8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ji bo xizmeta gel bikin hatin ser kar’

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û hevşaredarên Sêrt û navçeyan ên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn, hevşaredarên Sêrtê û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Amedê mazbatayên xwe wergirtin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bi hevşaredaran re bûn.

Amed

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak, Hevşaredarên Karazê Mehmet Şik û Hanim Altinda, hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, hevşaredarên Sûrê Fatma Onkol û Adnan Orhan, hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun û endamên meclisên şaredariyê mazbatayên xwe wergirtin.

Piştî wêneyê ku li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê hate kişandin derbasî Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bûn. Hevşaredar bi gel re derbasî derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn û dê peywîrê dewr bigirin.  Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî ku mazbatayên xwe wergirtin, deriyên şaredariyan ji gel re vekirin. Hevşaredarên peywîr dewr girtin wiha gotin: “Em ji bo xizmeta gel hatin.”

Sêrt

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi yên tevî hilbijêrên veguhestî Şaredariya Sêrtê ya bi qeyûm dihate birêvebirin bi ferqeke mezin bi dest xist, mazbatayên xwe wergirtin.  Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, bi şandeya ku endamên meclisa şaredariyê, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Sêrtê di nav de re derbasî avahiya şaredariyê bûn. Dayikên Aştiyê, gelek saziyên sivîl ên civakî û welatiyan hevşaredar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyan hevşaredar bi tilîlî û çepikan pêşwazîkirin.  Hevşaredarên Sêrtê mazbatayên xwe ji Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin wergirtin.

Pişt re Alagaş û Kaysi yên bi çepik, tilîlî û coşeke mezin derbasî avahiya şaredariyê bûn, li vir pîrozbahî qebûl kirin.

Mêrdîn

Hevşaredarên Artûklûya ku DEM Partiyê bi dest xist Mehmet Alî Amak û Munevver Olker bi sedan kesan re li ber dahol û zirneyan ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Girseya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî pê re bû, di ketina avahiay şaredariyê de ji aliyê personelên şaredariyê ve hate pêşwazîkirin.

Hevşaredar Munevver Olker, diyar kir ku ji bo şaredarvaniya gel hatine û wiha got: “Em ê di çarçoveya nûnertiya wekhev de ji hemû gelê xwe re xizmetê bikin.” Hevşaredar Alî Amak jî diyar kir ku dê bi feraseta paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê xizmetê bikin û wiha got: “Em ji kesên ku Şaredariya Artûklûyê talan kirin û di şaredariyê de dizî kirin re bi awayekî aşkere dibêjin; hûn ê hesaba vê yekê bidin gel, hûn ê pêşberî hiqûqê hesaba vê bidin gel. Dê ji kesê re nemîne.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku dê polîtîkayeke zelal bidin meşandin û anî ziman ku dê bi qadroyên xwedî lîyaqet berdewam bikin.  Piştî axaftinan hevşaredaran dest bi peywîra xwe kirin.