spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê Wanê dê 6 rojan bê av be! 

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê ji ber qutkirina avê bertek nîşanî rêveberiya qeyûm dan

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê ragihandibû ku dê li seranserî bajar, di navbera 14’ê tebaxê û 20’ê tebaxê de av were qutkirin. Bertekên li dijî vê daxuyaniyê berdewam in. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê li pêşiya Navenda Kargehan a Aydin Perîhan daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Sedema qutkirina avê ew e ku rêveberiya qeyûm nikare şaredariyê birêve bibe. Di serî de esnaf, beşeke mezin a bajar bi awayekî neyînî ji vê pirsgirêkê bibandor dibe. Peydakirina ava paqij, mafeke bingehîn ê mirovan e. Karê saziyên têkildar jî ew e ku vî mafî pêk bînin. Jixwe ji ber germahiya zêde pirsgirêkeke mezin heye. Lewma ev pirsgirêkeke mezin e. Her wiha binesaziya avdanê ya bajarê me bi têrî nake. Ev yek tê zanîn lê bi sala ye nayê çareserkirin. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser bi sedhezaran cotkar û sewalkaran dike. Çavkaniyên avê yên heyî jî li derveyî qadên çandiniyê, ji bo rantê tên bikaranîn. Ji ber vê jî mexdûriyeta heyî zêdetir dibe. Tu proje û planan jî pêş naxin. Ji bo van karan tu bûdçe nehat veqetandin. Di esasê xwe de bingeha temamiya van pirsgirêkan, rejîma qeyûm bi xwe ye.”

 ‘Çavkanî pêşkeşî alîgırên xwe kirin’

Avci, got ku armanca giştî ya qeyûm ew e ku çavkaniyên herêmî têxe bin kontrola xwe û wiha bi dawî kir: “Dema wiha dibe jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajar tu bûdçeyan venaqetînin. Heta ev rejîma qeyûm bidome jî dê wiha be. Rêveberiya VASKÎ’yê ya tayînkirî dev ji çareserkirina pirsgirêkan berda ye û bûdçeya xwe tevek ji bo alîgirên xwe vala kiriye. Bi cezayan dixwaze vê nelirêtiyê veşêre. Metrekupa avê ya ji bo malan bi 15.67 lîreyan didin û bi vê yekê re cezayê herî mezin didin. Yek ji bajarê herî zêde ava paqij lê heyî bajarê me ye lê yek ji 30 bajarên avê herî biha dikire ye. Di dema me de metrekûpa avê bi 2.75 lîreyan bû. Heta me ev jî biha didît û maliyeta wê ji bo projeya belavkirina avê xerc dikir. Lê qeyûm tayîn kirin. Ji wê rojê ve zem li ser zemê tê kirin. Li gelek taxan xelk hêj ji bîran avê derdixînin. Bi tenduristiya gel dilîzin. Ev pirsgirêk bi meha ye nayê çareserkirin û ser re jî dibêjin dê 6 rojan av were qutkirin.

Çêkirina xetên îzaleyê weke hincet tê nîşandan. Lê di xetên îzaleyê de tu pirsgirêk nîne. Heke xeta berê bê îzalekirin, wê demê çima 6 rojan av tê qutkirin? Her wiha DSÎ’yê li Taxa Şabaniyeyê depoyeke bi qasî 30 hezar metrekup çêkiriye lê çima heta nehatiye teslîmgirtin? Heke depo niha çalak bûya dê bajar bibandor nebûya. Her wiha ev birîna avê ne di demsalên bihar û zivistanê de lê di demsala herî germ de tê kirin. Ev yek nîşan dide ku di piştperdeya vê de tiştên cuda hene. Madem we av birî, wê demê heqê ava malbatên rewşa wan nebaş a 6 rojan bidin. Gelo ji bo vê çi amadekariyên we hene?”

Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê jî têkildarî qutkirina avê daxuyaniyek da û bertek nîşan da. Odeya Bijîşkan ji ber nexweşiyan gel hişyara kir.