8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Iraqê ber bi krîzeke mezintir ve diçe

Alozî û krîzeke siyasî ya kûr li Iraqê heye û her ku diçe li şûna çareseriyê ew krîz kûrtir dibe. Hin hêvî hebûn ku piştî, hilbijartinan hikûmetek were avakirin û dawî li krîza li siyasî were lê derdora salekê di ser hilbijartinan re derbas bû hê wan nikaribû hikûmetê ava bikin.

Di encama vê krîzê de şepêla El Sedir ya bi serokatiya Muqteda El Sedir ku partiya wî bûbû yekemîn xwe ji parlamentoyê vekişand.

Aliyê din ên siyasî ku hevgirtina (Çarçoveya Kordînasyonî) serkêşiya wê dike hewl da ku hikûmeteke nû bêyî aliyê El Sedir ava bike û ji bo serokwezîrtiyê Muhemed El  Sûdanî destnîşan kir.

Li ser wê yekê alîgirê El Sedir dest bi xwepêşandanan kirin û di parlamentoya Iraqê de çalakiya rûniştinê ya bê dem dane destpêkirin.

Niha jî bi banga rayedarên (Çarçoveya Kordînasyonî) ya ku serkêşiya wê hin şîiyên alîgirên Îranê û Nûrî Malikî dike, ku alîgirên wan jî dakevin kolanan, dê ev alozî gurtir bibe.

Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar ên van herdu aliyan jî hene û heke nexweşiyek di navbera alîgirên wan de derkeve dibe ku ew alozî veguhere şerekî navxweyî.

Dibe ku darbeya leşkerî pêk were

Çarçoveya Kordînasyonî di daxuyaniya xwe de siyasetmedarên Iraqê hişyar kirin û got ku heke ev alozî wiha berdewam bike dibe ku alozî bigihê asta darbeyeke leşkerî jî.

Ji aliyekî din ve bang li alîgirên xwe kiriye ku sibê rêya balafirgeha Bexdayê bibirin û li ber deriyê serokwezîr Mustafa El Kazimî dest bi xwepêşandanê bikin.

Lê di heman demê de Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê bang li siyasetmedaran û gelê Iraqê kir û wiha hate gotin: “Atêşa Iraqê têkildarî siyasetê nabe, peywira artêşa Iraqê parastina gel û sazî û dezgehên dewletê ye, parstina mal û milkên giştî û yê taybet e.”