spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin

Îro serê sibehê polîsan li Mûsê girtin ser mala hevseroka HDP'ê ya Mûşê Bermal Nergîz û ew binçav kirin her wiha li Tekirdaxê hevserokê navçeya Eregliyê Ridvan Ulaşman û rêveberê navçeya Çerkezkoyê Niyazî Artun hatin binçavkirin

Îro danê sibehê polîsan li Mûşê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin.Her wiha di encama serdegirtinên li Tekîrdagê de 2 rêveberên HDP’î hatin binçavkirin.

Îro danê sibehê polîsan li Tekîrdagê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Eregliyê Ridvan Ulaşman û rêveberê navçeya Çerkezkoyê Niyazî Artun hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku di dema serdegirtinê de deriyê mala Nergîz hatiye şikandin û li malê lêgerîn hatiye kirin. Sedema binçavkirina Nergîz nehat zanîn û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê tê ragirtin. Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.