3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora girtiyên nexweş aşkera kirin

ÎHD, OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya têkildarî girtiyên nexweş aşkera kirin û gotin ku divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin û mercên li gorî rûmeta mirovan bên avakirin

Baroya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Rihayê raporek amade kirin. Rapor, li eywana konferansan a li avahiya xizmetê ya baroyê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel da zanîn ku wan li Girtîgehên Hejmar û Hejmar 2 yên Rihayê û li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê xebat meşandine. Oncel, wiha got: “Hejmara girtiyên li girtîgehan tên ragirtin bi ser kapasîteya girtîgehan re ye. Lewma gelek girtî li erdê radizên. Divê şert û mercên li gorî rûmeta mirovan li girtîgehan bên avakirin.”

Bi domdarî Oncel anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê 76 girtiyên nexweş ên rewşa giran û nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha pê de çû: “Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê jî ev hejmar 3 girtiyên nexweş hene. Hejmara girtiyên ku nexweşiyên wan kronîk in zêdetirî 200 kesan e. Dema em li daneyên rayedaran jî dinihêrin, fêm dikin ku hejmareke zêde ya girtiyên nexweş heye.”

‘Ji sedî 94 astengdar e’

Di berdewamê de Oncel got ku di çarçoveya raporê de bi 29 girtiyên nexweş re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Ji van 24 jê girtiyên nexweşiya wan giran bûn. Di hevdîtinan de hat fêmkirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ên girtî Emîn Guler, Huseyîn Arslan, Cafer Cengîz, Fevzî Arslan, Mehmet Durak Karak, Serdar Altaş, Şervan Muhammed, Mehmet Turkmenoglû, Yûsûf Yorulmaz, Mehmet Beşîr Dal, Îsmaîl Kaplan, Hasan Kiliç, Îsmaîl Hakki Tursun, Mehmet Akîl Karadaş, Fevzî Yavûz, Mûrat Kalkan, Îzzettîn Akil, Eyûp Kudîn, C.E., M.A.M., H.Î., H.P., B.D. û M.R. hene. Emîn Guler, ji sedî 94 astengdar e. Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.”

 ‘Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin’

Herî dawî jî Oncel wiha got: “Astengkirina tedawiya girtiyên nexweş, binpêkirina mewzûatên navxweyî û navneteweyî ye. Dema derfetên tedawiyê hatin astengkirin, ev yek rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedike. Ji bo avakirina mekanîzmayên venihêrînê yên serbixwe banga me ji bo rayedarên dewletê û Saziya Tipa Edlî (ATK) ew e ku li gorî etîka hiqûq û tipê biryaran bidin û di vê çarçoveyê de xebat bên destpêkirin. Her wiha ji bo binpêkirinên giran ên li dijî girtiyên nexweş, banga me ji Komîteya Pêşîlêgiretina Îşkenceyê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ew e ku bi berpirsyartiya xwe rabin.”