18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: ‘Dê bi hezaran DAIŞ’î li ber çavên gel bên darizandin’

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku wê bi hezaran endamên DAIŞ'ê li ber çavên gel bi awayekî aşkere bên darizandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê hezîranê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê endamê DAIŞ’ê yên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê û bi rengekî ku mafên qurbaniyan û endamên malbatên wan mîsoger bike, bidarizîne.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar re axivî.

Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞ’ê hene û wiha got: “Welatiyên 60 dewletan e. Piştî pêngava Baxozê êdî DAIŞ têk çû û erdnîgarî di destê wê de nema, tenê mîna hucreyên razayî mane. Piştî pêngavê Rêveberîya Xweser bi dehan caran bang kir û got yan werin welatiyê xwe bibin li welatê xwe darizînin yan jî bila dadgeheke navneteweyî were çêkirin. Ev dadgeh li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê jî dibe û li derve jî dibe. Rêveberiya Xweser aşkere kir ku dixwaze van kesan eşkere û vekirî bidarizîne. Lê mixabin heya niha tu kesî bersiva vê bangawaziyê neda. Şande, dihat ji kampê zarokan carinan dibirin lê ji bo çareseriyeke mayinde gav neavatin. Dema şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî diçin wan dewletan vê mijarê tînin rojevê lê çareserî nayê dîtin. Ev kesê li girtigehê û li kampa dimînin mîna bombeyeke demî ne. Bûyerê li Girtîgeha Hesekê qewimîn li ber çavan e. Li kampê çawa xwe birêxistin dikin li ber çavan e. Ev ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeter in, ji bo hemû cîhanê xeter in. Pisgirêka ewlehiyê derkeve û ev kesên ku wekî terora cîhanê tên binavkirin birevin wê çawa be? Me têkoşînek mezin da, bi hezaran şehîd û birîndar hene. Ev keda wan wê vala derkeve. Ji ber vê divê ev pirsgirêk were çareserkirin.”

‘Rêvebriya Xweser neçar ma’

Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: “Demeke dirêj li cem hev du sekinandina van kesan bi serê xwe pisgirêk e. Îro gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin ambargoyê de ye. Saziyên mafên mirovan ji bo lojîstîkê alîkariyek nadin. Xwedîkirina van kesên endamê DAIŞ’ê ji vî aliyê ve jî pisgirêk e. Ji bo wê neçar ma Rêveberîya Xweser vê biryarê bistîne. Darizandina van kesan nayê wateya ku Rêveberiya Xweser bangawaziya xwe sekinandiye. Ew bangawazî berdewam e. Çi werin darizandin çi neyên darizandin divê ev kes herin welatên xwe.”

‘Darizandin wê vekirî be’

Bi domdarî Îbrahîm diyar kir ku ji bo darizandinê qanûn hatine guherandin û bal kişand ser pîvanên qanûnên navneteweyî. Îbrahîm wiha berdewam kir: “Hem di zagonên terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de guhertin çêbûn hem jî hinek rastirîn hatin çêkirin. Dadgeh wê li ser esasê Dadgeha Parastina Gel were çêkirin. Ev dadgeh dibin sîwana Meclisa Dîwana Edaletê ya Civakî de ne. Niha gelek civîn tên lidarxistin. Hemû belgeyên hene yên topkirî û li ser wî esasî wê zagon werin çêkirin. Ne tenê zagonên Rêveberiya Xweser, zagonên dewletên navneteweyî jî wê werin bikaranîn. Ji bo nakokî dernekeve em ê li ber xwe bidin. Wê di demeke nêz de darizandin dest pê bike. Ev dadgeh wê ji raya giştî re vekirî be. Hinek mirov û nasên kesên bûne qurbana terorê jî wê amade bin. Ji bo saziyên navneteweyî em ê dawetnameyan ji hemû kesî rê bişînin. Em ê ji kesên welatiyê wan tên darizandin re jî dawetnameyê bişînin. Em ê bêjîn ‘werin amade bidin û bibînin em çawa didarizînin.'”

‘Moxil pêşiya tavê nagire’

Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku dewletên navneteweyî naxwazin darizandin were destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Hemû kes dibêjin gerek ev pirsgirêk were çareserkirin lê ev di asta gotinê de dimîne. Gavên piratîkî nayên avêtin. Kesên hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 80 di sînorê Tirkiyeyê re derbas bûne. Ev tişt bi belge, dîmen û wêneyan eşkere ye. Tu kes nikare vê veşêre. Yê ku dixwaze veşêre wekî kesekî dixwaze bi kaxezan pêşiya rojê bigire. Lê moxil pêşiya rojê nagire. Ev tişt pir zelal e. Civaka navneteweyî li berjewendiyên xwe difikire. Hevkariya di navbera dewleta tirk û DAIŞ’ê de li hemû derê eşkere bû. Tirkiye endamê NATO’yê ye, ji ber vê dewlet berjewendîyên xwe li ber çavan digirin. Dewletên navneteweyî ditirsin van endamên DAIŞ’ê bibin welatê xwe lê em jî welat in. Qaşo dibêjin em demokrat in. Gelê me bixwe piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser keyfxweş bû. Dibêjin ’em dixwazin êdî ji vê pisgirêkê xelas bibin.'”

‘Divê gava duyemîn dest pê bike’

Îbrahîm bibîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû mirovahiyê şerê DAIŞ’ê kiriye û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Vî gelî erka xwe bi cih anî. Hemû kes bi erka xwe rabûn û vê metirsiyê kêm kir. Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewceyî biryareke navneteweyî ye. Êdî divê gava duyemîn were destpêkirin. Gava duyemîn jî esasî ye. Ne tenê kesên di girtîgehan de, malbatên wan yên ku di kampan de ne jî bi rastî bombe ne. Di wan kampan de rêxistinê ava dikin, hev du dikujin û sûcan dikin. Êdî ev kes nikarin li hemberî hêzên me li ber xwe bidin. Lê ku birevin wê ji bo hemû cîhanê bibin xetere. Rabûna bi erka xwe îro para civaka navneteweyî ye. Saziyên navneteweyî bila êdî bêdeng nemînin. Divê mahkemeyeke navneteweyî were çêkirin.”