4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP’ê bi aboriya sedeqeyê gel weke parsekan dibîne

Aborînas Mûstafa Altintaş diyar kir ku AKP di encama 21 salan de xizantiyê weke amûrekê hilbijartinê bi kar tîne û wiha got: “AKP pesnê xwe bi pêşxistina aboriya sedeqeyê dide.”

Piştî krîza kûreyî ya sala 2001’ê AKP li Tirkiyeyê bû îktidar. Piştî 21 salên îktidarê, AKP’ê ji hêla aboriyê ve Tirkiye aniye ber têkçûnê. Aboriya Tirkiyeyê bi taybet jî di sala 2013’an bi “Pêvajoya çareseriyê” re pêş ket lê AKP vê paşguh dike û lêçûnên ji bo şer derketin 290 milyar lîreyan. AKP a ku bi aboriya şer re xizantiya li welêt roj bi roj zêdetir dike, kampanyaya hilbijartinê bi propagandaya “alîkariya civakî” dike. Lê sal bi sal ferqa di navbera xizan û dewlemendan de zêdetir kir.

Aborînas Prof. Dr. Mûstafa Altintaş têkildarî encamên neyînî yên polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê nirxand û çareserî pêşniyar kir. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Enes Beyaz dîtinên Mûstafa Altintaş wiha ragihandin.

‘Xizanî kûrtir kir’

Altintaş anî ziman ku heke Erdogan di hilbijartinê de bi ser keve dê polîtîkayên wî yên aboriyê yên heyî jî bên rewakirin û wiha got: “Dê hewl bidin van polîtîkayên aboriyê dîsa bifiroşin welatiyan. Ji ber ku di nava 21 salan de Tirkiye di mijara xizaniyê de derket lûtkeyê. Alîgirên AKP’ê bi 20 milyon xizanan serfiraz in. Heta pesnê xwe pê didin. Lê dema em li bernameya wê ya 2001’ê dinihêrin, dibêje ku dê li dijî qedexe û xizantiyê şer bike. Piştî 21 salan em hatin astekî wisa ku AKP pesnê xwe bi pêşxistina aboriya sedeqeyê dide. Xizantiya ku dixwest ji holê rake zêdetir kir û hem jî vê weke amûreke hilbijartinê bi kar tîne.”

‘AKP sedema bıhatıyê xwedê nîşan dide’

Bi domdarî Altintaş bi lêv kir ku îktidar alîkariyên civakî weke amûrekî hilbijartinê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Alîkariya civakî ya ji bo 20 milyon xizanan weke amûrekê serfiraziyê û serkeftinê pêşkeş dike. Bi rastî jî yên ji vê bawer dikin hene. Ji hêla zanistê ve tu teoriyan nas nake. Li gorî wan sedema vê bihatiyê jî Xwedê ye. Hinek berdevkên AKP’ê ji enflasyonê xwedê sûcdar dikin û yên ji vê bawer dikin jî hene. Di encamên hilbijartinên 14’ê gulanê de ev yek derdikeve holê. Girêdana bi AKP’ê re dê zêde bibe û zêde dibe. Ji bo pêşîlêgirtina vê muxalefet pir dereng ma. Ji bo ku van bikin rojev hewce nebû xwe li benda fiyetên pîvaz û kartolan bisekinin.”

‘Cehalet dengên AKP’ê zêde dike’

Altintaş, daxuyand ku bi zêdebûna cehaletê re dengên AKP’ê jî zêde dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku cehalet zêde dibe û xizantî zêdetir dibe, dengên AKP’ê jî zêdetir bûne. Lewma piştî hilbijartinê divê polîtîkaya nû zanistî be. Divê li şûna aboriya sedeqeyê, divê sepanên ku aboriya hilberînê derdixîne pêş bikevin meriyetê. AKP li meclisê partiya yekemîn e û heke bi serokkomartiyê re vê yekê xurt bikin, dê hemû erk dîsa bikevin destê wan û dev ji van polîtîkayan bernedin. Çareserkirina pirsgirêkên aboriyê bi guherîna aboriyê pêkan e. Divê muxalefet ji bo çareseriyê li dora namzetê xwe bicive û xwedî li her dengekî derkeve.”