spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengên jiyan û tolhildanê

Bi mebesta 10’emîn salvegera destpêka Şoreşa Rojava di meha tîrmehê de li her çar aliyên cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Yekane mînaka pergala alternatîf a li dijî netewe-dewletê “konfederalîzma demokratîk” ev deh sal in, ji hêla dost û dijmin hemû mirovatiyê ve tê şopandin. Ev deh sal in, akademîsyen, enternasyonalîst, fîlmçêker, rojnamevan û hwd. riya rojavayê Kurdistanê ji xwe re kirine qada têkoşîn, lêkolîn û şopandinê, ji perspektîfên cihêrengiya vê axê û şoreşa li ser diqewime, bi cîhanê re parve dikin.

Di deh salên derbasî de -û hîn jî- yên herî zêde bal kişandine jinên kurd ên têkoşer bûn. Hemû cîhan matmayî li jinên dilêr ên ku li hemberî DAIŞ’ê bêtirs şer dikirin, temaşe dikir. Medyayên bi navdar, berê kamerayên xwe zîvirandin ser şervanên jin. Wêneyên jinên ciwan ên bi şal û temeziyên rengîn, rûken û rûgeş, rûpelên kovar, medyayên civakî û televîzyonan xemilandin. Jinên kurd û tekoşîna wan a ji bo jiyaneke serbixwe û azad mohra xwe li çaryeka yekemîn a sedsala 21’emîn xist.

Pirî caran ev temsîliyet bê naverok û wateya bingehîn a bîrdoziya azadiyê, bi awayekî popûlist dihat pêşkeşkirin. Beyî bilêvkirina sedemên tekoşîna jinên kurd, beyî binavkirina bîrdoziya têkoşîna wan wêneyeke oryantalîst derdixistin pêş. Çîroka dihat pêşkêşkirin diviyabû ne tevlihev bûya û serê mirovan de zêde pirs çênekira: .  Jinên ciwan ên xweşik li hemberî mêrên hov ên DAIŞ’ê şer kirin û bi berxwedana xwe ya bêhempa wan têk birin. Ev wêneya ji du polan, bêyî çîrokên wan jinan li cîhanê belav bûn.

Lê ew wêneyên jinên têkoşêr ku tên weşandin, ew kenên rûyên wan û nêrînên wan ên kûr ji şerê li hemberî DAIŞ’ê pir zêdetir tiştan ji me re dibêjin. Ew jin hemû xwedî çîrok in. Xwedî çîrokên ku di hîn jiyîna xwe de dibin efsane. Çîrokeke efsanevî ya zindî jî ya Jiyan Tolhildan e. Ez ê di dema borî de behsa wê nekim. Ew xwedî efsaneya dema niha û ya pêşeroja me; kesayeteke ku di nav şoreşê de diherike û diçe. Bi gotinên wê; “Li cem me mirin tiştekî fizîkî ye, ango tu biçî kuderê di ruh û di mêjiyê te de her tim rû û çavên şehîdan bi te re ne, li te temaşe dikin, tu ji wan hez dikî û tu dizanî ku tu car tenê nînî. Li cem me nabêjin, mirî ye. Li dû kesên ji bo avakirina jiyaneke nû xwe feda dikin, ne digirîn û ne jî şîn tê danîn.”

Du sal berê dokûmentareke der barê Jiyan Tolhildan de hat weşandin. Derhêner Haluk Unal di belgefîlma xwe ya hêja de dide ser şopa jiyana fermandara YPJ’ê û em bi gotinên wê, biçûktiya wê, nakokiyên wê yên di nav malbatê, tevlêbûna wê ya têkoşînê, şerê wê yê li hemberî baviksalariyê, ji bo azadî û wekheviyê guhdar dikin. Ew sira şoreşê û kena rûyê xwe ji me re aşkera dike: “Ji bo jiyaneke nû amadebûna fedakariyê”. Ev deh sal in mirovahî ev sira li ser rûyê jinan li çar aliyê cîhanê matmayî temaşe dike. Ka gelo çi belgefîlm, çi wêne, çi sînema, çi nivîs dikare vê sirê rave bike, ji bilî xwediyên vê sirê.

Ew di belgefîlmê de ji bo vegera xwe ya Rojava dibêje; “Min dizanibû, ez ê rojekê ji bo hesabpirsînê vegerim.” Ew ji destpêkê de tev li Şoreşa Rojava dibe. Yên ji wan divê hesab bên pirsîn pir in: baviksalariya ku civakê û jinan xistiye nav pençên xwe, mêtingeriya netewe dewletan, paşverûtî û xîzanî.  Jiyan Tolhildan ji Feyrûz hez dike, di stranên wê de xwe dibîne. Vegera wê dişibe strana Feyrûz a bi navê ‘Em ê vegerin ey evîn’ wiha didome: “Ey kulîlka xerîbiyê/ Em dema niha dihêlin û koçî demeke din dikin / Axên hatine jibîrkirin, me jî ji bîr dikin / Em dibêjin ‚em diçin’ / Lê ‚em vedigerin’ / Ber bi mala evînê, bê zanebûna tiştekî.”

Di 22 û 23’yê tîrmeha 2022’yan de li bajarê Qamişloyê li Zanîngeha Rojava ‘Foruma Şoreşa Jinê ya 10 salî li Rojhilata Navîn’ hat lidarxistin. Endamên Kongra Star, jinên Rojava diparêzin, Tevgerên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ji çar aliyên cîhanê û Rojhilata Navîn, di konferansê de ji aliyekê de 10 saliya şoreşê pîroz kirin, li aliyê din tecrubeyên xwe yên têkoşînê û riyên çareseriyê bi hev re parvekirin. Jiyan Tolhildan yek ji axifînera vê konferansê bû. Sira rûyê xwe, geşbûna dilê xwe, bawerî û evîna xwe ya bi jiyana nû, pevrebûna xwe ya bi cangoriyan bi me re parve kir û tev li Barîn Botan û Roj Xabûr ber bi sirê ve bi rê ket.