3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mirov cesaretê ji hev digere’

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Cara ewil e ku li bakurê Kurdistanê di vê astê de serkeftin tê bi dest xistin. Ev hege qasî gelê kurd, dostên wan û aliyên demokrat kêyfxweş kir û ew ewqasî jî rejîma faşîst a AKP/MHP’ê jî aciz kir.

Di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartina xwecihî pêk hatin. Mîna her carê ev hilbijartin jî bi hîle û sextekariyên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê derbas bû. Lê tevî vê yekê jî DEM Partî di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist û piraniya şaredariyên bakurê Kurdistanê xist destê xwe. Her wiha şaredariyên hatibûn dagirkirin jî ji destê çeteyên AKP’ê hatin derxistin. Bêguman di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin xelkê Wanê ji sedî 55.48 dengê xwe dan DEM Partî û şaredariya bajarê mezin jî di nav de tevahiya şaredariyan bi dest xistin.

Cara ewil e ku li bakurê Kurdistanê di vê astê de serkeftin tê bi dest xistin. Ev hege qasî gelê kurd, dostên wan û aliyên demokrat kêyfxweş kir û ew ewqasî rejîma faşîst a AKP/MHP’ê jî aciz kir. Lewma piştî hilbijartinê bi rojekê desthilata faşîst ji bo îradeya gel desteser bike kete nava dek û dolaban. Di gava ewil de li gelek navên îtîrazî serkeftina DEM Partiyê kir û xwest deng ji nû ve bên hejmartin, ango namzetiya hevşaredarên DEM Partiyê bên betalkirin. Li şûna DEM Partiyê mazbatêyê bidin namzetên desthilata faşîst û qirker.

Di encama van serlêdanan de lijneya hilbijartinê ya bajarê Wanê ku ew jî weke gelek saziyên dewletê bûye xulamê desthilata faşîst li şûna şaredarê Wanê Abdullah Zeydan xwest mazbata şaredariyê bide namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas. Hincet jî mîna her carê pûç û vala bû. Lijneyê îdia kir ku mafê Abdullah Zeydan nîne ku bê hilbijartin. Vê hincetê jî bi serlêdana Wezaretê Dadê ya ji bo Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve girêda.

Bêguman hîle û zexeliyên desthilata faşîst AKP/MHP’ê tên zanîn, ne hewceye em dubare bikin. Ew li gorî erka xwe ya faşîst tevdigere û ji bo li bakurê Kurdistanê deskeftiyên gel ji wan bigire serî li cûre qirêjiyê dide. Ji bo vê jî hemû hêza dewletê ya aborî, dadwerî, eskerî, yasayî û hwd. bi kar tîne. Êdî wisa lê hatiye ku kes ne jêre dibêje; “Tu çi dikî?” Lewma bi hezaran esker û polîs sewqî herêmên ku ew lê winda dike kir û hişt ku bi awayekî derqanûnî ev kes deng bi kar bînin. Ev ne bes e li gelek deveran nehişt kes biçe ser sindoqan, dengên gel şewitandin û bi dahan sindoq winda kirin. Tevî van hemû zordariyan jî gel xwedî li îradeya xwe derket.

Desthilata ku tevî bi hemû van zexeliyan jî bi ser neket vê carê xwest li Wanê bi destê dadgehê îradeya gel desteser bike. Bi destê dadgehê xwestin serkeftina ku li Wanê bêwate bikin û Şaredariya Mezin a Wanê ji Abdullah Zeydan bigirin. Li hemberî vê neheqiyê di serî de li Wanê û seranserê bakurê Kurdistanê herikîn qadan û dest bi çalakiyan kirin. Cara ewil gelek partiyên siyasî, saziyên civakî, rêxistin û komele piştgirî dan vê serhildana gel. Ne tenê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji gelek welatên cûda jî peyamên piştgiriyê ji bo gelê kurd hatin dayîn. Di encama vê serhildana gel de desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê neçar ma ku paşve gav bavêje.

Bêguman desthilata faşîst a AKP/MHP’ê li hemberî serhildana gel têkçûna xwe qebûl kir. Berxwedan û serkeftina dîrokî ya gelê kurd, di encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyeyê de pêk hat. Ev berxwedana mezin û watedar nîşaneya herî xurt a hêza tifaqa gelan e. Careke din derket holê ku ger hêza gel baş bê koordînekirin û rêxistinkirin dikare serkeftinên mezin bi dest bixe.

Bi vê serkeftina gel bi awayeke aşkere derket holê ku polîtîkayên desthilata AKP/MHP’ê yên li ser bingeha dijminatiya li kurdan û Tirkiyeyê têk çû. Gel bi vê serhildanê li hemberî desthilata faşîst a ku li seranserê Tirkiye û bakurê Kurditanê hemû nirxên gel îstîsmar kiriye, çavkaniyên sererd û binerd talan dike, civakê bi zextên faşîst diçewisîne û ber bi birçîbûn û xizanî ve dibe serî rakir.

Gel bi van çalakiyên xwe li seranserê Tirkiyeyê bal kişandin ser pirsgirêka demokrasiyê. Çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de dîtin û ji bo vê têdikoşiyan. Ger li hemberî neheqiya ku li namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan hatî kirin bêdengiyek pêş biketa wê ev di vê rewşa lewaz de jî hêz bida desthilata faşîst a AKP/MHP’ê. Lewma xwedî derketina li îradeya gel ji her demê zêdetir xwedî nirx û girîng bû. Ev serhildana gel di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bû gava ewil a herî girîng. Bi van çalakiyên gel ên li seranserê welat ne tenê îradeya xelkê Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyeyê rizgar bû. Ya ku berxwedana li Wanê mezin û watedar dike xwedî derketina gel a li xwebûna xwe bû. Ev pêşketineke gelekî girîng û watedar e.

Her çendî serhildana gel bi xwe re pêvajoyek nû da destpêkirin jî divê em encamên ku di hilbijartinên xwecihî yên di 31’ê Adarê de derketine holê jî piştguh nekin. Pir aşkere ye ku desthilata AKP/MHP’ê care wil ewqas têkçûnek mezin jiya û tevî hemû hewldanan jî nekarî pêşî li vê têkçûna dîrokî bigire. Gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de helwestek zelal nîşanî siyaseta qirker û talanê ya desthilata faşîst a AKP/MHP’ê dan. Ev helwesta gel ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin e. Divê serkêşên vê siyaseta qirkirinê û şefên desthilata faşîst divê peyama gel ya ji qadê bilind bû baş bixwînin û li gorî wê nêzî nirxên gel bibin.

Li dijî siyaseta dagirkeriyê ya desthilta faşîst gelê Wanê pêşengî ji berxwedanê re kirin. Li Wanê jin, ciwan kal û pîr, ji her beşên civakê kes daketin qadan û pêla berxwedanê mezin kirin. Weke Billy Graham jî dibêje; “Mirov cesaretê ji hev vedigere. Mirovekî/ê bi cesaret dema radibe ser xwe, yên din jî jê hêz digirin.” Li Wanê ev çêbû. Tevî êrîşên polîsan û astengiyan jî gel ji ya xwe daneket xwarê û doza mafê xwe yê rewa kir. Ya herî girîng jî xwedî li îradeya xwe derket. Di encamê de ev cesareta gelê Wanê belavî seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Li her derê li dijî neheqî û zordariya faşîzma desthilata AKP/MHP’ê gel serî hilda. Ev yekgirtina gelan bi xwe re serkeftinek dîrokî derxist holê.

Pêwîste hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hîn bêhtir li ser berxwedan û serkeftina hatî bidestxistin bisekinin û encamên baş jê derxin. Dema em geşedanên li herêmê diqewimin dinerin û yekgirtina gelan weke girîngiyek herî mezin xwe dide der. Di vê pêvajoya wisa girîng de gel bikaribe xwedî li hebûn û îradeya xwe derkeve divê beriya her tiştî bi hêza xwe ya cewherî bawer bike. Bi hêza gel astegiyên ku neyên derbaskirin nîne. Ya girîng ew e ku gel bi xwe ji vê bawer bike û di vê oxirê de asta têkoşînê mezin bike.