spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora MGKP’ê ya 3 mehan: 18 rojnamegerên jin girtî ne

MKGP’ê rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a 3 mehan eşkere kir û got ku herî kêm 18 rojnamegerên jin girtî ne û dê tevî hemû zextan jî heqîqetê derxînin holê.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya sê mehên dawî (Çile, sibat, adar) ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin aşkera kir. Li eywana daxuyaniyê wêneyên rojnamegerên jin ên girtî û dovîzên “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike”, “Em li pey şopa heqîqetê ne” û “Wan serî netewand, me serî netewand, em ê serî netewînin” hatibûn daliqandin.

Endama MGKP’ê Salîha Aras di daxuyaniya ku rojnamegerên jin tev lê bûbûn de axivî û rapora xwe weke “Rapora şermê ya Tirkiyeyê” bi nav kir.

Piştre jî rapora bi kurdî rojnameger Dûrket Suren û ya bi tirkî jî rojnameger Meltem Încî xwend.

Rapora MKGP’ê wiha ye:

“Li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê ya ku roj bi roj kêmtir dibe, di sê mehên destpêkê ya 2023’yan de jî mixabin bi êrişên li ser rojnamegeran xwe dubare kir. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a sala 2022’yan, Tirkiye di mijara azadiya çapemenî û îfadeyê di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye û ev yek mixabin ji aliyê me rojnamegeran ve baş tê zanîn ku ev tenê daneyên fermî ne.

Dil dikin rojnamegerên jin dorpêç bikin

Hevkarên me ji ber ku jin in, muxalîf in, an jî bi taybetî ji ber nasnameya wan a rojnamegeriya kurd hê zêdetir rastî zextan tên. Tên astengkirin, rastî êrişan tên, tên hedefgirtin û tên girtin. Gelek caran weke 16 hevalên me yên di 16’ê hezîranê ya 2022’yan de li Amedê hatin girtin û îdianameyên wan piştî 10 mehan şûn de hat amadekirin, pêvajoya darazê vediguhere îşkenceyê.

Bê guman divê êrişên li dijî çapemeniyê ji zayendperestiyê serbixwe neyê dîtin. Desthilatdariya ku dijminatiyê li destkeftî û mafên jinan dike, di sê mehên destpêkê ya sala nû de jî em jin kirin hedef û li qadê xebatên me dijwartir kirin. Hem bi desteserkirina alavên me yên teknîkî hem jî bi pêvajoya darazê ya li ser me tê meşandin re dixwazin weke her qadê di qada çapemeniyê de jî jin bên dorpêçkirin.

Rêxistinbûn û hevgirtin

Em hem şahiden van êrişan û hem jî yên ku van êrişan bixwe dijîn li aliyekî xwedî li karê xwe derdikevin, li aliyê din jî ji bona ku jin hê bêtir bên dîtin têkoşîna xwe didomînin. Çawa ku em dizanin ev êriş ne yên pêşî ne, em di wê ferqê de ne ku dê ne yên dawî jî bin. Lê em dizanin; ya ku me li hemberî vê yekê biparêze û mezin bike rêxistinbûn û hevgirtina me ye.

Niha herî kêm 18 hevalên me girtî ne û li gorî rapora sê mehane ya ku em ê hûrgiliyên wê bidin, di mehên çile, sibat û adarê de herî kêm 33 hevalên me derketin pêşberî dadger û der barê 7 hevalên me de yên der heqa wan de lêpirsîn hatine vekirin jî hene. Dîsa 6 hevalên me hatin binçavkirin, 5 hevalên me li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rû bi rû man, kesek cezayê hucreyê girt, 12 kes rastî êrişê hatin. 2 rojnamegerên jin ji kar hatin derxistin, li 3 rojnamegeran jî cezayên cuda yên girtîgeh û cezayên pere hatin birîn. Di dema rojnamegerek hat girtin de înfaza rojnamegereke din a girtî mixabin hat şewitandin.

Her çend rapora me ya sê mehane ya çile, sibat û adarê giran xuya bike jî em dixwazin bibêjin ku hebûna me ya li qadan jî ew qasî bi hêz e. Û êriş çi qasî zêde bin jî em dubare dibêjin ku em li vir in û em ê her li vir bin.

Meha çileyê

Herî kêm 14 hevkarên me yên jin di encama dozên ku der barê wan de hatin vekirin de derketin pêşberî dadger. Der barê 2 hevalên me de lêpirsîn hatin vekirin, hevaleke me hat binçavkirin û 2 hevalên me jî li qadê rastî êrişan hatin. Hevaleke me ji kar hat derxistin û li 2 hevalên me jî bi giştî 4 sal û 10 rojan cezayê girtîgehê hate birîn.

Dîsa di vê mehê de hevalên me nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî jî di nav de 9 rojnamegerên di 25’ê cotmehê ya 2022’yan de hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatin girtin rastî îşkenceyê hatin û îşkence li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî berdewam kiriye û 5 rojnameger rastî êrişa lêgerîna tazî hatine.

Her wiha nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a ku ji ber ceza lê hatibû birîn di 25’ê cotmehê de hat binçavkirin û girtin û li Girtîgeha Jinan a Amedê ye.  Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derbkirin û cezayê hucreyê ya 3 rojan lê hate birîn.

Ji bo me di meha çileyê de tekane xebera xweş berdana rojnameger û derhênera belgefîlman Sîbel Tekînê bû ku di 17’ê berfanbarê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û girtin.

Dozên hatine dîtin: 14

Lêpirsînên hatin vekirin: 3

Binçavkirin: 1

Lêgerîna tazî: 5

Cezayê hucreyê: 1

Êriş: 2

Cezayê hatiye dayîn: 2

Avêtina ji kar: 1

Ceza: 4 sal û 10 ro: 1j

Yên hatin berdan: 1

Meha sibatê

Di 6’ê sibatê de ya ku em bi erdhejên navenda wê Mereş bû hejiyan, di meha sibatê de li qadan weke rojnameger em bûn hedefa êrişan. Di erdhejan de li gorî daneyên fermî herî kêm 50 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, lê li gorî rojnamegerên ku qadan dişopandin hejmar hê zêdetir in. Her wiha di sibatê de herî kêm 25 rojnamegeran di erdhejan de jiyana xwe ji dest da.

Di vê mehê de 10 rojnamegerên ku rastî êriş û astengiyan hatin de, 11 rojnameger derketin pêşberî dadger. Di roja erdhej çêbû de rojnamegerek hate girtin, der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin. Her wiha 2 rojnamegeran dema çalakî dişopandin hatin binçavkirin, rojnamegerek piştî gotinên xwe yên ‘ders ji erdhejê nehat derxistin’ ji karê xwe îstifa kir û rojnamegerek jî ji kar hat derxistin.

Girtin: 1

Dozên hatin lidarxistin: 11

Lêpirsînên hatine vekirin: 2

Binçavkirin: 2

Êriş û astengî: 10

Îstîfa: 1

Derxistina ji kar: 1

Meha adarê

Di meha adarê de ya ku ji aliyekî kavilên erdhejê dihatin rakirin û ji aliyê din ve jî çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adar û Newrozê çêbûn, 6 rojnameger derketin pêşberî dadger, der barê 2 rojnamegeran de doz hatin vekirin û 2 rojnameger hatin binçavkirin. Her wiha di meha adarê de 41 hezar û 666 TL cezayê pereyan li rojnamegerekê hate birîn.

Dozên hatin lidarxistin: 8

Dozên hatin vekirin: 2

Binçavkirin: 3

Ceza: 41 hezar û 666 TL

Lêpirsîn: 1

Şêwitandina înfazê: 1