, li ser pirsgirêkên ciwan, jin û civakê xebat û projeyên giştî bimeşîne. Van tiştan jî bi tevlêkirina hemû partiyên kurdan bike da ku karibin bi hev re pêşiyê li polîtîkayên bişaftinê, stratejî û planên faşîzmê bigirin.

Heke tevgera siyasî ya kurd li Kurdistanê di ser DBP’ê re xwe baştir rêxistin neke, wê dewlet ango rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst stratejî û planên nû li Kurdistanê bixe meriyetê. Stratejî û planên dewletê yên li ser kurdan helbet ne demkî ne lê belê ji ber rewşa aborî mecbûr dibe ku di van stratejî û planên xwe de guherînên cuda bike da ku bigihîje armancên xwe. Wekî tê zanîn yekem stratejiya dewletê bişaftina gelê kurd e. Ji bo vê jî bi destên qeyûm û hevalbendên xwe rê û rêbazên cuda bi kar anîn û hê jî bi kar tîne. Lê encamên hilbijartinê dan nîşankirin ku kurdan ev polîtîkayên wan qebûl nekirin, lewra niha bi destên hikumetê asta van polîtikayan bilindtir kirin ku kurdan bixapînin. Ji bo vê jî hinek kesên qaşo kurd in ku heta niha kesî navên wan nizanibû di kabîneya hikumeta Erdogan de cih girtin û bi riya medya, lîberal û demokratên xwe kurdbûna van kesan derdixin pêş.

Kurdên bişaftî ango asîmîlekirî ji bo rejîmê kurdên maqûl in. Lewra di kabineya hikumeta Erdogan de ferqa kesekê/a ji Mêrdînî ku asîmîle bûye û kesekê/a ji Stenbolê tune ye. Bê guman li vir bişaftin tenê ne di hêla zimên de ji hemû hêlan ve divê bê destgirtin. Li ser meseleyê kesek divê ji hêla nasname, çand, huner, nirxên civakî ve jî hatibe tunekirin ku wê demê ji dê û bavê wî/ê an jî neteweya wî/ê tiştek pê re nabe.

Bi gotina Mehmet Şîmşekê batmanî divê “kurdê tirkan” be. Yan jî divê weke Hakan Fîdanê wanî be ku ji bo statuya kurdan a Rojava karibe “çar zilam bişîne Rojava û ew jî heşt roketan biavêjin erdê Tirkiyeyê” da ku hinceta êrîşkirina statuya kurdan rewa bibe. Hebûna van kesan di kabîneya hikûmeta Erdogan de ji xapandina kurdan wêdetir stratejî û planên dewletê ve girêdayi ye. Lewra cîlakirin û kurdkirina van kesan tiştekê ji bo kurdan bi xwe re nayne û kes di heman demê de ji bo kurdan sembolên bişaftinê ne. Ev kes divê weke peykerên şermê çand, ziman, nasname, civaka me bînin bîra me. Di vê rewşê de ya dikeve ser milê siyaseta kurd li ser xeta xwe ya sêyem li pey civaka xwe ya polîtîk li hemberî stratejî û planên faşîzmê xurtkirin û rêxistinkirina civakê ye.