spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê bi kêfiyeta walîtiyê alîkariya gelek malbatên HDP’î hate betalkirin

Li navçeyên Basa û Qilêbanê Weqfa Alîkariya Civakî û Piştevaniyê bê hincet meaşên gelek malbatan û malbatên rêveberên HDP'ê betal kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên piştî hilbijartinên giştî û serokkomariyê li Şirnex û navçeyên wê dest pê kiribûn, dewam dikin. Li gel vê li bajêr û navçeyên wê gel bi rêbazên cuda tê mexdûrkirin. Li navçeyên Basa û Qilebanê yên Şirnexê meaşên bi dehan malbatan ê ku Weqfa Alîkariya Civakî dida wan, hat betalkirin. Hat diyarkirin ku meaş bi daxwaza Walîtiya Şirnexê hatiye betalkirin. Hat ragihandin ku meaş piştî ku lîsteya navan ji weqfê re hatiye şandin, hatine betalkirin. Welatiyên ku xwest sedema betalkirina meaşên xwe hîn bibin, çûn weqfê, ji wan re hatiye gotin ku “Em sedema wê nizanin, li gorî lîsteya ku hatiye ber destê me, me meaşên we betal kiriye.” Tê gotin ji ber ku van kesan dengên xwe dane Partiya Çepên Kesk û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû meaşê wan hatiye betalkirin. Ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê ev rewşa li welatiyên HDP’î hatiye sepandin ragihand.

Meaşê malbatên rêveberên HDP’ê hat birîn

Di nav kesên ku meaşê wan hatine birîn de, kesên extiyar û astengdar jî hene. Li navçeya Basayê meaşê Hevserokê HDP’a Basayê Ahmet Aktûg û karta wî ya kesk a tenduristiyê hatiye betalkirin. Ji xeynî vê meaşê xezûrê Hevseroka HDP’a Basayê Bedîa Îmre jî hatiye betalkirin. Meaşê extiyariyê yê dê û bavên Hevseroka HDP’a Bajaroka Findikê ya Basayê Kader Îlhan jî hatiye betalkirin. Ji xeynî vê alîkariya ji bo ceryanê û alîkariya civakî ya malbata endamê HDP’ê Mehmet Erdem jî hatiye birîn.

Meaşê astengdarî û extiyariyê yê dayika rêveberê HDP’a Bajaroka Findikê Halît Elkatmiş, mûçeyê astengdariyê yê kurê encûmena şaredariya bajaroka Findikê Fehîme Elkoca û alîkariya civakî ya malbatê ya rêveberên HDP’a Findikê Sabriye Aydin û Resûl Îmre jî hatine betalkirin.

Li Roboskiyê jî

Dîsa li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê û navenda navçeyê jî bê hincet meaşê extiyarî û astengdariyê yê 7 kesan hatiye betalkirin. Malbatên roboskiyî yên ku meaşên wan hatine betalkirin diyar kirin ji ber ku ew HDP’î ne meaşê wan hatiye betalkirin.

Welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin ku ew ê îtiraz bikin.