3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora Şengalê: DAIŞ piştgiriya herî mezin ji Tirkiyeyê girt

Heyeta HDP’ê ku ji Berdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş û Huda Kaya pêk dihat, rapora der barê Mexmûr û Şengalê de bi civîna çapemeniyê li navenda partiyê aşkere kir.

Rapora HDP’ê wiha ye:  “DAIŞ herî zêde ji Tirkiyeyê piştgiriyê distîne. Bi destê DAIŞ’ê herî zêde destkeftiyên kurdan dikin hedef. Bi peymana di 9’ê Cotmehê re êrişên li ser Şengalê zêdetir bûn.

Em heyeta HDP’ê di 8-12’ê Sibatê de ji bo lêkolînê çûn Şengal û Kampa Mexmûrê ya ku ji aliyê dewleta Tirk hatibû bombekirin. Heyeta me ev tişt tespît kir, têkoşîna ku qaşo Tirkiye li hemberî DAIŞ’ê dike, dereweke mezin e û civaka navneteweyî li hemberî vê meseleyê ne baldar e. Mixabin DAIŞ herî zêde piştgiriyê ji Tirkiyeyê distîne û lojîstîkê peyda dike. Kesekî ku xwe wekî emîrê Tirkiyeyê dabû naskirin, diyar kiribû li gelek bajaran wan çek xistine binê erdê û baregehên wan ên nû Tirkiye ye.

Tê xwestin ku hemû destkeftiyên Kurdan ji aliyê vê rêxistina taşeron were tunekirin. DAIŞ a ku li Bakurê Sûriyeyê û Rojava rastî berxwedana gel hatibû û piştre têk çûbû, dîsa amadekariyên êrişan dike. DAIŞ’ê êrişî Girtîgeha Hesekê kir û 121 kesên ji Rojava jiyana xwe ji dest dan. Ev êriş li ber çavê hêzên navneteweyî, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê hatibû kirin. Di heman demê de di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî Şengalê qetlîameke mezin hatibû kirin. Herî kêm 7 hezar jin û zarokên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê hatibû firotin, bi hezaran Êzidî hatibûn kuştin û bi sed hezaran Êzidî jî ji axa xwe hatibûn koçberkirin. Di heman demê de li Şengalê gelek goristanên komî hene ku hê nehatine vekirin.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Erbîkê de bi piştgiriya NY, DYE û Tirkiyeyê Peymana Şengalê hate îmzekirin. Piştî vê peymanê zexta li ser gelê Şengalê û Êzidiyan zêdetir bû.

A niha li Şengalê 200 hezar kes dijîn. Hinek jê jî li kampên girêdayî PDK’ê yên di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de dijîn. Bi giştî 13 kamp hene. Li ser gelê Şengalê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dînî û çandî tê birêvebirin, ji ber vê malbat parçe bûne. Di serdana de ev tişt ji me re hate gotin ku li ser navê MÎT’ê telefonî gelê Şengalê tê kirin û sîxurtî tê ferzkirin.

Di saleke dawîn de gelek caran li ser Şengalê êrişên hewayî hatine kirin û di van êrişan de gelê sivîl tê qetilkirin. Li ser gelê Şengalê ji aliyekî ve gefa DAIŞ’ê heye û ji aliyê din ve jî Tirkiye Şengalê bomberdûmanê dike. Gelê Şengalê dixwaze ku divê drone û balefir li ser Şengalê negerin û di heman demê de hemû dewleta qirkirina Êzidiyan qebûl bikin.

MEXMÛR

Heyeta me çû kampa Mexmûrê jî ya ku di sala 93’an de gundên hatine şewitandin û neçar mane koç bikin. Ev kampa Mexmûrê di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye û di nava 27 salan de bûye qadeke ku mirov dikare lê bijî. Li kampê 13 hezar kes dijîn. Ji sala 2018’an ve gel nikare biçe bajarên di bin Rêveberiya Herêma Kurdistanê de. Gel nikare biçe nexweşxaneyan jî. Rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser Mexmûrê ambargoyê dike. Xwendekar ji sala 2018’an û vir ve ligel ku serkeftineke baş bi dest dixin jî nikarin biçin zanîngehan.

DAIŞ êrişî vê kampê dike û gel jî bi derfetên xwe dixwaze xwe biparêze. Di heman demê de Tirkiye jî ji hewayî êrişî vê kampa sivîl dike. Cihên ku Tirkiye dibêje ‘Me li benda terorîstan dane’ hemû cihê sivîlan e û gelê sivîl li wir dijîn. Gelê Mexmûrê jî dxwaze bomberdûman bi dawî bibe, ambargo û qedexeyên li ser xebat û gerê were rakirin û xwendekar karibin biçin zanîngehan.”