2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûma Cizîrê malê şaredariyê hîbe kir

 Qeyûma Cizîrê Nazlî Demîr ku kûpaya tîma voleybolê ya şaredariyê bi dest xistibû jî bi xwe re biriye, di 2 rojan de bi 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî malê  şaredariyê hîbeyî hin saziyan kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya Qeymeqam Nazli Demîr a ku qeyûma Şaredariya Cizîr a Şirnexê bû, piştî ku DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket, çû ser wezîffeya xwe. Hat hînkirin ku qeyûm Demîrê, kûpaya ku Tîma Voleybolê ya Mêran a Şaredariya Cizîrê ku di 21’ê Îlona 2022’yan de Tîma KV Peja ya Kosovayê têk biribû û qezenc kiribû, bi xwe re biriye. Kûpa, li odeya şaredar dima. Di hemû wêneyên ku qeyûm Demîrê kişandine kûpa xuya dike.

Qeyûm Demîrê tenê kûpa bi xwe re nebiriye, hat hînkirin ku perde û pênûsdanka li ser maseyê ji bi xwe re biriye.

Qeyûm Demîr berî ku ji şaredariyê biçe di 29’ê Adarê de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 579 TL’yî amûr û eşyayên şaredariyê hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê, Miftîtiya Navçeyê, Nexweşxaneya Dewletê, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Qeymeqamtiyê kiriye. Di nava eşyayên hatine hîbekirin de televîzyon, camên neşikîner ên televîzyonan, klîma, kulîlk, firçe, prîz, qabloyên ceryanê û qamyonet jî hene.

Fiyetê amûrên ku qeyûm Demîrê dane saziyên cuda ev in:

“*Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê: 3 milyon û 294 hezar û 824 TL

*Midûriyeta Polîsan a Cizîrê: Milyon û 561 hezar û 800 TL

*Qeymeqamtiya Cizîrê: 652 hezar û 185 TL

*Miftîtiya Cizîrê: 993 hezar û 637 TL

*Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê: 519 hezar û 350 TL

*Nehat hînkirin ku hîbeyî kê hatiye kirin: 317 hezar û 786 TL

Tevahî: 7 milyon û 339 hezar û 579 TL.”

Demîrê qamyonet, klîma, qamera, amûrên qeydkirinê, tablet, taximê maseyan, sendelye, makîneya çayê, dezgeh, maseyên xebatê, pirtûkxane, dolab, komputer, sarinc, pompeyên avê, dep, amûra dawrivandina avê, qoltixa sekreter, textebend, bisiklêt, ocaxa metbaxê, kamelya, tûpê tefandina agir, ref, sîwan, maseya xwarinê, makîneya şûştinê, televîzon, prîzên ceryanê, mînubus, endokntîk mîkromotor, wênegirt, dedeoktor, amûrê X-Rayê û hwd. firotine.