4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boltan: AKP û MHP dixwazin zarokên me li girtîgehan bimirin

Malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê di roja 93’yan de çalakiya “Nobeda Edaletê” berdewam dikin.  Malbatên din jî her roj tên piştgiriyê  didin malbatên girtiyên nexweş. Ji yek malbatên girtiyên nexweş malbata Ciwan Boltan e. Bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê dixwazin zaroken wan di girtîgehan de jiyana xwe dest bidin û wiha got: “Tiştên ku di girtîgehan de dibe ne tiştên ji rêzê ne. Helwesteke dijminatiyê li hemberî zarokên me pêk tê. Li derve çawa dijminatîya kurdan dikin, li girtîgehan jî dijminatiya zarokên me dikin. Lawê min li Girtîgeha Boluyê ye. Gelek nexweşiyên wî hene. Ev nexweşî bi raporan ji hatiye aşkerekirin. Li gel vê yekê jî tişta pewist nayê kirin. Desthilatdariya AKP û MHP dixwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe dest bidin. Ji ber vê yekê em nikarin banga xwe di malan de bikin. Em banga xwe ji raya giştî re dikin. Bi rêya çapemeniyê dikin.”

Îzmîr

Li Îzmirê jî malbatên girtiyên nexweş bi heman armancê çalakiya xwe li pêş Baroya Îzmirê di roja 4’an de berdewam kirin. Dayikên girtiyên nexweş li qada çalakiyê dowîza “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Piştî dayikan dest bi nobedê kirin, nûnerên komîsyona jinan a ÎHD’ê, nûnerên OHD’ê û rêveberên  HDP’ê yên navçeya Konakê hatin cihê çalakiyê û serdana dayikan kir.

Wan

Li Wanê jî bi heman armancê malbatên girtiyên nexweş çalakiya xwe ya li Baroya Wanê di roja 67’an de berdewam kirin. Îro Kazim Tîmûr ê kurê xwe yê 25 salî Botan Tîmûr ê li Girtigeha Tîpa F a Wanê 6 salin girtî ye, Zeynep Dayan a kurê wê Sinan Karel girtî ye çalakî berdewam  kirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun û rêveberen HDP’ê serdana malbatan kirin.