spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo çûna Imraliyê serlêdan kirin

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bû. Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re. Parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran xwest ku hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û hevdîtin pêk bên. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiv da serlêdanê û serlêdan dîsa red kir. Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku cezayên nû yên disiplînê li Abdullah Ocalan hatine birîn û diyar kir ku bi vê sedemê dê destûra hevdîtinê neyê dayîn. Di biryara xwe ya redkirinê de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû serlêdêran heta 3 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re daye û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûye. Lewma jî ev serlêdan hatiye redkirin.”

Serî li AYM’ê dan

Parêzerên Ocalan piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, di 12’ê adarê de bi sedema ku hevdîtinên malbatê bi rêya cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de parêzeran bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq (incommunicado) û gotin ku rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye û xwest ku AYM tespîta binpêkirina mafên rêzgirtina li hemberî jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê rêya serlêdaneke bibandor bike.

Cezayeke nû yê nayê zanîn

Dadgehê di 23’yê hezîranê de bersiva îtîrazê da. Di bersivê de dadgehê destnîşan kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31’ê gulanê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê displînê yê ji bo 3 mehan biriye û îtîraz red kir. 

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re

Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Abdullah Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê nîsanê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dadgeriyê di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye. Têkildarî hinceta qedexeyê dîsa tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.

Ev 4 sal in hevdîtin nehatine kirin

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.

AYM’ê ji wezaretê nêrîn xwest

Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Ji ber 23 serlêdanên Bûroyê, AYM’ê ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Ji qedexeyên hevdîtinên parêzer û malbatan heta qedexeyên cezayên disiplînê û telefonê û qedexeyên di dema OHAL’ê de li Îmraliyê ketin meriyetê, di gelek mijaran de nêrîn bi AYM’ê re parve kir.

Li gorî wezaretê muameleya xirab tune ye

Wezaretê di 24’ê adarê de têkildarî astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ji AYM’ê re nêrîn pêşkeş kir. Wezaretê got “Li Îmraliyê muameleya xerab tune ye” û îdia kir ku “Hevdîtin ji ber kêmasiyên derdikevin hevdîtin nayên kirin” û ev rewş jî weke rewşeke “Maqûl” nirxand.

Biryara DMME’yê hate tehrîfkirin

Wezareta Dadê têkildarî astengkirina hevdîtinên piştî OHAL’ê li Îmraliyê tên kirin bi AYM’ê re nêrîn parve kir û vêcarê jî argumanên di biryara “Ocalan No.2” yên hikûmetê weke “Tespîtên DMME’yê” pêşkeş kir. Parêzeran jî da zanîn ku wezaret ji bo rewakirina tecrîdê biryarên DMME’yê tehrîf dike.