3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê geş dibe

Li piraniya zanîngehên Îranê û dibistanên wê xwendekaran dest bi grevê kirine û nerazîbûn nîşanî rejîmê didin. Her wiha li bajarên rojhilatê Kurdistanê jî çalakî berdewam didomin.

Serhildanen ku piştî ku kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, duh di roja 48’an de berdewam kir. Bi taybet li Sine, Merîwan û Seqizê grev hebû, dikan û bazar girtî bûn. Li hinek taxên bajarên Sine, ciwanan bi pêxistina agir û çalakiyan li dijî hêzên rejîma Îranê derketin.

Li bajarê Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabat û gelek bajarên din ên Rojhilat bi pêşengiya jin û ciwanan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de bi pêxistina agir rê hatin girtin û ciwan û jinan bertek nîşanî rejîma Îranê da. Li Sine û Merîwanê xwendekarên bi awayên cuda nerazîbûn nîşan dan. Li bajarê Merîwanê hêzên rejîma Îranê ji bo çewisandinê bi ser Zanîngeha Peyamnur de girtin.

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehên Sîstan Beluçistan, Esfehan, Şîraz, Hurmuzgan, Reşt û yên gelek bajarên din çalakî kirin û grev kirin, neçûn holên nexwendinê. Li dibistanên Kerec, Efsehan, Tehran û Şîrazê jî xwendekaran çalakî kirin û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan. Her wiha şeva borî li hinek qadên Tehranê, Terwîz û Esfehanê çalakî hebûn û yek ji dirûşmeyên wan, “Jin, Jiyan, Azadî” bû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku 40 jê zarok in. Li gorî vê rêxistinê dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be. Li gorî malpera Herana ku girîngiyê dide şopandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, heta niha 277 xwepêşander hatine kuştin ku 48 jê zarok in.