7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Wanê ji bo rantê mizgefteke dîrokî hilweşand

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Mesût Bor, diyar kir ku qeyûmê Wanê bi zanebûn avahiyên dîrokî yên li bajar xera dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye desteserkirin û li şûna hevşaredarên HDP’î qeyûm lê hatiye bicihkirin, li Keleha Wanê ya dîrokî dest bi karê restorasyonê kir û Mizgefta Suleyman Şah a li nava kelehê bi temamî ji holê rakir.

Li gorî projeya ku hatiye amadekirin wê mizgeft bi temamî bê hilweşandin û ji nû ve bê lêkirin. Lêkirina mizgeftê hatiye îhalekirin û îhaleyê jî şîrketa bi navê Asel Restorasyonê girtiye. Li gorî peymana îhaleyê divê ku mizgeft di nava 200 rojî de bê lêkirin û di 20’ê çileya 2024’an biqede.

Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Mesût Bor, der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Fiartê (ANF) re axivî. Bor, destnîşan kir ku armanca esasî restorasyon nîne û cihên dîrokî bi mejiyê veguherîna bajaran di bin navê “restorekirinê” de tên xerakirin.

Di dewamê de Bor, bi lêv kir ku ne nêzîkatiyeke aqilane ye ku avahiyeke dîrokî bi temamî bê hilweşandin û li şûna wê jinûve bê çêkirin û wiha got: “Pîvanên restorasyonê diyar in; li gorî rewşa heyî ya berhemên dîrokî divê proje bêne çêkirin. Li gorî rewşa xwe ya orîjînal divê malzeme û rêbaz bê diyarkirin, bê dîtin û lêkolînkirin bê berhemên dîrokî yên kîjan demê ne. Li Keleha Wanê ev pîvan bi cih nayên anîn û rewşa xwe ya dîrokî bi temamî tê tunekirin. Tevî ku me gelek caran ev yek anîn ziman jî di şaşitiyê de israr dikin.”