18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Iraq û Îranê li ser parastina sînor li hev civiyan

Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand ku li gel hempîşeyê xwe yê Îranî li ser mijara parastin û ewlehiya sinorên navbera her du welatan de axivîne

Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal der barê hevdîtina li gel hempîşeyê xwe yê Îranî parvekirinek kiriye û wiha gotiye: “Doh bi şev li Bexdayê li gel hempîşeyê xwe yê Îranî, em li ser hewildanên ji bo parastin û ewlekariya sinorên navbera her du welatan de axivîn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di çend rojên borî de Qasim Erecî li gel şandeyek leşkerî serdana Hewlêrê kiribû. Li gel Wezîrê Karên Hindir ê Herêma Kurdistanê civiyabû. Di civînê de li ser ewlehî û parastina sinorên di navbera Iraq û Îranê de axivîbûn.