6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Li der beriyê edliyê dîrok tê nivîsandin

Emîne Şenyaşar 345 rojin li ber deriyê edliyê diroka edaletê dinivîse. Çalakiya malbata Şenyaşar bi piştgiriya rêxistin û saziyên civakî berdewam dike.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kiribû. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn kuştin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 345 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê derbasi deriyê Edliyeya Rihayê bûn. Malbatê di çalakiyê de pankarta ku wêneyên endamên malbatên yên hatine qetilkirin vekir.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir diyar kir ku li ber edliyeya Rihayê dîroka edaletê tê nivîsîn û tûrîstên ku dixwazin şahidiya dîrokê bikin, tên ber deriyê edliyeyê. Şenyaşar, anî ziman ku dê li ber zilmê serê xwe netewînin.