6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo êrîş bisekinin vegerin Şengalê

Berpirsa Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî, diyar kir ku heke şengalî venegerên Şengalê wê PDK û Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Şengalê bidomînin û banga vegera Şengalê li êzidiyan kir

Di 3’yê Tebaxê de DAIŞ’ê êrîşeke hovane bir ser Şengalê û civaka êzidî di qirkirinê re derbas kir.  DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzidî revand û bi hezaran xort, kal û pîrên êzidî jî kuşt û wan bi awayekî komî veşart. Civaka êzidî vê hovîtiya DAIŞ’ê ya li dijî xwe weke Fermana 74’an pênase dike. Tevî ku di ser fermana 74’an de 9 sal derbas bûne jî bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ’ê nehatine xelaskirin û aqûbeta gelek şengaliyan nayê zanîn. Lê tevî hemû astengiyan jî li Şengalê rêveberiya xweser hatiye avakirin û şengalî xwe bi rê ve dibin. Berpirsa Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî, pirsên me yen der barê Fermana 74’an û rewşa dawîn a Şengalê de bersivand.

Pirsên me û bersivên Şengalî wiha ne:

 Em bi rojên beriya êrîşê dest pê bikin. Beriya ku DAIŞ’ê erîşî Şengalê bike rewşeke çawa li herêmê hebû. Weke civaka êzidî hûn li bendê bûn ku DAIŞ li dijî we dest bi fermaneke nû bike?

Beriya ferman dest pê bike, dema em qala rewşa Şengalê bikin, divê em ji 2003’yan de dest pê bikin. Piştî rûxandina pergala Baasê, Şengal di warê parastin û îdarî de ket bin serweriya PDK’ê. Piştî komkujiya li Til Izêr û Sibayê Şêx Xitir, Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina herêmê bangawazî kiribû û bal kişandibû ser xeteriyên li Şengalê. Wê demê DAIŞ’ê nû xwe bi rêxistin dikir û wê demê plana fermanê hat destpêkirin. Piştî DAIŞ’ê di aliyê leşkerî, lojîstîk û rêxistinî de xwe kom kir, êrîşên xwe berdewam kirin. Di serî de êrîşî Parazgeha Mûsûlê kirin. Tilafer di 2 rojan de bi temamî dagir kir. Wê demê xelkê Tilaferê yên şîa ji ber zilma DAIŞ’ê reviyan Şengalê. Şengal di nava dorpêçê de ma. Hemû pêwîstiyên jiyanî weke xwarin û vexwarin ji ser wê hat qutkirin. Beriya êrîşan bi mehekê û çend hefteyan, pêşmergeyan li ser medya dijîtal, bi gotinên; “Em ê êzidiyan biparêzin. Êzidî koka kurdan e. Em Şengalê bernadin” gel dixapandin. Lê pêşmergeyan ji bo gel parastina xwe neke, çek ji destê civakê girtin. Nehiştin em parastina xwe bikin. Çeteyên DAIŞ’ê beriya fermanê ji bakurê Şengalê ve êrîş kirin. Wê demê PDK’ê bi DAIŞ’ê re tifaq çêkir.  Hemû Şengal di bin dorpêçê de bû. Tenê rêya Rebîa vekirî bû. Ji bo ku dema DAIŞ êrîş bike pêşmerge karibin xwe di wê rêyê de xelas bikin vekirî hiştin.

 Dema êrîşê li Şengalê çi qewimî û civaka êzidî bi hovîtiyeke bi çi rengî re rû bi rû ma?

Şeva 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Bahaçê ve êrîşî Şengalê kirin. Piştî DAIŞ ket Şengalê, milletê êzidî mecbûr ma ku berê xwe bide çiyayan. Bi hezaran hatin kuştin û revandin. Milletê ku berê xwe dan çiyê, hinek ji wan di rê de ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dan.  Bi dehan keçên êzîdî ji bo nekevin destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anîn. Di heman kêliyê de hemû cîhanê dît û bihîst ku li Şengalê çi diqewime. Li ruxmê wê jî tu welatê cîhanê mudaxaleyî êrîşê nekir. Pêşmergeyan Şengal radestî DAIŞ’ê kir. Li aliyekî DAIŞ’ê êrîş kir, li aliyê din pêşmergeyan ji pişt ve xencer li pişta civakê xist.

Ji bo rê li pêşiya fermanê bê girtin û milletê Şengalê ji fermanê biparêzin ji rojavayê Kurdistanê şervanên YPG-YPJ’ê û ji çiyayên azad şervanên HPG-YJA-Starê bi hawara êzidiyan de hatin. Li wir korîdora mirovahiyê hat vekirin. Di navbera çiyayê Şengalê û Rojava de korîdora mirovahiyê hat vekirin. Di wê korîdorê de bi hezaran mirov ji fermanê rizgar bûn û ferman bi temamî negihişt armanca xwe. Tirkiye jî di warê aborî, cebilxane de gelek alîkariya DAIŞ’ê kir. Di vî warî de belgeyên zelal û şênber hene. PKK’ê rê li pêş vê planê girt û destûr neda ku civaka êzidî bi temamî tune bibe. Di serî de civaka êzîdî û tevahiya neteweyên li Iraqê dijîn deyndarê Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê ne.

Bi hezaran jinên êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Lê jineke êzidî ku dikeve destê DAIŞ’ê zarokeka wê ya biçûk heye. Zarok ji tirsan digirî. Dike nake zarok nasekine. Dayik jî bi erebî fam nake. DAIŞ dixwaze dayik zaroka xwe aş bike û negirî. Lê dayik nikare zaroka xwe aş bike. DAIŞ’î diçin zarokê ji hembêza dayikê digirin û serê zarokê jê dikin. Goştê zarokê wekî xwarin li ser birincê didin dayika wê. Dema dayik dibêje ka zaroka min. Dibêjin ew goştê te xwar zaroka te bû. Ev yek wîcdanê mirovahiyê diêşîne. Bi hezaran mînakê bi vî rengî hene. Her jinek û keçek ku ketiye destê DAIŞ’ê êşên wan ên bi vegotina rojan neqedin hene. Lê bi qasî van êşan berxwedanên mezin jî hene. Mînak Şehîd Cîlan heye. Şehîd Cîlan ji bo nekeve destê DAIŞ’ê damarê destê xwe dibire û şehîd dibe.

DAIŞ’ê ji ber kîjan sedeman civaka we ji xwe re weke hedef hilbijart û hewl da civaka we di qirkirinê re derbas bike. Mirov dikare bibêje ku tenê ji ber êzidîtiya we, DAIŞ’ê we ji xwe re kir hedef an hin sedemên din jî hebûn?

Heke mirov fermanên beriya fermana 74’an baş fêm neke, dîrokê baş lêkolîn neke, bawerî, çand, dîroka civaka êzidî baş lêkolîn neke, nikare fermana 74’an a 2014’an fêm bike. Ji ber ku sedemên hemû fermanan yek in. Di hemû fermanan de hat armanckirin ku li ser navê êzidatiyê tiştek nemîne. Gelek caran fetwa hatin dayîn ku êzidiyan ji holê rakin. Êzidî weke kafir hatin dîtin û ferman rewa nîşan dan. Di serî de armanca DAIŞ’ê û dijminan dagirkirina herêmê bû. Dixwazin çand û baweriya êzidatiyê ji holê rakin. Eger heta niha di 74 fermanan de milletê êzidî tune nebûbe, sedem ew e ku milletê êzidî her tim li ber xwe daye û xwe parastiye. Di çand û sincê êzidatiyê de êrîş tune. Êrîşî bawerî û çandan nake. Tenê xweparastin heye. Mînaka vê yekê gundê Til Izêr e.

DAIŞ’ê li ber çavê civaka medenî ya Cîhanê li dijî civaka we hovîtiyeke mezin pêk anî û bi hezaran jin û zarokên we desteser kir. Daneyên li ber deste wê yên vê der barê de niha bi çi rengî ne? Aqûbeta çend jin û zarokan diyar nîne?

Di fermanê de 7 hezar mirovên êzidî, keç, jin, zarok, xort di destê DAIŞ’ê de dîl hatin girtin. Gelek kes ji wan hatin kuştin. Gelek ji wan hîn di destê DAIŞ’ê de ne. Piraniya xortan hatine kuştin. Her gorek komî yên tên vekirin bi sedan cenaze ji wan tên derxistin. Piraniya wan xort in. Lê daneyek teqez di destê me de tune ye. Daneyek ji sedî sed di destê me de tune ye. Gelek ji wan rizgar bûne. Lê hêj bi hezaran jî di destê DAIŞ’ê de ne.

Piştî ku we Şengal ji wan rizgar kir û DAIŞ negihîşt armanca xwe, di hêla siyasî û civakî de pergaleke bi çi rengî li Şengalê da avakirin û ev pergal niha di kîjan qonaxî de ye?

Piştî berxwedanek mezin û bi sedan şehîdbûna keç û xortan Şengal ji destê DAIŞ’ê rizgar bû. Di 13’ê mijdarê de navenda Şengalê ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî wê gundên Şengalê yek bi yek ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di fermanê de hemû miletê êzidî dest ji Şengalê berneda. Yên li Şengalê man hêza xwe ya YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) ava kirin. Xwe fêrî parastinê kirin. Hem xwe bi rêxistin kirin û hem xwe parastin. Keç û xortên êzidî xwe komî ser hev kirin. Yekîneyên parastina xwe ava kirin. Meclisên xwe ava kirin. Bi vî şeklî civaka êzidî xwe komî ser hev kir. Piştî hêza xwe ava kir, dest bi qonaxek nû kir. Li ser fikr û felsefeya Abdullah Ocalan, li ser projeya neteweya demokratîk, pergala Rêveberiya Xweser ava kirin. Pergala ku îro em li Şengalê pêş dixin, pergala neteweya demokratîk e. Hemû gel bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi baweriya xwe bi zimanê xwe bi hev re dijîn. Milletê êzîdî îro peşengtiya vê yekê dike. Kedê dide û xebata vê yekê dike. YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzîdxan û Ewlehiya Şengalê hemû dixe nava xwe. Daxwazên civaka êzidî, daxwazên gelek sade û rewa ne. Mafê hemû civakan ê xwe parastinê, xwe bi rê ve birinê heye. Mafê her civakê heye ku siyaseta xwe bi xwe diyar bike. Mafê xwe parastinê û rêxistinkirinê heye. Îro daxwaz û helwldanên me jî li ser vî esasî ne. Berê civaka êzidî nikaribû di qada siyasî de nûnertiya xwe bike. Pergala ku îro li Şengalê hatiye avakirin Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk e. Projeya Neteweya Demokratîk wekî projeya azadiyê îro li Şengalê hatiye avakirin.

Herî dawî li Şengalê di navbera partî û tevgeran de tifaqek hat ragihandin. Ev tifaqa we li ser kîjan esasan hat avakirin û di pêşerojê de wê encamên bi çi rengî bi xwe re bîne?

Di 24’ê hezîranê de tifaqa bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî li Şengalê hat avakirin. Di vê tifaqê de hemû aliyên siyasî weke PADÊ, Hizbî Teqedîm (Partiya Pêşveçûna Êzidiyan) û YNK ku li Şengalê heye di nava tifaqê de cihê xwe digirin. Di aliyê parastinê de jî cihê xwe digirin. Tifaqên bi vî rengî ji bo civaka êzidî xebatek gelek nû ye. Heta niha gelek xebat hat meşandin. Ji bo bibin yek deng û helwestê, karibin mafê xwe bixwazin ev tifaq girîng e. Lê her tim PDK’ê bi hincetên cuda ev yek asteng dikir. Ji bo tifaq neyê avakirin PDK’ê peymana 9’ê cotmehê îmze kir. PDK’ê bi rê û rêbazên cuda xwest ev tifaq pêk neyê. Di demên dawî de pêdiviya civaka êzidî bi tifaqê heye. Ji ber ku li ser civaka êzidî gelek plan û proje hene. Eger siyaset û parastinek hevpar neyê kirin, civaka êzidî bi êrîşên nû re rû bi rû ye. Yê ku nahêle li Şengalê yekîtiya gelan pêk bê PDK ye. PDK li dijî Neteweya Demokratîk û li dijî Rêveberiya Xweser e. Lê ev tifaqa hatiye avakirin jî di çarçoveya Neteweya Demokratîk de hatiye avakirin. Li Şengalê şîa, mesihî, ereb, êzidî û baweriyên cuda dijîn. Hemû bi hev re bi ziman, çand û rengê xwe dijîn. Bi salan li ser heman axê dijîn. Ev tifaq ji bo civaka êzidî gavek gelek nû ye. Ev tifaq ji bo pêşeroja Şengalê gelek girîng e. Dê pêşketinên gelek girîng bi xwe re bîne. Ev dê ji bo tevahiya Iraqê bibe mînak.

Herî dawî dikarî hinek qala rewşa dawîn a li Şengalê bikî. Sazkirina binesaziya Şengala ku ji ber êrîşa DAIŞ’ê wêran bû û vegera şengaliyan a Şengalê di kîjan astê de ye?

DAIŞ’ê gelek deverên Şengalê xera û wêran kir. Bi taybetî jî li Şengalê Sûka Serî heta niha wêrankirî ye. Kevir li ser kevir nehêla ye. Li gelek cihan mal û xaniyên millet xera bûne. Milletên êzidî yên li kampên başûrê Kurdistanê 9 sal in li gel hemû şert û mercên jiyanê li ber xwe didin. Di sermaya zivistanê û germa havînê de di bin wan konan de li ber xwe dan. Bi taybetî di salên dawî de bi sedan malbatên êzidî ji koçberiyê vegeriyan Şengalê. Eger millet venegere Şengalê êrîşên PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê bidomin. Milletê Şengalê milletekî kedkar e. Beyî ku li benda PDK’ê û dewleta Iraqê bimîne bi xwe, pêdiviyên xwe çareser dike. Bi çandiniyê û sewalkariyê debara xwe dike. Pirsgirêka Şengalê ya herî mezin girêdayîna wê ya xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê ye. Ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê di warê aborî, parastin û binesaziyê de li Şengalê xwe berpirsiyar nabîne. Ji ber vê yekê milletê êzidî jî ne li bendê ye ku Iraq piştgiriyê bidin wan.

Dixwazin Şengalê vegerînin pêvajoya 2014’an. Dixwazin Şengalê bi her awayî têxin kontrola xwe. Em dibînin ku êrîşên dewleta tirk li ber çavan e. Êrîşên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê û NATO’yê dike êrîşên dij sincî ne. Li dijî zagonên navneteweyî ne. Her gav balafirên şer li ser Şengalê digerin. Lê êzidî di her warî de parastin û têkoşîna xwe berdewam dike.

Sûham Şengalî kî ye?

Di sala 2001’an de li Şengalê ji dayik dibe. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de 13 salî bûye û malbata wê xwe li çiyayê Şengalê digire. Piştî ku di zarokatiya xwe de dibe şahide fermanê dest bi rojnamegeriyê dike. Piştre bi armanca tolhildana jinên êzidî û parastina Şengalê weke siyasetmedar di nav Tevgera Jinên Êzidî de xebatan dimeşîne. Niha jî weke Berpirsa Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xebatên xwe dimeşîne.