6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demokrasiya wan heta hilbijartinê ye!

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, heftaya borî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û agahî dabû ku ji Serokkomariyê bi telefonê li wan geriyane û daxwazên wan xwestine. Der barê mijarê de em li Keskîn geriyan û diyar kir ku ji Serokkomariyê li Seroka Şaxa wan a Stenbolê Gulseren Yolerî geriyane û berê me da wê. Li ser vê me xwe gihand Yolerî û der barê mijarê de pê re axivîn.

Gulseren Yolerî, diyar kir ku ji Serokomariyê du caran lê geriyane û ji ber ku ne guncav bûye destpêkê ne axiviye û wiha got: “Di nav hefteyekê de careke din li min geriyan û ji bo di civîneke ku Serokkomar û alîkarên xwe bikin de bê nêrxandin daxwazên me xwestin. Min jî der barê pirsgirêkên ku di ser serlêdanên li komeleya me hatine kirin û binpêkirinên mafan de derketine pêş ji wan re ragihand.”

Daxwazên kirine

Yolerî daxwazên ku ji Serokkomariyê re ragihandiye wiha rêz kir: “Destpêkê min xwest ku qedexeya li ser Qada Galatasarayê ya nehiqûqî bê rakirin û qad ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin. Daxuyaniyên Erdogan ên di sala 2011’an de di civîneke bi xizmên windayan re kiribû de bi bîr xist. Erdogan piştî civînê gotibû ku daxwazên xizmên windayan pirsgirêka qabîneya wan e. Min bal kişand ser îşkence û tecrîda giran a li girtîgehan didome û binpêkirinên mafan ên der barê tenduristiyê de û xwest ku pêkanîn û mewzûata înfazê li gorî rûmeta mirovan ji nû ve bê sererastkirin.

Min xwest der barê îstismar û tundiya li dijî jin, zarok û kesên LGBTÎ+ de tevdîr bên girtin û biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê paşve bê kişandin. Min xwest ku sererastkirinên kanûna medenî û kanûna cezayê ku firsend dide îstismara zayendî ya li dijî zarokan bê rakirin û ji bo peşîgirtina karkeriya zarokan bergirî bên girtin. Min xwest ku bi nêzikbûneke mirovî ya bingeha xwe ji maf digire ji penaberan re derfetên jiyanê bên afirandin, êrîşên nefretê û cihêkarî bên rawestandin û pirsgirêkên ku ji ber xizaniyê peyda dibin û bi pandemiyê re kûrtir bûne re çareserî bê dîtin.”

Pirsgirêka birêvenebirinê heye

Yolerî, destnîşan kir ku der barê sedema gerandina Serokkomariyê û nîyeta wan de nikare tiştekî zelal bibêje lê nirxandinên ku bike hene û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber ku nêzî pêvajoya hilbijartinê ye serî li vê rebazê didin. Diyar e ku difikirin li gorî daxwazên civakê bernameyeke hilbijartinê amade bikin û heta hilbijartinê peyamên demokrasiyê bidin gel û serî li hin îcraetan bidin.”

Di berdewamê de Yolerî, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke sereke ya krîza birêvenebirinê heye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku dîtine nikarin vê krîzê bi tundî û rêbazên zextê derbas bikin dibe ku dixwazin daxwazan binirxînin û polîtîkayeke berdewam a rêvberiyê ava bikin. Lewre ragihandina wan a derbarê sererastkirina ji bo girtiyên nexweş jî vê nîşan dide. Lê daxwaza me ew e ku hemû pirsgirêk li gorî esasên mafên mirovan bi sererastkirinên mayînde bên çareserkirin. Rewşeke berovajiyê vê wê ji rehetkirineke demkî wêdetir neçe.”