spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erebê Şemo 126 sal berê wekî îro ji dayik bû

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov di 23’ê cotmeha 1897’an de li gundȇ kurdan Sûsûzȇ ji dayik bȗye. Gundê Sûsûz ku Şamîlov lê ji dayik bûye niha navçeya bajarê Qersȇ yê bakurê Kurdistanê ye. Wȇ demȇ ev bajar beşek ji Ȋmperatoriya Rȗsyayȇ bȗ. Nivȋskarȇ navdar di nav malbeteke şȇxȇn ȇzȋdiyan ȇ feqȋr de tȇ dinȇ. Bavȇ wȋ rȇncber bȗye; şivan ȗ gavantȋ dikir, dayika wȋ 5 zarok; sȇ kur ȗ du keç xwedȋ dikir, mezin dikir, wisa jȋ malȇn dewletiyan de dixebitȋ.

Zarokatiya nivȋskar li nav tehlȋ ȗ tengasiyȇ de derbas dibe. Erȇbȇ biçȗk pir jȋr ȗ jȇhatȋ bȗye, bavȇ wȋ dixwest ku lawȇ wȋ yȇ herî biçȗk bixwȋne ȗ bibe merivekȋ mezin ȗ kȇrhatȋ. Erebȇ biçȗk dixwest zȗ mezin bibe û bibe şivan ȗ alȋ bavȇ xwe bike. Gava malbeta wan cȋguhastȋ gȗndȇ Melekanan dibe, li wir dibistana seretayȋ ya zimanȇ rȗsȋ hebȗye, perȇn zarȇn feqȋran tunebȗ li wir bixwȋnin. Ew li dibistanȇ weke dergevan dixebite. Mamosteyȇ zimanȇ rȗsȋ ȗ keça wȇ ya ciwan ji Ereb pir hez dikin. Keça mamoste alfabeyeke rȗsȋ pȇşkȇşȋ wȋ dike. Mamosta ȋznȇ dide ku Erebȇ biçȗk fȇrȋ xwendin ȗ nivȋsandina zimanȇ rȗsȋ bibe. Di demeke ne dirȇj de Ereb fȇrȋ zimanȇ rȗsȋ dibe. Ew ku der biçûya diviya ku ew pirtȗk di torbȇ wȋ de bȗya. Ew di mekteba gundȇ kurda yȇ cȋnar de xwendina xwe berdewan dike.

Dema destȇ wȋ dar digire weke dȗajo alȋ bavȇ xwe dike. Di 15 saliya xwe de li bajarȇ Tbȋlȋsȇ ȗ fabrȋn pȇmzayȇ (karxana kevirbirȋnȇ) de weke pale/xebatkar dixebite. Paşȇ li tabȗra sisiyan a kazakan de weke wergȇr dixebite. Di sala 1916’an vedigere Qersȇ. Di çȇkirina riya hesin a navbera Sarȋqamȋş-Erziromȇ de dixebite. Di sala 1917’an de li gel leşkerȇ ȗris berȇ xwe dide Stavropolȇ. Di sala 1918’an de dibe endamȇ Partiya Bolşȇvȋkan (komȗnȋstan). Di sala 1920’an de li gel Ordiya Sor a Hejmara 11’an dikeve Bakûyȇ. Piştȋ Bakȗ ji destȇ mȇnşȇvȋka-mȗsafatistan tȇ rizgarkirin hema wȇ salȇ diçe Moskovȇ ȗ li Ȋnstȋtuya li ser navȇ Lazarȇv de tȇ qebȗlkirin.

Piştȋ temamkirina xwendina xwe di sala 1924’an vedigere Ermenistanȇ. Li Yȇrȇvanȇ di Komȋtiya Navendȋ ya Partiya Komȗnistan de dixebite. Wisa jȋ li gel nifşa rewşenbȋrên kurd a yekem, hȋmdarȇn navendȇn kurdȋ (kurmancȋ) yȇn perwerdeyȋ, ragȋhandinȇ ȗ agehderiyȇ, çand ȗ hunerȇ, zimanzanî ȗ wȇjeyȋ kar dike. Dewleta Ermenistanȇ di salȇn 1920’an de 28 dibistanȇn zimanȇ kurdȋ li gundȇn kurmancan vedike. Paşȇ di salȇn 1930’ȋ de hejmara wan mekteban digihȋje 44’an. Mamostayȇn zimanȇ kurdȋ wȇ demȇ kȇm bȗn. Loma bi ȋnȋsiyatȋva Erebȇ Şemo ȗ hevalȇn wȋ Tȇxnȋkȗm (Seminariȗm) a Kurdȋ ya Pȇdagogiyȇ ya Piştkavkazȇ tȇ damezirandin. Hema wȇ salȇ hejmara yekem a rojnameya kurdȋ Rya Teze bi tȋpȇn kurdȋ-latȋnȋ ronahȋ dibȋne. Erebȇ Şemo di rȇdaksiyona Rya Teze de weke rojnamevan dixebite. Di sala 1928’an de Erebȇ Şemo ȗ Ȋhsahak Meragȗlov ȇ asȗrȋ elȋfbȇya kurdȋ-latȋnȋ (Pirtȗka xwe bi xwe fȇrbȗna zimanȇ kurdȋ) amade dikin û di sala 1930’an de tȇ çapkirin. Di sala 1930’an de romana “Şivanȇ Kurd” cara yekem bi kurdȋ hate weşandin.

Ev roman bala xwendevanan dikişȋne ser xwe. Ulimdarȇ Rȗsayȇ yê bi nav ȗ deng V. Nikitin, ev berhema hȇj, sala 1946’an, werdigerȋne rȗsȋ ȗ firansȋ ȗ bi navȇ “Şivanȇ kurd”, bi herdu zimanan dide weşandin. Sala 1946’an, Nûredîn Zaza, romana “Şivanȇ Kurd” ji zimanê fransî werdigerîne kurdî û li Beyrûtê çap dike. Ev roman bi pir zimanan: rûsî, ermenî, almanî, tirkî, azirî, gurcî, erebî, farizî, fransî, îngilîsî, macarî hatiye çap kirinê. Sala 1931’ȇ Erebȇ Şemo berȇ xwe da Lȇnȋngiradȇ. Ew di Ȋnstȋtȗta Rohiatzaniyȇ de dibe aspȋrantȇ akadȇmȋkȇ ermenȋ yȇ navdar: Hovsȇp Orbȇlȋ. Ew dibe hogirȇ Qanatȇ Kurdo ȗ Ordȋxanȇ Celȋl.

Nivȋskarȇ bȇ sȗc ȗ guneh, sala 1937’an dikeve tora asayȋşa Yekȋtiya Sovyȇtê. Ew tȇ axsor kirin ȗ berȇ wȋ didin Sȋbȋriya sikȋ sar. Tevî çend nivȋskarȇn kurd; Haciyȇ Cindȋ, Ehmedȇ Mȋrazȋ, Cerdoyȇ Gȇnco. Bi nazionalȋzma kurdȋ tȇn tawanbar kirin. Yek ji mane ȗ bahana girtina wȋ ȗ hogirȇn wȋ tȇkiliyȇn wan bȗ li tev Rewşenbȋrȇn kurd yȇn Kurdistana Bakȗr yên ku wȇ demȇ ji welȇt hatibȋn dȗrxistin ȗ xerȋbiyȇ de kovara Hewer diweşandin. Hogirȇn Erebȇ Şemo bi cezayȇn sivik xelas dibȋn. Lȇ ew 17 sala li Sȋbȋrya dijȋ. Nivȋskarȇ xwedȋ marȋfet, naşkȇ. Ew zȋrek ȗ xebathez bȗ. Çi kar ȗ xebat jȋ wȋ destȇ xwe bavȋtayȇ, ew xebat bi destȇ vȋ ve dihat. Ew li wir zewicȋ ȗ du zarok, du keç, ji wȋ ra çȇbȗn.

Salek piştȋ mirina Stalȋn, sala 1954’an, ew tȇ efȗ kirinȇ ȗ vedigere Ermenistanȇ. Ew dȋsa karȇ wȇjeyȋ ȗ çandȇ berdewam dike. Ked ȗ emeka nivȋskar di warȇ pȇşxistin ȗ dewlemendkirina ziman ȗ wȇjeya kurdȋ de pir bȗ. Romana wȋ Şivanȇ kurd, ew romana kurdȋ ya yekem e, lema jȋ wȋ re digotin “Bavȇ romana kurdȋ”. Alfabȇya kurdȋ – latȋnȋ di cihanȇ de ya yekem bȗ, ku wȋ ȗ hogirȇ wȋ Ihsaak Meragȗlovȇ aşȗrȋ amade kirin. Hetanȋ sala 1937’an rojnameye Rya Teze ȗ pirtȗkȇn nivȋskarȇn kurd, bi tȋpȇn kurdȋ – latȋnȋ dihatin weşandin. Salȇn 1937’an hetanȋ 1944’an, dergehȇn hemȗ navemdȇn kurdȋ, hatin girtin. Sala 1944’an Haciyȇ Cindȋ alfabȇya kurdȋ – rȗsȋ amade dike ȗ pȇ wȇ Alfabȇyȇ dȋsa pirtȗkȇn kurdȋ tȇn weşandin.

Sala 1955’an Rya Teze cardin dest bi weşanȇ kir. Çawa me pȇşde got, nivȋskarȇ navdar wek rojnamevan li rȇdaksiyona Rya Teze de dixebitȋ. Ew wisa jȋ di Navenda Komȋtȇya Komȗnȋstȇn Ermenistanȇ de dixebitȋ. Sala 1978’an nivȋskarȇ navdar, mamostayȇ nivȋskarȇn wȇ demȇ yȇn ciwan, 81 saliya xwe de mir. Lȇ ew nemirȋ ye. Xwendekarȇn romanȇn wȋ, wȇ tim hebin ȗ berhemȇn wȋ nahȇlin ew bȇ jibȋrkirinȇ. Alfabȇya kurdȋ – latȋnȋ, sala 1991’ȇ, piştȋ hilweşȋna YS, dȋsa bȗ ya fermȋ. Rya Teze dȋsa bi tȋpȇn kurdȋ – latȋnȋ hate weşandin. Dȋsa pirtȗkȇn nivȋskarȇn kurd yȇn ji Eremenistanȇ di Yȇrȇvanȇ de jȋ hatine weşandin. Di Yȇrȇvanȇ de, li ser dȋwarȇ avahiyȇ nivȋskarȇ me yȇ nav ȗ deng,  kevirekȋ mermerȋ heyȇ, li ser wȇ nivȋsar e:  Vȋ avayȋ de, ji sala 1965’an hetanȋ 1978’an, nivȋskar ȗ siyasȋmedarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov jȋyana xwe derbas kiriye.

Bȋranȋnȇn min derbarȇ wȋ nivȋskarȇ navdar de: Piştȋ sala 1965’an, ew nivȋskarȇ mezin, di avayȋkȋ navenda bajarȇ Yȇrȇvanȇ de dijȋ. Wȇ demȇ min zankoya bijȋşkiyȇ ȗ sinifa dudan de dixwend. Wȇ demȇ min helbest ȗ goter dinivȋsȋn. Pir caran em rȇdaksiyona Rya Teze de, beşa kurdȋ ya Radȋokomȋtȇ a Ermenistanȇ de, wisa jȋ di sȇksuyona nivȋskarȇn kurd ya li nik Yekȋtiya Nivȋskarȇn Ermenistanȇ de ȗ li civȋnȇn Komeleya xwendekarȇn Kurd de ya li nik Komȋtȇta Komsomolȇ bajarȇ Yȇrȇvan, me hevdu didȋt.

Ew tim bi cilȇn bȇqisȗr ji mal derdiket. Bejnȇ de ew nȋvçeyȋ bȗ. Dȇmȇ wȋ gurover bȗ. Çavȇn wȋ gir ȗ jȋr. Dengȇ wȋ nimiz ȗ zelal. Tenȇ rȇveçȗna wȋ re dihat xuyakirin, ku wȋ pir tehlȋ , tengasȋ dȋtibȗ. ȇdȋ kal bibȗ, gopalekȋ bedew car – carna digirt destȇ xwe.

Kȇfa wȋ pir ji xwendevanȇ kurd re dihat. Bi hereketȇ wȋ camȇrȋ, çendek ciwanȇn Kurdistana Rojava, bibȗn xwendekar, telȋb, di Yȇrȇvanȇ yan jȋ Moskivȇ de, di zanko, ȋnstȋtȗtan de xwendina xwe berdewan dikirin.

Hevjîna wȋ, Marȋa Vasȋlȇvna, kulfeteke berbihȇr, dilovan, mȇvanhez bȗ. Ew rȗs bȗ. Li Sȋbȋriyayȇ wan hevdu dȋtibȗ ȗ zewicȋ bȗn. Jina nivȋskar ya beriya Marȋa Vasȋlȇvnayȇ alman bȗye. Ew ji nexweşiya giran zȗ dimire. Em, xwendekar, pir caran diçȗn seredana nivȋskarȇ mezin, mamostayȇ xwe. Du keçȇn mamostayȇ me hebȗn. Ewan 18 ȗ 20 salȋ bȗn. Nivȋskarȇ navdar pir dixwest, ku keçȇn wȋ bi me re çavnas bin ȗ ewan jȋ komela me ya xwendekar de bixebitiyana. Lȇ herdu keç jȋ pir şermoke bȗn. Xwendekarȇn kurd yȇn wȇ demȇ gişt lawȇn gundiya bȗn, keçikan şermoketir bȗn ȗ pozbilind bȗn. Herdȗ keçȇn nazik jȋ paşȇ, dereng mȇr kirin. Lȇ mixabin mȇrȇn wan ne kurd bȗn.

Mamostayȇ me ji xebatê pir hez dikir. Wȋ hez dikir, ku şev bixebite. Sala 1959’an bi sehnaroya mamostayȇ me fȋlma “Kurdȇn Ermenistanȇ” derdikeve li ser ekranȇn sȋnȇmeyan. Sala 1967’an, “Hikiyatȇn gelȇ kurd” li Moskvȇ tȇ weşandin. Wȋ wisa jȋ 4 romanên din nivȋsȋye ȗ daye çapkirin: “Berbang”, 1958. “Jîyana bextewar’, 1959. “Dim-Dim”, 1966. “Hopo”, 1969.

Niha em ji devȇ hinek rewşenbȋr ȗ nivȋskarȇn kurd dibihîzin, ku “Romana kurdȋ tȗne, nȋne”. Lȇ bi nȇrȋn ȗ dȋtina me, romana kurdȋ hebȗye ȗ niha jȋ heye. Em nivȋskarȇn kurd yȇn Yekȋtiya Sovyȇt, xasma yȇn ji Ermenistanȇ, yȇn nifşa dudan – sisiyan, li ser şopa mamostayȇ xwe dimeşin. Pir romanȇn me hatine weşandin ȗ belavkirin. Em di wê baweiyȇ de ne, ku nifşa nȗ, bi romanȇn ji romanȇn me çȇtir, pȇşkȇşȋ xwendevanȇn kurd bikin.