5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Cûdî û Godernê daran biçînin

 Kerem Canpolat got ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heta niha 3 qonax li pey xwe hiştin û di qonaxa 4’yemîn de dê ji 4 û 12’ê nîsanê li Geliyê Godernê û Cûdî daran biçînin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de kete 75 saliya xwe.  Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan li her derê dar tên çandin.

Meşa Azadiyê ya ber bi Amrayê ve

Gel bi boneya salvegera rojbûna Abdullah Ocalan, ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşiyan. Gel bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” û bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşiyan Xalfetiyê. Bernameya Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê heta 12’ê nîsanê berdewam bike.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, anî ziman ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Ewropa û Rojhilata Navîn pêngava “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî dest pê kir û wiha got “Di çarçoveya vê hamleyê de, 5 qonax pêş ketin. Yek jê xonaxa greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bû. Qodaxa duyemîn çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan bû. Qonaxa sêyemîn Meşa Azadiyê ya ji Wan û Qersê dest pê kir û heta Amarayê berdewam kir. Ji bo sembola 75 saliya Birêz Ocalan 75 kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de gel eleqeyek mezin nîşan da û li meşê xwedî derket. Vê yekê bandorek mezin li ser me çêkir.

Qonaxa çaremîn jî meşa 4’ê Nîsanê ye. Qonax ji 4’ê Nîsanê dest pê dike û heta 12’ê nîsanê didome. Di vê qonaxê de em wekî MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP, DEM Partî li Cûdî, Gabar, Geliyê Godernê û warên din ku xweza talan û wêran kirine daran biçînin. Dîsa di çarçoveya bernameyê de em ê panel û semîneran li dar bixin. Dîsa em dê şahî û konseran li dar bixin.  Li Cûdî û Gabarê dar birîbûn û şewitandibûn. Dîsa li Geliyê Godernê bendavê çêdikin û talankirinek mezin pêş dixin.”