2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Wanê 420 hektarên din da ber firotinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, 42 ersayên li navçeya Artemêtanê bi reklama “Ersa xelas dibin. Ji bo bibin xwediyên erd bila ev firsend ji destê we neçe” da ber firotinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, beriya hilbijartinê hema hema tu cih neman ku nefirotibe. Rêveberiya qeyûm, 42 ersayên li navçeya Artemêtanê da ber firotinê. Rêveberiya qeyûm a ku ersa da ber firotinê, li gelek deverên bajar afîşên bi nivîsa “Ersa xelas dibin. Ji bo hûn bibin xwediyên erd, bila ev firsend ji destê we neçe” daliqand. Bihayê muhammen ê 420 hektarên erseyê ku di çarçoveya “Projeya Bajarê Şîn” de dane ber firotinê jî hate diyarkirin. Ersayên ku weke avahî û qada bazirganiyê hatine dabeşkirin, bi taksîtan tên firotin.

Rêveberiya qeyûm ji bo firotina bi hezaran erdên li heman herêmê, raye da meclisa tayînkirî. Li ser vê yekê 77 ersa û avahiyên di hundirê wan de yên li taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê ku 213 hezar û 457 metrekare bûn, firotibû. Bihayê van ersayan weke 800 milyon TL hatibû diyarkirin.

Yek bi yek difiroşe

Eywaneke dawetê û beşeke otogarê ya li navçeya Tûşbayê bi giştî 10 hezar metrekare ye û rêveberiya qeyûm beşeke ji 5 hezar û 600 metrekareyan bi bihayê 36 milyonan dabû ber firotinê û îhaleya wê pêk anîbû. Di heman demê de şaredariyê 11 dikanên di hundirê Vanpark AVM’ê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê, avahiya ku heta demekî dirêj ji hêla Îdareya Av û Kanalîzasyonê (VASKÎ) ve hate bikaranîn û tam li navenda bajar e, qadeke 300 metrekare ya li Parka Ehmedê Xanî û avahiya pêvek a 820 metrekare ya li navçeya Rêya Armûşê jî bi rêya îhaleyê firot.