30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

QSD: Di qezaya helîkopterê ya li Başûr de 9 şervanên me şehîd bûn

QSD'ê da xuyakirin ku dema endamên Yekîneyên Antîterorê diçûn Başûrê Kurdistanê, helîkoptera wan ji ber rewşa hewayî ya nebaş ketiye û di nav de fermandar Şervan Kobanê, 9 şervanên wan şehîd bûne

QSD’ê ragihand ku di 15’ê Adarê de dema ku şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê diçûn Başûrê Kurdistanê, helîkoptera wan ji ber rewşa hewayî ya nebaş ketiye û di nav de fermandar Şervan Kobanê, 9 şervanên wan şehîd bûne.

Di 15’ê Adarê de, di saetên şevê de li sînorê navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, helîkopterek leşkerî kete xwarê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, helîkopterên ku hêzên wan vediguhestin, ketine û 9 şervanên wan şehîd bûne.

‘Şervanên me di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de berê xwe dan Başûr’

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, yekîneyek ji yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên girêdayî hêzên me bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan, her wiha bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.”