3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdîn û Şirnexê 12 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdîn û navçeya Hezexê ya Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Artûklû û Kerboranê yên Mêrdînê û li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibehê di serdegirtinan de 12 kes hatin binçavkirin.

Li taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê di serdegirtinê de Ramazan, Agît û Heja Kalkan ên ji heman malbatê û Hîvîdar û Berîvan Taş hatin binçavkirin. Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artûklûyê hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku operasyona qirkirina siyasî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kesên hatin destgîrkirin wê bibin Amedê.

Li Kerboranê jî Merve Ogûz û kesekî navê wî nehate hînbûn hatin binçavkirin. Di vê navberê de li Mêrdînê 17 kesên ku doh hatin binçavkirin li Fermandariya Jendermeyan têne ragirtin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di serdegirtina malan de Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku hersê kes birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.