4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar 72 roj in dixwaze Wezîrê Dadê soza xwe pêk bîne

Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê û wezîr soza xwe pêk bîne 72 doj in li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê didomîne.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 72’an de berdewam kir.

Sevînç Çakar a kurê wê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cezayê muebeta girankirî wergirt jî piştevaniya malbata Şenyaşar kir.  Şevînçê, bi cilên ku li ser “Ez kurê xwe dixwazim” dinivîsî hate ber wezaretê. Malbata Şenyaşar piştî fitara xwe kir, derbasî Meclisê bû.

Wezîrê Dadê soz dabû Emîne Şenyaşar ku kurê wê yê girtî serbest berde û li ser vê yekê Emîne Şenyaşar navber dabû çalakiyê.  Lê piştî Wezîr Soza xwe pêk neanî, Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiyê kir. Piştî wezîr soza xwe xwar, Emîne Şenyaşar 72 roj in dixwaze ku hemû dinya alem zanibe Wezîr Soza xwe xwariye û soza xwe pêk neaniye.