2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sebahat Tuncel: We hovên DAIŞ’ê parast me jî gelê Kobanê parast

Danişîna 27’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin

Ji ber çalakiyên li gelek bajarên Tirkiyeyê bi taybetî li Kurdistanê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin, doz hatibû vekirin. Rûniştina doza Kobanê ya 27’emîn a ku der barê hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedaran de hatibû vekirin, dest pê kir.

Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Sabahat Tuncel  jî di nav de gelek girtî û Emîne Ayna, beşdarî danişîna li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û siyasetmedar Gulten Kişanak ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê li ser Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter û welatiyan doz temaşe kirin.

Di danişînê piştî belgeyên di dosyayê de hatin xwendin bi tesbîta nasnameyê dest pê kir de. Pişt re heyeta dadgehê daxwazên di navbera danişînan de nirxand û ji bo serlêdana parêzerê siyasetmedar Ahmet Turk û Gulser Yildirim daxwaza demê qebûl kir. Ayşe Yagci ya ku ewil di danişînê de mafê axaftinê girt, der barê belgeyên di dosyayê de hatine nivîsandin axivî. Ayşe Yagci, anî ziman ku gelek belge negihîştin destê wê her wiha beriya niha jî der barê van belgeyên ku li salona dadgehê hatin xwendin de hat darizandin û rûniştin bi dawî bû, ji ber vê yekê wate neda çima van belgeyan di dosyayê de cih girtine. Ayşe Yagci da zanîn ku heta niha bi heman îdiayan 4 lêpirsîn li dijî wê hatine vekirin.

‘Me gelê Kobanê parast’

Piştre Sebahat Tuncel axivî, dozê weke “Doza pêşîgirtina li tevgera Kurd û komployê” nirxand û got: “Hun heqîqetê vedişêrin. Hûn û dewlet rastiyê vedişêrin. Em jî vê heqîqetê eşkere dikin. Ev jî karê me ye. Hûn van hovên DAIŞ’ê diparêzin. Em gelê Kobanê diparêzin.” Di vê demê de serokê dadgehê axaftina Sebahat Tuncel birî û xwest ku der barê belgeyên di dosyayê de cih digrin de biaxive. Sebahat Tuncel, anî ziman ku mijar di heman demê de bi belgeyan re girêdayî ye û got: “Ma ne ji ber ku me gelê Kobanê yê li dijî DAIŞ’ê şer dike parast û piştgirî da niha em li vê derê ne?”

‘Cîhanê têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê pîroz kir’

Sebahat Tuncel, bal kişand ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û diyar kir ku bi têkoşîna YPG’ê û hêzên din ên Kurd DAIŞ hat şikandin û têkoşîna Kurdan ji aliyê cîhanê ve li ser lingan hat pîrozkirin. Sebahat Tuncel wiha got:

“Hûn, ji ber ku me piştgiriya gelên li dijî van çeteyên hov ên ku mirov û jinan bi saxî dişewitînin, li ber xwe didin kir, me didarizînin. Ev jî şerma we ye. Gelê ku li ber qirkirinê parastin erka mirovahiyê ye. Ji we re erkek hatiye dayîn; Dixwazin ceza bikin û ji holê rakin. Hun li vir darizandinê nakin. Ji bo eşkerekirina rastiyê tu hewldana we nîn e. Dadgeha we tenê bi vê dozê re mijûl dibe. Hûn çi dikin? Hûn hewl didin Kurdan û dostên Kurdan sûcdar bikin. Ger ku hûn dixwazin heqîqetê eşkere bikin; çima hûn komkirina delîlan ku di berjewendiya me de ne red dikin? Hûn 7 cezayên girankirî yên muebetê dixwazin. Ma mafê me yê vê yekê nîn e qey? Yek daxwaza me qebûl bikin. We gelek şahid anîn, hemûyan derew kirin. Lê we ev daxwaza me qebûl nekir. Şahidan gotin, ez endamek bi kadro me. Vê yekê jî li ser notên Îmraliyê esas girtin. Me xwest ev not bên. Lê çima nayên?”

‘Em ê hevgirtina bi jin û gelan re bidomînin’

Sebahat Tuncel bal kişand ku dozger 5 hezar rûpelî nenivîsandiye û diyar kir ku xebera gelên Tirkiyeyê ji dosyayê nîn e. Sebahat Tuncel got: “Erdogan li qadan me dike hedef û civak jî me weke kesên divê bên îdamkirin dibîne. Ji ber ku rûreşiyek e. Tu delîl tune ye. Ew bi tevahî pûç e. Hûn tu darizandinê nakin. Hûn dixwazin karê ku hûn pê hatine peywirdarkirin pêk bînin. Hûn dixwazin me jî bikin hevkar. Lê em ne pezên qurbanê n.e” Sebahat Tuncel, anî ziman ku polîtîkaya AKP’ê gelên Tirkiyeyê tîne hemberî hev û got: “Tirkiye veguheriye welatekî mafyayê. Hûn hevgirtinê didarizînin, lê em ê li hemberî wan hevgirtina xwe bidomînin. Em ê hevgirtina jin û gelan mezin bikin.”

Aynur Aşan: Hûn dixwazin dozê dirêj bikin ne em

Piştî Sebahat Tuncel mafê axaftinê Siyasetmedar Aynur Aşan jî bi Kurdî axivî. Aynur Aşan fermana 74’an a li dijî Êzidiyan şermezar kir û bertek nîşanî gotinên heyeta dadgehê yên “derketina ji derveyî mijarê” da. Aşan, anî ziman ku mijarên qala wan kiriye bi dozê ve girêdayî ne û ji ber parastina jinên ku li Şengalê hatine qetilkirin, tên darizandin. Aynur Aşa, anî ziman ku nêrîn bi hincetên siyasî hatiye amadekirin û îfadeyên siyasî tê de hene û got: “Mînak ez bi bûyerên ku li Bedlîsê qewimîn têm sûcdarkirin. Dixwazim der barê van bûyeran de agahî û tesbîtên ji bo dosyayê bên şandin lê hûn naynin. Hûn dixwazin dozê dirêj bikin, ne em. Ji bo min cezayê muebetê yê giran tê xwestin lê der barê bûyerê û dozên ku di vî warî de tên vekirin de tiştek nizanim. Li gorî daxwazên AKP’ê tevnegerin.”

Ayla Akat Ata: Dewletê guh neda hişyariyên Abdullah Ocalan

Siyasetmedar Ayla Akat Ata diyar kir ku dosyaya dozê ne hiqûqî ye, tenê siyasî ye. Ayla Akat Ata, diyar kir ku di belgeya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji dosyayê re hatiye şandin de agahî hene ku li Girtîgeha Amedê flaş hatiye dîtin û bal kişand ku dîroka mijara gotinê sala 2016’an e lê belê nû li dosyayê hatiye zêdekirin. Ayla Akat Ata anî ziman ku di flaşê de der barê notên Îmraliyê de agahî hene û di van notan de jî gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Wan darbe çawa şîrove kirin? Fikrên wan ên sereke çi ne? Ma wan cewhera wê fêm kir? Xebera wan jê heye ku komployeke navneteweyî heye?” Ayla Akat Ata da xuyakirin, ku Abdullah Ocalan di van notan de rayedarên dewletê li hemberî darbeyê hişyar kiriye lê belê dewletê guh neda hişyariyan.

Danişîna dozê dê sibê berdewan bike.