4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê berê û hevjîna xwe hatin îxrackirin

Qeyûmê berê yê navçeya Rêya Armûşê Sînan Aslan û hevjîna xwe Semra Oztek ji peywirê hatin girtin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA)derbas kiriye, Qaymeqamê navçeya Develiyê ya Kayseriyê Sînan Aslan ku bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê yên li dijî kurdan û nelirêtiyên xwe ji rojevê danediket, di 29’ê tîrmehê de ji peywirê hat îxrackirin. Bi Aslan re hevjîna wî Semra Ozten Aslan ku dadgera endam a Dadgeha Herêmî ya Kayseriyê bû jî ji peywirê hate dûrxistin.

Nelirêtiyên Aslan

Di dema peywira xwe ya li Wanê de Aslan her tim bi bêusûlî û nelirêtiyan di rojevê de bû. Bi taybet jî bi awayekî derhiqûqî kes digirt kar, kesên di dema HDP’ê dest bi kar kiribûn ji kar derxist û piştre jî nelirêtî û bêusûltiyên wî derketibûn holê. Piştî ku nelirêtiyên wî yên li şaredariyê derketin holê, weke Qeymeqamê Develiyê hate tayînkirin. Qeyûmê nû Îhsan Emre Aydin jî têkildarî nelirêtiyên ku Aslan li şaredariyê kiribûn ji Wezareta Karên Hundir xwest ku mufettîşek were û lêkolînê bike. Hat zanîn ku di encama lêkolîna mufettîşan de xuya bûye ku di girtina kar û îhaleyan de nelirêtiyên mezin hatine kirin û gelek kesên di dema nelirêtiyên Aslan de hatibûn tayînkirin jî ji peywirê hatine girtin.

Bi perê şaredariyê 50 bedîl kirîbûn 

Aslan û rêveberên ku wî tayîn kiribûn ji bo xwe ji fîrmayeke cil û bergan 50 bedil kirîbûn ku pereyê wê şaredariyê dabû û ev mijar demekî dirêj di rojeva bajêr de bû. Hat zanîn ku Aslan pereyê cilên xwe jî ji bo organîzasyona şîrketeke din biriye û weke lêçûneke şaredariyê nîşan daye.

Birya qedeya weşanê dabû derxistin

Piştî ku belgeyên wî yên nelirêtiyê derketin, Aslan serî li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Develiyê da û jê xwest ku ji bo nûçeyên derheqê wî de biryara qedexeyê were dayîn. Li ser vê yekê jî dadgehê ji bo 66 nûçeyan biryara qedexeyê dabû. Her wiha dadgehê ji bo ku nûçeyên hatine weşandin werin rakirin, nivîsa hişyarkirinê ji dezgehên çapemeniyê re şandibûn.