3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîrol: Tûra duyemîn dê bibe referandûm

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrolê ji bo tûra duyemîn a hilbijartin serokkomariyê pênaseya referandûmê kir û got: "Ji bo avakirin û diyarkirina siberoja xwe, divê em di 28'ê gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin."

Bi milyonan hilbijêr dê di 28’ê gulanê de ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê careke din biçin ser sindoqan. Li Stenbolê nêzî 10 milyon hilbijêr hene, partiyên siyasî xebatên xwe yên ji bo tûra duyemîn didomînin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê di wesfê referandûmê de ye û ji bo çûna ser sindoqan bang kir. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar agahiyên dere barê mijarê de ragihand.

Tûra duyemîn referandûm e

Bîrol ku ji bo tûra duyemîn got ku dê bibe hilbijartina ku derî li guherîn û veguherandinê bê vekirin û girîngiya hilbijartinê wiha anî ziman: “Di tûra yekemîn de hat dîtin ku piraniya civakê da der ku ew li teref guherînê ne. Di hilbijartina ewil de 25 milyon welatiyan diyar kirin ku divê serokkomar biguhere. Ji lew re gel dê di vê hilbijartinê pergalê pesend bikin. Lewma divê hemû welatiyên me hay ji vê hebin û biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin.”

Bîrol bal kişand ser rola HDP’ê ya di hilbijartinê de jî û wiha got: “Herî zêde em li hember vê pergalê li ber xwe didin û herî zêde me bedel daye. Lewma divê em du qatan zêdetir berprisiyariyê hilgirin û biçin ser sindoqan. Ger têkçûyînek çêbûbe, nexwe divê encamên wê jî bên hilberandin. Lewma em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku çi dibe bila bibe divê biçin ser sindoqan.”

Bîrol destnîşan kir ku ji bo tûra duyemîn xebateke mezin dane ber xwe û armanca wan li gel hilbijêrên ku di tûra ewil de çûne ser sindoqê hilbijêrên ku neçûne ser sindoqê jî bibin ser sindoqan. Bîrol ji bo ewlehiya hilbijartinê jî got ku ew û partiyên din di vî warî de bi hev re dixebitin.

Bang li hilbijêran kir

Bîrol anî ziman ku dê ev hilbijartin bibe hilbijartineke krîtîk û wiha bang li hilbijêran kir: “Çi dibe bila bibe divê em biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin. Dibe ku dilmayînên me û xeydanên me hebin û dibe ku gelek kes ji propagandayên cuda bandor girtibin lê divê her kes zanibe ku desthilat sirf ji bo em bikevin bandoreke neyînî wiha dike. Divê helwesta me ya hevpar ev be; deynê me ji bo hevalên me yên girtî, ji bo ciwanên siberoja wan nediyar û civaka kurd û elewî ya tê çewisandin heye. Yek ji riyên dayina vî deynî jî, çûna ser sindoqa ye. Ji bo avakirin û diyarkirina siberoja xwe, em di 28’ê gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.”