28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêvîdar Xalid: Li Kurdistanê dikujin, li Xezayê hêsiran dibarînin

Rojnamevan Hêvîdar Xelîl, geşedanên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên dewleta tirk nirxand. Xelîl anî ziman ku Tirkiye li Kurdistanê dikuje û li Gazeyê hêsiran dibarîne

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, 2 hefte lipey xwe hişt. Di şer de bi hezaran mirov hatin kuştin. Şer didome. Bertek û nerazibûnên li dijî şer jî didomin. Lê hêzên navdewletî ji bo rawestandina şer hîn tu gavên şênber neavêtine.

Rojnamevan Hêvîdar Xalid, sedem û encamên şer  nirxand. Hêvîdar Xelîl, anî ziman ku ji  7’ê cotmehê vir ve li Zîvala Xezayê ya Filistînê di navbera Filistîn û Îsraîlê de aloziyek mezin derketiye û aloziyê piştî  ku tevgera Hemasê êrîş bir ser niştecihên derdora Zîvala Xezayê, dest pê kir.

Xalid, da zanîn ku êrîş roja Şemiyê, ku ji bo Cihûyan cejneke pîroz e, pêk hat û wiha axivî: “Hilbijartina vê rojê ne tesaduf bû, belkî bi mebest ji aliyê tevgera Hemas û piştgirên wê yên sereke ve hatibe plankirin. Helbet ev êrîş di demekê de hat ku rewşa navxweyî ya Îsraîlê jî aloz bû. Di kolanên Îsraîlî de, li hember siyaseta hikûmeta nû ya Netanyahu, ya herî rastgir di dîroka Îsraîl de, şahidê alozîyeke mezin e.”

Hêzên li pişt êrîşê

Hêvîdar Xalid bal kişand ser hêzên li pişt êrîşan û wiha got: “Gelek dane diyar dikin ku Îran, Tirkiye û Rûsya ji hemû tiştên ku diqewimin ne dûr in. Ango ev êrîş bi plan, çavdêrî û plansaziyekê hatiye kirin. Bi îhtîmaleke mezin, ev êrîş bi piştgirîya Îranê ji tevgera Hemasê re pêk hatiye. Tevî  ku pirsgirêkên di navbera wan de ji ber piştgirîya Hemasê ji bo xwepêşandanên li Sûrîyê derketibû jî, lê dîsa ne dûre ku Îranê alîkarî kiribe.”

Xalid da zanîn ku hewldanên îzolasyonkirina Îranê didomin û wiha lê zêde kir: “Di heman demê de trêna asayîkirina erebî bi Îsraîlê re jî gihiştiye stasyonek girîng. Li vir mebesta min Erebistana Siûdî ye. Di encamê de peymanên aborî û hevkariyên di navbera Tel Aviv û hejmarek ji paytextên erebî bi piştgirî û sponseriya rasterast ya Amerîkayê. Helbet asayîkirina peywendiyên bi Îsraîlê re ji bo welatekî weke Erebistana Siûdî mijareke gelekî girîng e. Bi taybetî ji bo ereban, ji ber ku siwarbûna Riyadê li trêna normalîzekirinê tê wê wateyê ku mijara Filistînê êdî hatiye jibîrkirin. Hinek ji wê yekê wêdetir jî diçin û dibêjin bi normalîzekirina têkliyên bi Israîlê re mijara pirsa Filistînê bi carekê ji holê radibe.”

Tirkiye sûdê ji aloziya Îsraîl û Filistinê digire

Rojnamevan Hêvîdar Xalid bal kişand ser berjewendiyên Tirkiyeyê yên li şer û kaosê û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Filistînê ku welatên erebî ji mêj ve wek pirsgirêka herî girîng bi nav kirine êdî terka wê dikin. Ev lihevkirin tê wateya destjêberdana xwedîderketina li pirsgirêka Filistînê û ew yek xeta sor e.   Ev riya asayîbûnê her wiha metirsiyê li ser pêvajoya peywendiyên Erebistana Siûdî û Îranê çêdike ku piştî demeke dirêj ji dûrketinê di bin sîwana Çînê de adara borî têkiliyên wan xweş bibûn.  Ji bo têkiliyên dizî û aşkere yên Tirkiyeyê ku bi Israîlê re pêş dixe, tiştê ku jê veşartibû ji wê mezintir bû. Ev yek nahêle ku pêvajoya têkiliyên di navbera wan de bibe şahidê aloziyek mezin. Tevî ku Tirkiyeyê bi domdarî hewl dide wê têkiliyê vegerîne, rewşa xwe ya berê. Helbet êrîşkirin û hedefgirtina Îsraîlê û her wiha kûrkirina qeyranên li Xezayê di vê qonaxê de xizmeta Tirkiyê û berjewendiyên wê yên li herêmê dike. Li qeyranan digere ku bi rêya wan destkeftiyên taybet bi dest dixe, li ser nakokiyan dilîze, qeyranên gel îstîsmar dike. Di siyaseta cîhanî de cih digire, rola ku dilîze gelek caran neyînî ye. Ji ber ku tenê li berjewendiyên xwe digere û kirin û gotinên wê pir ji hev dûr in.”

Hêsirên xapînok dirijîne lê..

Xalid, diyar kir ku Tirkiye hêsrên xapînok li ser gelên bindest dirijîne, lê rûyê wê yê rast li gelek deverên cîhanê, li Sûriye, Iraq, Lîbya, Artsax û gelek deverên din derketiye holê û wiha pêde çû: “Tirkiye berevajî tiştên ku îdîa dike, roleke bêîstiqrar lîstiye. Nimûneyeke din, baştirîn delîl li ser tevgerên wê yên bi guman, peymana ku di Lûtkeya G20 de bi Hindistanê re pêk hat, di navbera Hindistan û welatên Kendavê de avakirina korîdora aborî, ji Îsraîl derbas dibe û digihêje Ewropayê. Ev guh nade erdnîgariya Tirkiyeyê. Lê Tirkiyeyê ew hêrs kirin û piştî wê, hewl dide riya xwe biguherîne.”

Tirkiye ji bo xwe normal û ji bo welatên ereb xetere dibîne

Xalid, bibîr xist ku ji aliyek din ve, Tirkiye jî li hember vegerandina peywendiyên di navbera welatên erebî û Israîlê de ye û wiha got: “Tevî ku Tirkiye yekem welatê îslamî ye ku peywendiyên normal bi Îsraîlê re heye jî, nerazîtiya xwe ji avakirina têkliyên Israîl û ereban venaşêre. Tirkiye wê yekê ji bo xwe normal dibîne. Lê ji bo welatên ereb ne asayî û qedexe dibîne. Sedem jî bi tenê ew e ku bi avakirina wan têkliyên di navbera Isrfaîl û ereban de wê hingê nepenî û statûya xwe ya taybet di wî warî de ji dest dide. Ji ber ku ev tevgera wê felc dike û wê ji statuya navbeynkariyê dûr dixe, bi vî rengî têkiliyên cuda bi her kesî re berdewam dike. Divê em nakokiya Tirkiyê û Îsraîlê ya li ser korîdorên gazê yên li Derya Spî ji bîr nekin. Di derbarê Rûsyayê de, dibe ku ev bûyer û geşedan di demeke guncav de ji bo wê hatibin, bi taybetî ji ber ku ev nêzî du sal in li gel Ukraynayê û li pişt wê Rojava di şerekî dijwar de ye.  Me helwesta Rûsyayê dît ku ne ji gotinên asayî û zelal in. Ew xwe bi eşkerekirina dilgiraniya xwe ya kûr li ser tiştên ku li Xezayê diqewimin razî dike û di vê dozê de fersendek dît ku Washingtonê sûcdar bike. Her wiha sedemên din jî hene ku bi awayekî nerasterast bûne sedema alozbûna vê dawîyê, ji wan jî helwesta Rojavayî ya bêbandor li ser pirsa Filistînê û nehiştina wê wek navbeynkarekî bêalî ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ku herdu aliyan razî bike.  Pirsgirêka Amerîka ye, ku bêsînor piştgirîya Îsraîlê dike û li ser girêdana xwe ya ji bo ewlehiya Israîlê israr dike.

Tirkiye ji êrîşan sûdê digire

Rojnamevan Hêvîdar Xalid, da zanîn ku Erdogan weke her carê li gorî berjewendiyên partiya xwe li ser geşedanên li Xezayê rawestiya û got: “Ev tê wê maneyê ku mîna demên berê hewl da ji êrîşa Hemasê sûd werbigire, dîsa xwest bi daxuyaniyên durûstiyê bazirganiya li ser meseleya Filistînê bike. Wek her car wî hewl da ku di navbera herdu aliyan de bilîze.  Ji ber ku ew pir caran bi her du aliyan re helwesteke razîbûnê û lihevhatî digire. Dema ku hewce bike, ew serî li daxuyaniyên rexnekirina vî alî û wî alî dide, nemaze ger hewce bike ku îmaja xwe li li hundir û derve sererast bike. Dixwaze xwe ji pirsgirêk û qeyranên li hundir û derveyî Tirkiyê rizgar bike. Di heman demê de ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û aborî, ne mimkûn e ku sûdê ji gurkirina nakokiyan negire, lewre şantajê dike û di vê yekê de jêhatî ye. Ev ne cara yekê ye ku Erdogan bazirganiyê li ser pirsa Felestînê dike, bi taybetî eger rûbirûbûn di navbera Filistîn û Israîlê de hebe. Tê bîra me tevan, dema ku wî çend sal berê di kong0reya Davosê de çi kir. Wê demê navdariya wî hebû. Bi taybetî di nav Ereb, Misilman û Filistîniyan de belav bû, Ji ber ku di mijara îlham û îqnakirina ereb, misilman û Filistîniyan de, bi ser ket. Wî xwe dîsa nîşan da ku parêzvanê doza Filistînê ye. Lê di rastiyê de têkiliyên wî yên aborî her zêde bi Îsraîlê ne. Her ew têkiliyên bi Israîlê re di lûtkeya xwe de bûn tevî ku wî balyozê xwe ji Îsraîlê vekişand jî, proseya danûstandinên bazirganî bi wê re qat bi qat zêde bû. Erdogan li gorî berjewendiyên partiya xwe tevdigere, dema ku pêwîstî pê hat, maskeke nû li xwe dike û dema ku krîza aborî li Tirkiyeyê girantir bû, dest bi mehkemekirina Israîlê kir.”

Erdogan dest ji piştgiriya Hamasê berda

Xalid bilev kir ku Erdogan pêşinyar kiribû ku navbênkariyê di navbera Israîl û Hemasê de bike lê Îsralê ev daxwaza wî piştguh kir û wiha axivî: “Balkêş e ku wî dev ji Hamasê ya ku wî dixwest di paşerojê de piştgiriya xwe jê re nîşan bide, berda. Ji ber lihevhatina rewşenbîrî û îdeolojîk di navbera tevgera Hemasê ya ku ji bin kirasê Birayên Misilman derket û AKP’a ku heman nêzîkatiyê dişopîne, hebû. Bêguman, dîsa Erdogan hewl dide ku di vê pêvajoyê de jî herdu aliyan razî bike. Dibe ku Erdogan di destpêkê de xwe teslîmî wê fikrê kir ku şert û mercên niha li ser hesabê rola Tirkiyeyê bi kêrî Îranê tê û ew li herêmê zirarê dibîne.  Lê ev xisara Tirkiyeyê bi gotineke din di tama serkeftinê de ye. Bi gotineke din ev pêvajo li gorî berjewendiyên Erdogan bipêş dikevin. Mirov dikare bêje ku ‘bûyerên heyî’ bi kêrî Erdogan tên. Ji ber ku mesrefên hevgirtina bi Hamasê re û hêrskirina Îsraîl wê buha be. Îranê bi gotinan be jî piştgiriya Hemasê tiştekî ne xesire lê Erdogan nikare heman tiştî bike ji ber heke xwedî hewlwesteke wiha ya wekî Îranê ew dê gelek tiştan winda bike.”

Erdogan dirûtiyê dike

Rojnamevan Hêvîdar Xalid li ser polîtîkayên Erdogan ên li dijî kurdan û Hamasê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Bi kurtî Erdogan li Kurdistanê dikuje û li Xezayê parastina kuştiyan dike. Ev cotstandartî û durûtiyeke mezin e.  Ev durûtîyek eşkere ye. Yanî Erdogan behsa exlaqê di şer de dike û dibêje nabe ku sivîlan ji av, xwarin û ceyranê bêpar bikin û hişyariya komkujiyan dide. Di heman demê de artêşa wî stasyonên av û ceyranê yên Rojava bombe dikin û komkujiyên hovane li dijî sivîlên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev pirsek e mafdare ku xwe ferz dike. Ma we durûtiya ji vê mezintir dîtiye.”

Tirkiye bi salan e kurdan qetil dike

Hêvîdar Xalid li ser êrîşên dewleta tirk a li dijî kurdan jî rawestiya û wiha şirove kir: “Bi salane kurdan dikuje, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber bombebaran dike û bi salan e axa Sûriyê dagir kiriye û di heman demê de xwe li ser aliyên din bi girî vedike. Ji aliyekî ve jî li gelek herêman şerê qirkirinê li dijî gelan dimeşîne û hewl dide xwe wekî parêzvanê gelê Filistînê û gelên bindest nîşan bide. Lê li gorî baweriya min rastiya Tirkiyeyê derketiye holê û nema dikare kesekî bi van durûstiyan bixapîne. Tirkiye bi êrîşên xwe yên berdewam ên li ser Bakur û rojhilatê Sûriyiyê hewl dide projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û jiyana hevbeş a aştiyane ya di navbera gelan de têk bibe, gelê xwecihî koçber bike û kesên xerîb li şûna wan bi cih bike. Dixweaze destkeftiyên Xweseriya Demokratîk ji holê rake. Her wiha binesaziyê û dezgehên jiyanî yên enerjî, gaz, neft, av û hwd,tune bike.  Ev kiryar di hemû qanûnên navdewletî de wek tawanên şer têne hesibandin. Heke Amerîka û Rûsyayê çavê xwe ji wan komkujî û sûcên şer negirta wê Tirkiyeyê nikariba wan sûcan bike û Enqerê di wî warî de dê newêrîbûya ewqasî gavên xwe zêde bavêje. Amerîka û Rûsyayê ne bi hêza leşkerî lê heke bixwazin dikarin helwesteke siyasî ya tund nîşanî Tirkiyeyê bidin wê gavê bêguman wê Erdogan nikaribe êrişî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Daxuyaniyên Amerîkayê yên di êrîşên vê dawiyê de jî vê yekê nîşan didin û vê rastiyê eşkere dikin.”

Rûsa û Amarîka rêya êrîşê vedike

Hêvîdar Xalid anî ziman ku Amerîka û Rûsya rê didin Erdogan ku êrîşî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha pêde çû: “Daxuyaniyên Amerîkayê yên di êrîşên vê dawiyê de jî vê yekê nîşan da û rastiyê eşkere kir. Dibe ku ji aliyê Tirkiyê ve gavên mezin bên avêtin, nemaze ji ber mijûlbûna cîhanê bi şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, dibe ku careke din hewl bide li binesaziyê bixe û hin cihên din bike armanc. Ne guncave ku Tirkiye êrîşeke bejayî ya nû amade bike bêyî ku Washingtonê rê bidê. Her çendî di paşeroja nêz de ev yek ne mumkine.  Bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampa Mexmûrê, ji siyaseta hêzên serdest ên cîhanê tê, ku sîstema demoqratîk a heyî li her du herêman weke metirsî li ser siyaset û projeyên xwe yên berfirehkirin û dagirkeriyê dibînin.  Her dem hewl bidin ku li hember daxwazên demokratîk bisekinin, astengiyan bidin ber çerxa ceribandinên demokratîk ên ku derdikevin holê.”

Hêvîdar Xalid li ser siberoja Rojhilata Navîn jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Herêma Rojhilata Navîn şahidê geşedanên bilez e. Bi taybetî bi berdewamiya şerê li Xezayê û têkçûna hemû hewlên navçeyî û navdewletî yên ji bo rawestandina êrîşên Israîlî ku bû sedema bi hezaran qurbanî, kuştî û birîndaran. Bi îsrara Îsraîlê li ser êrîşa bejayî tirsa ji berfirehbûna nakokiyan li herêmê û ketina aliyên din di xeta rûbirûbûnê de zêde bûye. Tevî ku Îsraîl hişyarî daye aliyên herêmî ku destwerdanê nekin, bi taybetî Îran û Hizbullaha Lubnanê û komên din ên ser bi Tehranê li başûrê Sûriyê, lê hîn jî rewş nezelal e û her kêliyekê metirsiya teqîneke nû heye.

Amarîka tedbîrên leşkerî xurt kir

Amerîka tedbîrên xwe yên leşkerî xurt kir, keştiyeke balafiran şand Behra Spî ji bo piştgiriya Îsraîlê bike û 2 hezar leşkerên bijarte xiste nava hişyariyê. Wekî her car Hizbullaha Libnanî rewşa xwe ya amadekariyê li ser sînorê bi Îsraîlê re bilind kir û fûze avêtin bakurê Israîlê û serkirdayetiya leşkerî ya milîsên Iraqî yên ser bi Îranê ve derbasî Sûriyeyê bû. Dibe ku ev geşedan rê li ber derketina şerên nû veke û bi vî awayî projeyên çareseriya siyasî li herêmê nemînin.

Li gorî vê yekê, hemû geşedanên dawî, ji êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û heta bi êrîşa li ser Koleja Leşkerî ya Humsê û heta bi êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê, ihtîmaleke mezin heye ku li navendekê hatibin amadekirin. Dibe ku ew tev li navenda ku bi navê platforma Astana tê zanîn û yên ku li pişt wê radiwestin û piştgirîya wê dikin, hatibin amadekirin. Piştî ku aliyên vê rêyê hay bûn ku herêm ber bi nexşeyeke nû ya siyasî û belkî erdnîgarî ve diçe ku dibe ku rewş biguhere û neguhere. Her wiha dema ku rewş aram bibe, berjewendî û armancên xwe bi cih bînin. Rêgirtina li aramî û berdewamiya kaos, wêranî û şeran, xala hevbeş a di navbera aliyên Astanayê de ye, bêguman ew ji bo çareserkirina qeyranên herêmê li hev nacivin.

Pêşketin hene ku gelek rêveçûna bûyeran guhert û bandor li hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn kir, nemaze piştî destwerdana Amerîka li Afganistan û Iraqê. Wisa dixuye ku geşedanên nû hene û ya ku rastbûna vê hîpotezê xurt dike ev e ku Dewletên Yekbûyî fîloya xwe ya leşkerî veguhezîne herêmê û hem Washington û hem jî Tel Aviv Hemasê wekî “DAIŞ” binav dikin. Tevahiya van bûyeran pêşketineke dramatîk a rewşê nîşan dide, tirsa berfirehbûna xeleka şer û pevçûnê li herêmê zêde dike û wê li ser sînorê guhertinên kûr radixe pêş çavan.”