4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê neheqiya ezmûnên zanîngehê

Rêveberê Şaxê 2'yemîn ê Amedê yê Egîtîm-Senê Fesîh Zîrek diyar kir ku 40 hezar xwendekarên ji Amedê wê li bajarên cuda bikevin ezmûnên zanîngehê û destnîşan kir, ku ev yek binpêkirina maf e.

Hefteya bê wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ezmûnên ji bo zanîngehê bêne kirin. Hejmara xwendekarên îsal tev li ezmûnan bibin li gorî salên derbasbûyî zêdetir e. Bi taybetî li Amedê 120 hezar kes xwe ji bo ezmûnê amade dikin. Ji wan xwendekaran 40 hezar kes neçar têne hiştin ku li bajarên dûr tev li ezmûnê bibin.

OSYM tevî ku li Amedê avahiyên cemaweriyê, dibistan û cihên mîna wan ên ji bo ezmûnê hene jî diyar kir ku xwendekar li Enqere, Sêwas, Dîlok, Qibris û bajarên dûr tev li ezmûnê bibin.

Rêveberê Şaxê Hejmara 2’yemîn a Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Fesîh Zîrek anî ziman ku li dijî vê neheqiyê wan gavên pêwîst avêtine û ji bo çareserkirina mexdûriyetê wan hevdîtin bi rayedaran re kirine. Zîrek got, “Ji Amedê zêdeyî 40 hezar hevalên me yên xwendekar wê li bajarên cuda tevlî ezmûnê bibin. Di nava van hevalên me de hinek wê li Qibrisê tev li ezmûnê bibin. Ev yek mexdûriyeteke cidî ye.”

Ji bo 5 hezar kesan destwerdan hate kirin

Zîrek destnîşan kir ku ezmûnên zanîngehê bandoreke cidî li jiyana mirovan dike û got: “Rêyeke ku ciwanên me hêviya xwe tê de dibînin. Ezmûn bi xwe dikare bê nirxandin. Ev mijareke cuda ye, lê belê hemû ciwanên me yên lîse qedandine li gorî wê encama ezmûna YKS’ê, dê li zanîngehekê bi cih bibe. Rewşa psîkolojîk û sosyolojîk a xwendekarên me ya ji ber erdhejê li holê ye. Di rewşeke bi vî rengî de me qebûl nekir ku ev bar li pişta xwendekaran bê zêdekirin. Têkildarî vê yekê me li saziya Perwedeya Milî ya Bajêr hevdîtin kir. Di encamê de jî cihê 5 hezar hevalên me hatin guhertin, lê belê ev têrê nake. Piştî serlêdana me 23 dibistanên cuda yên li Amedê careke din weke navenda ezmûnê hatin destnîşankirin. Ezmûn wê li wir bêne kirin, lê belê ev têrker nîne.”