3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxedana Wanê tecrîda 8 salan parçe kir

Gelê Wanê bi serhildan û berxwedana 2 rojan a li dijî helwesta YSK’ê biryara YSK’ê paşve kişand û tecrîda ku 8 salin Walîtiya Wanê li ser bajarê Wanê dide meşandin parçe kir.

Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, Rewşa Awarte (OHAL) hatibû îlankirin û di 20’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bûbû. Lê Rewşa Awarte li Wanê bi qedexekirina çalakiyan dewam kir. Ji ber vê li gelek endam û xebatkarên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û saziyan doz hatin vekirin. Biryara qedexekirina çalakiyan ku ji sala 2016’an ve 15 rojan carekê tê girtin, berdewam dike.

Gel berteka xwe nîşan da

Gelê Wanê ev helwesta Walîtiyê û qedexên li ser bajar wekî tecrîdê pênase dikin. Bi taybetî hemû daxuyanî û çalakî yên ku ji bo raya giştî tên kirin, ji aliyê walîtî û qeymeqamiyên Wan û navçeyên wê ve tên qedexekirin. Nêzî 8 sal in ev qedexeyên li ser bajar û navçeyên Wanê didome. Gelê Wanê di hilbijartina 31’ê Adarê de li dijî van zext û tundiyan helwestek pir xurt û zelal nîşan da.

Bi şev û roj çalakî tên lidarxistin

Tevî ku gelê Wanê ji sedî 55 dengên xwe dan DEM Partiyê û hemû şaredarî qezenc kirin jî, roja piştî hilbijartinê YSK’ê bajarê Wanê mazbata neda Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Li ser vê helwesta YSK’ê ya Bajar, gelê Wanê daketin kolanan û li dijî vê neheqiyê serî hilda.

Encama serhildanê

Bi sed hezaran wanî şev û roj çalakî li dar xistin û dengê xwe li cîhanê belav kirin. Vê serhildana gelê Wanê bû sedem ku YSK îtîraza namzetê DEM Partiyê qebûl bike û gavan paşve bavêje. Di encama serhildana mezin a Wanê de YSK’ê mazbata dan Hevşaredarên Wanê û serhildana gel bi ser ket.

Pêl li Wanê dest pê kir

Gelê Wanê daketin kolanan û bi serhildana dîrokî dorpêç û tecrîda li ser bajar parçe kirin. Piştî daketina kolanan mafê xwe yê Hevşaredariyê DEM Partiyê mîsoger kirin. Ev serhildana gelê Wanê ya dîrokî dê bibe sedem ku tecrîda li ser tevahiya gelê kurd û Îmraliyê bê şikandin. Pêla serhildana li Wanê dest pê kir, wekî pêlên ava gola Wanê dê belavbibin û bandorê li ser hemû bajaran bike.