17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Amedê muxtaran dişîne Umreyê

Hat zanîn ku Şaredariya Yenî Şehir a Amedê  ku di bin rêveberiya qeyûm de ye wê vê carê jî 30 jê keya 164 kesan bibe umreye. Hevşaredar Belgîn Dîken ev pirs kir: “Gelo birina keyayan a umreyê karê şaredariyê ye?”

Şaredariya Yenî Şehir a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, bi gendelî, rantê û firotina mal û milkên şaredariyê ji rojevê darnekeve, vê carê jî serî li rêbazek din a gendeliyê da. Li gorî nûçeya nûçegihanê Mezopotamyayê Mujdat Can, qeyûm Mûrat Beşîkçî ku bi firotina erdên li navçeyê ji rojevê dernakeve vê carê jî beriya hilbijartinên xwecihî pêk werin 30 jê keya (Muxtar) wê 164 kesan bişîne umreyê. Hat zanîn ku di nav kesên wê bişînin umreyê de meleyên li Lîseya Îmam Hatîbê dixebitin û xwendekar jî hene.

Dîken: Gelo ev karê şaredariyê ye?

Hevşaredara Yenî Şehirê Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, ragihand ku wê mesrefên 30 keyayên ku dê qeyûm wan bibe umreyê şaredarî bide. Dîken destnîşan kir ku wan agahî negirtiye ku wê kê heqê mesrefên yên din bide û got: “Şaredarî ji xelkê re xizmetguzariyê nake. Ji bo xelkê bînin ser ref û sefa xwe, keyayan xelat dikin. Keyayan xelat dikin û wan dibin umreyê.   Lê ji xelkê re xizmet nîn e. Di warê qadên çand û jinan de tu xizmet û proje nîn e. Bi ser keyayan re dixwazin bajêr bi rê ve bibin. Pere û budçeya şaredariyê ji bo keyayan xerc dikin. Gelo şandina keyayan a umreyê kare şaredariyê ye?’

Keyayan çûna Umreyê piştrast kir

Me der barê mijara navborî de ji keyayan agahî wergirt û keyayan jî piştrast kir ku wê şaredarî wan îro bişîne umreyê.

Buhayê çûna umreyê

Bihayê çûna umreyê ya îsal di navbera hezar û 100 dolar û hezar û 350 dolarî de diguhere.

Hêjayî gotinê ye ku di hedîsa şerîf a der barê Umreyê de tê gotin ku divê Umre bi malê helal bê kirin, heke beşek jî ji wan pereyan ne helal be li şûna xêrê tu yê sûc bikî bi çûna umreyê ya bi wan pereyên heram. Êdî divê ew kesên diçin Umreyê vê yekê ji xwe bipirsin gelo ew malê ku qeyûm dê wan keyayan pê bişîne Umreyê çiqasî helal e?