5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Egîtîm Sena Êlihê spasname da 53 xwendekaran

Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, ji bo 53 xwendekarên ku perwerdeya kurdî dabû wan merasîma derçûnê li dar xist û spasname da xwendekaran.

Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, ji bo 53 xwendekarên ku atolyeyên kurdî ji wan re vekiribû û perwerdeya kurdî dabû wan, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê, merasîma derçûnê li dar xist. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, ARÎ-DER, mamoste û xsendekar tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Şaxa Egîtim-Sen’ê ya Êlihê Ramazan Bîlmez axaftinek kir. Bîlmez, di axaftina xwe de spasiya kesên ji bo zimanê kurdî ked didin kir û banga berbelavbûna zimanê kurdî kir.

Piştî axaftina Bîlmez spasname, li 53 xwendekarên ku temenê wan di navbera 3-9 salan de û asta destpêkê ya kurdî dîtibûn, hatin belavkirin.

Piştî ku spasname hatin dayîn koroya zarokan derket ser dikê û stranên kurdî gotin. Bi zarokan kesên beşdarî merasîmê bûn jî stran gotin.

Her wiha ji bo 6 mamosteyên ku zarokan perwerde kiribûn jî plaket hatin dayîn.

Merasîmê bi gerandina govendê bi dawî bû.