4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Fransa û Belçîkayê zarokên ‘xwe amadeyê êrîşê dikirin’ hatin girtin

Li gorî rojnameya Le Parisien a Fransî, çar zarokên ku li Fransa û Belçîkayê ‘’xwe amadeyê êrîşê dikirin’’ hatin girtin.

Li gor nûçeya rojnameya Le Parisien a Fransî, du jê bi eslê xwe Çeçen sê zarokên 15-16 salî li Parîsê hatine girtin, li Brukselê zarokekê din ê 16 salî ku xwe amadeyê êrîşê kiriye hatiye girtin.

Li gor rojnameyê zarokan bi rêya lîstîkên online ên radîkal têkilî bi hev re daniye û li ser internetê lêkolîn li ser teqemeniyan kiriye.

Hat destnîşan kirin ku zarokan ji xwe re kiriye armanc ku polîsên li derveyê sefaretxaneyê bikujin û bi pişt re wesayîteke tije teqemenî biajon bi ser avahiyê de.

Li bajarê Tourê zarokek çek di dest de hat dîtin. Hat diyarkirin ku gefa kuştinê li Ewropiyan xwariye. Yekê din bang kiriye ku li dibistanan komkujî bê kirin û biçin Sûriyeyê.  Di encama lêpirsînê de axavtinên bi ciwanan re yên li ser telefonê hatine bidestxistin.

‘Em ê cihûyan ji xwe re bikin armanc’

Li gor nûçeyeke Le Parisienê ciwanek wiha gotiye: ‘’Ji bîr nekin ku armanca me terorîzekirina wan e, heta ji dest bê divê xwîn pir bê rijandin (…) Me armanc Cihû ne. Kuştina polîsan bi tenê wê ne bandorbar be. Lê mirov li wir dixebitin, dibêjin qey cihên wan ewle ye. Em ê bi keleşnîkofan bidin pey wan.’’

Hat diyarkirin ku yekê din ê di bin çavan de gotiye: ‘’Yê Belçîkayî ji min xwest ku ez navên kesên li sefaretxaneya li Belçîkayê dixebitin, bibînim. Dixwest mirovên bêsûc bikuje, dîl bigire, dixwest yek xwe û kamyonê bi hev re biteqîne.’’