4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Smith-Sivertsen: Bêdengiya li hember Rojava durûstî ye

Seroka Ciwanên Gewez ê Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen diyar kir ku heta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di tecrîdê de be aştî nayê Rojhilata Navîn û bêdengiya li hember Rojava durûstî ye

Gelek kes beşdarî kongreya Partiya Çepên Kesk ya 15’ê cotmehê bûn. Di kongreyê de partiya çepên Kesk navê xwe wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Yek ji beşdarên kongreyê jî Seroka Ciwanên Gewez ku rêxistiniya ciwanan a Partiya Gewez a Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen bû. Smith-Sivertsen, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Yek ji beşdarên kongreyê jî Seroka Ciwanên Gewez ku rêxistiniya ciwanan a Partiya Gewez a Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen bû. Smith-Sivertsen, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

‘Heta Ocalan di tecrîdê de be çareserî çênabe’

Smith-Sivertsen diyar kir ku tecrîd binpêkirineke mafên mirovan e û wiha got: “Armanca welatên ku Ocalan anîn Tirkiyeyê ew bû pêşî li ber Tevgera Azadiyê ya Kurd bigirin, nehêlin kurd azad û serbixwe bibin. Ji bo rizgariya gelê kurd, pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye. Aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn jî bi vê yekê pêkan e. Heta ku Ocalan di tecrîdê de be, dê pirsgirêkên kurdan û Filistînê çareser nebin.”

‘Costandartî’

Bi domdarî Smith-Sivertsen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatên ewropî Ocalan terorîze kirin û li dijî Ocalan cotstandardî kirin. Terorîzekirina Ocalan, ji bo welatên rojavayî ku dewletên mêtinger in û ji bo yên li Ewropayê rêya herî hêsan e. Binavkirina Ocalan a wekî ‘terorîst’, cotstandartiye. Ji bo Ocalan pênaseya ‘terorîst’ bi kar tînin lê Îsraîl an jî DYA weke terorîst nayên pênasekirin. Vaye ev rewş, cotstandartiya li dijî Ocalan e. Ocalan, ji bo rizgariya gelê xwe têdikoşe û sûcdar nîne. Beriya her tiştekî divê mafê peywendîdanînê bê naskirin. Lê belê divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê û bikare biçe cem malbat û gelê xwe.”

‘Bêdengiya li hember Rojava durûtî ye’

Di berdewamê de Smith-Sivertsen bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “durûtî” pênase kir. Smith-Sivertsen, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd bi taybet jî jinên kurd li dijî DAIŞ’ê alîkarî dan xelkên Rojava. Tevî vê yekê jî bêdengiya van welatan a li hemberî êrişan durûtî ye. Dema kurd vê têkoşînê dimeşînin hûn li cem wan cih digirin lê dema rastî êrişan tên hûn ji bîr dikin. Bi welatên ku kurdan bombebaran dikin, xelkê sivîl dikujin re hûn tifaqan çêdikin û li dijî êrişan bêdeng dimînin. Dema em bertekê nîşan didin jî hûn hewl didin me bêdeng bikin. Em, jinên kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin weke sembola azadiyê dibînin û serfiraz in ku li cem wan cih digirin û ji bo cîhaneke adilane bi hev re têdikoşin.”