spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qirkirina spî ya li ser hunera kurdî

Kurd bi salan e hem bi qirkirina sor, hem jî bi qirkirina spî re rû bi rû mane. Piştî ku me roja cejna zimanê kurdî jî li paş xwe hişt, me bal da girîngiya zimanê kurdî û hişyarîya axaftina bi zimanê kurdî. Me ev yek ji bo hemû qadan anî ser ziman. Me dît ku dewlet konserên hunermendên me yên kurd hema li ser hev qedexe dike, wan binçav dike, dixe zindanan, lîstikên şanogerên me yên kurd qedexe dike.

Desthilata tirk hemû hêza xwe bi vî awayî li kurdan xerc dike. Çand, huner, û zimanê me bi her awayî li her qadê asteng dike. Di van çend hefteyên dawî de êdî vê yekê li hunermendên me dike. Dizane ku hebûna neteweyekê li ser van xalan birêve diçe, dizane ku bi vê qirkirinê dikare neteweyekê qir bike. Em kurd di asta îspatkirina hebûna xwe de bi eks û serhişk in. Şikir, helbet em bi serhişkiya xwe jî serbilind in. Ji ber ku em çar parçe û ji hev belawela ne me bi awayeke pergalî berhemên xwe nedane ser hev. Wekî din di nav kurdan de heta sedsala 20’emîn jî berhemên me bi piranî ne bi nivîskî bi devkî bûn. Berhemên bi devkî ji bo guhertinê gelekî guncav in, ji ber ku devkî ye jixwe din av gelê me de jî her herêm li gor xwe yan jî li gor ku bihîstiye û tê bîra wî/wê, wê berhemê tîne ser ziman( çîrok, kilam hwd). Îro ziman, çand û huner û gelek berhemên me ji alîyê dagirkeran ve hatine talankirin; ew kirine malê xwe yan jî bi hestên xwe yên faşîst û neteweyî ji bo li ser gelê xwe yê netewperest bandorê bihêle bikar aniye. Ev jî dîsa bi xerabî li kurdan vegeriya ye. Divê em kurd jî bi vê zanebûnê heta ji me bê ji bo hebûna xwe israr bikin.
Mafê tu kurdekî/ê nîn e ku xwe ji polîtîkbûnê dûr bixe, yekser hunermendên kurd nikarin xwe bidin ser doşeka rehet ya ku ji polîtîkayê dûr e.

Bi zimanê kurdî distire; êş, berxwedan, xweşî, şahî û evîniya gelê xwe di hunera xwe de dike amûr. Lê dema mijar bibe bûyereke civakî, neheqiyeke civakî jî divê sekneke radîkal nîşan bide. Wexta hunermenda/ê kurd li hemberî tundî û qedexekirina li ser hunera xwe israr bitêkoşe, wê demê dê gel jî bêtir li ba xwe bibîne. Faşîzm tenê li kurdbûna me dinêre, em çiqasî bixwazin xwe binixumînin jî heke bixwaze dîsa dikare te bigire û bikuje. Dê bi heman zihniyetê bê ser kurdên polîtîk û yên ne polîtîk jî. Bawer bikin tu faydeya tirsê tune ye, dagirker mirov bi tirsa mirov terbiye dike, bi wî aliyê mirov yê qels dilîze.
Îro pêdiviya me bi çand, huner û hunermendên me hene. Huner jî divê her û her azad be, ked û westa hemû gelan jî divê bi vê hişmendî û biryarê be.

Divê em kurd zimanê kurdî û hunera kurdî bigihînin hemû qadan, xwedî li çanda xwe derkevin, wekî din biafirînin û biafirîne. Wê demê em dê wekî kurd baştir bijîn.