17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xwedî li girtiyan derkevin’

Li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên nexweş serbest nayên berdan û wan terkî mirinê dikin

Li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan 287 hezar e, lê 336 hezar girtî di girtîgehan de tên girtin. Li gori daneyên ÎHD’ê ji van girtiyan 651 jê bi giranî tevahî hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Desthilata AKP-MHP li aliyekî girtîgehan tije dikin û li aliyê din jî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Ji van girtiyên nexweş yek jê Suleyman Ayaz e. Ayaz ê ku nexweşiya helandina hestî û astimê pê re heye demek berê ji Girtîgeha Amedê sirgunî  Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê kirin. Ayaz ji ber ku li girtîgehê nayê dermankirin her ku diçe nexweşiya wî girantir dibe. Dayika girtiyê nexweş Terezî Ayaz der barê zext û zordariyên li ser girtiyan tê meşandin de ji rojnameya me re axivî.

Di despêka axaftina xwe de dayik Ayaz, diyar kir ku 30 sal cezayê girtîgehê li kurê wê birîne û wiha got: “Lawê min 8 sal in li Girtîgehê Amedê ma. Ev 6 meh in lawê min birine Girtîgeha Kirşehîrê. Lawê min tevî 50 hevalên xwe di saetên êvarê de çavên wan girêdane û sirgûn kirine. Lawê min got ku gardiyanan wê êvarê amadekariya êrîşî ser wan bikin kiribûn. Li ser vê yekê girtiyan jî gotine ku heke êrîş bikin ew ê kawişan bişewitînin. Gardiyan paşde gav avêtin û êrîş nekirin.”

Çûna Kirşehîrê zehmet e

Ayaz, da zanîn ku ji ber kûrê wê birine cihekî dûr ew nikare biçe hevdîtinê û ev tişt got: “Girtîgeha Kirşehîrê pir dûr e. Wexta mirov diçe wir dibîne ku girtîgeh di nava qirêjiyê de ye. Xwarinê pir kêm didin wan û pê têr nabin. Ji ber her tişt li qantîna girtîgehê buhaye nikarin ji qantînê tiştan bistînin. Lawê min nexweşe ez dixwazin her hefte biçin hevdîtinê. Lê derfeta min tune ez biçim. Lawekî min 18 salî ye û astengdar e. Ne karim wî tenê bihêlim ne jî karim bi xwe re bibim. Şeş meh in birene Kirşehîrê tenê carekê ez, keça xwe û lawê xwe bi hev re çûn hevdîtinê. Bi her awayî çûna wir ji min re zor û zahmet e.”

‘Dermanan li gorî xwe didinê’

Di axaftina xwe de Ayaz, bi li lêv kir ku lawê wê 8 sal in di girtîgehê de ye  û wiha pêde çû: “Nexweşiya helandina hestiyan, astimê heye. Ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe bêhntengî pê re çêdibe û kîloyên wî kêm dibe. Dema li vir bû derman bi kar dianî. Lê niha dermanê ku bi kar tîne êşa wî kêm nabe. Lawê min nexweşiya xwe ji wan re dibêje jî tahlîlê wî nakin, dermanan li gorî xwe didinê. Her diçe rewşa wî ne baş dibe. Ji derdê wî xewa min nayê. 18 salî ket zindanê ji min re wisa tê ku lawê min niha 50 salî ye.”

Ayaz, anî ziman ku dema kurê wan ji Girtîgeha Amedê birine tu agahî nedan wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lawê min ji vir sirgûnî Kirşehîrê kirin tu agahî nedan me. Me telefonî girtîgehê kir agahî nedan me. Em li Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan geriyan, wan jî berê me dan Girtîgeha Kirşehîrê, gotin ku li wir bigerin û ji wan bipirsin. Ez çend car li Girtîgeha Kirşehîrê geriyam jî gotin em nizanin li ku derê ye. Deh roj di ser sirgûnkirina wî de derbas bû ew bi telefonê li me geriya. Em wisa hînbûn ku wî sirgûn kirine. Di van deh rojên ku me agahî ji kurê xwe negirt bi zehmetî derbas bûn. Xew neket çavên me û em di meraqa wî de bûn.”

Di odeyeke piçûk de dimînin

Ayaz, anî ziman ku lawê wê dibêje ku li vir pir tahdê li wan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di odeyeke biçûk de sê kes dimînin. Tiştek ji destê me nayê. Ez dixwazim malbat û gel dev ji girtiya bernedin, li wan xwedî derkevin. Dema piştgirî li derve hebe girtî jî bêtir li ber xwe didin. Girtî ji bo gel xwe avêt vî agirî, divê xwedî li wan bê derketin. Ez dixwazim gelê kurd li hev xwedî derkevin. Biçin cem girtiyên xwe ku bêhna girtiyan jî derê. Lawê min ji min re dibêje ez hêza xwe ji te digirim. Gelo ez ê bibînim ku wê lawê min were berdan û em dîsa wekî berê bi hev re bigerin. Ku lawê min bernedin jî ez dixwazim wî bînin van bajarê nêz ku ez karibim her hefte biçim hevdîtinê. Ez dixwazim gel li me, lawê min û kesên wekî lawê min girtîne xwedî derkevin.”