spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha cotmehê de 34 jin hatine kuştin

Di meha cotmehê de li gorî daneyên KCDP’ê 34 jin ji hêla zilaman ve hatin kuştin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.

Tundiya li dijî jinan  a bi destê zilaman û polîtîkayên desthilatê berdewam dike. Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), daneyên xwe yên meha cotmehê yên tundiya li dijî jinan aşkera kir. Li gorî daneyan, di meha cotmehê de 34 jin hatin kuştin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. Di nava 10 mehên sala 2022’yan de jî 275 jin ji hêla zilaman ve hatin kuştin. Hejmara jinên di cotmeha îsal de hatine kuştin li gorî cotmeha sala borî ji sedî 88 zêdetir bûye.

Kujerên jinan

Li gorî daneyên platformê, ji jinên hatine qetilkirin 2 jê bi hincetên aboriyê, 11 jê dema xwestine hev berdin an jî dema zewac û têkilî red kirine hatine kuştin. Hinceta kuştina 21 jinan jî nehatiye tespîtkirin. Dîsa li gorî daneyên KCDP’ê yên meha cotmehê; ji 34 jinên di meha cotmehê de hatine qetilkirin 18 jê ji hêla zilamên bi wan re  zewicandî ve, 2 jê ji hêla zilamê ku bi wan re bûne ve, yek jê ji hêla zilamê ku di demên berê de pê re bûye ve, 2 jê ji hêla xizmên xwe ve, yek jê ji hêla birayê xwe ve, 6 jê ji hêla kesên ku nas dikirin ve û yek jî ji hêla kesê ku nas nedikir ve hatiye kuştin.

Nirxandina KCDP’ê

KCDP’ê, der barê kuştinên jinan de ev nirxandin kir: “Têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan a li Tirkiyeyê ev 12 sal in didome. Weke platformê ji sala 2010’an heta niha em daneyên cînayetan bi raya giştî re parve dikin. Lê belê Wezareta Karên Hundir li şûna ku aşkera bike bê ka çend jin bi kîjan sedemê, li ku û ji hêla kê ve hatine qetilkirin, daneyên cînayetan xelet parve dike û rastiyan berevajî dike. Pêşîlêgirtina cînayetên jinan û pêşniyarên ji bo çareseriyên mayînde, erka dewletê ye. Ji bo ku dewlet vê peywira xwe bi cih bîne û hemû mekanîzmayan têxe meriyetê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”