17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arê mezin her geş e

Welat Qoserî

Di dîrokê de her tim şev û roj li dijî hev in. Tarî û ronahî li dijî hev in. Serma û germahî li dijî hev in. Aştî û şer, başî û xerabî li dijî hev in. Lê bêyî hev jî nabin. Ku yek tune be, ya din jî nabe. Hev temam dikin. Ronî bi tariyê û tarî bi ronohiyê bi wate dibe.

Ne tarî bê ronahî heye, ne jî ronahî bê tarî heye. Lê di rastiyê de ya tariyê ava dike ronahî ye. Cihê ronahî lê hebe tarî nabe. Cihê ronahî lê hebe tarî nikare hebûna xwe berdewam bike. Cihê tîrêjên ronahiyê lê belav bibin, tarî radibe. Li cihekî kengî ronahî tefiya, dûr ket ango koç kir, wê demê tarî nû li wir serwer dibe. Kengî ronahî ji wê qadê dûr ket, tarî rûyê xwe nîşan dide û derdikeve ser dikê. Li qadekê ji bo tarî hebûna xwe berdewam bike naxwaze ronahî li wan deran belav bibe. Ji ber vê yekê tarî ji ronahiyê aciz e. Ji ronahiyê hez nake. Tarî her tim rastiyan vedişêre. Winda dike. Tune dike. Lê ronohî her tim dide xuyakirin. Derdixe der. Zelal dike. Bi wate dike. Aşkere dike. Azad dike û di teyisîne.

Di dîrokê de rastiya hêzên serdest wekî rastiya tariyê ye. Her tim ji bo hebûna xwe li ser civakê ferz bikin, xwestine perdeyekê bavêjin ser civakê. Xwestine bêfikir bihêlin, kerr û kor bikin. Rê li pêş tîrêjên ku civakê ronî dike girtine. Lê tîrêjên ronahiyê dikarin dîwaran jî kun bikin û derbas bibin. Di dîrokê de dîsa şer û aştî, xerabî û başî li dijî hev pêş ketine. Aştî bi şer bêtir bi wate dibe. Başî bi xerabiyê bêtir bi qîmet dibe. Hêzên ku di tariyê de hebûna xwe berdewam dikin her tim dixwazin şer geş bikin. Her tim dixwazin xerabiyê pêş bixin û kaos û aloziyê di nava civakê de pêş bixin. Îro dîrok vê yekê nîşanî me dide.

Di dîrokê de hêzên dixwazin hebûn û serweriya xwe li ser civakan ferz bikin, her tim fikrê ji civakê didizin. Her tim ronahiyê ji civakê didizin. Agir ji civakê didizin. Dixwazin civakê ditariyê de bihêlin. Bêfikr û bêaqil bihêlin. Di nêzî 400 salên dawî de tarî hewl dide ku serweriya xwe li ser hemû civakê ferz bike. Dixwaze hemû zanîn, aqil û ronahiyê ji destê civakê derxe û cîhanê di tariyê de bihêle. Ji bo karibe bi hêsanî mal û milkê cîhanê talan û wêran bike, ji bo karibe bi hêsanî hemû civakê bike kole û xizmetkarê xwe, hemû çirayên ronahiyê ditefîne.
Lê çîrûska ku 75 sal berê li axa Rihayê, li tenişta çemê Ferêt pê ket, êdî Rojhilata Navîn û cîhanê dîsa ronî dike.

75 sal berê çirûskek li Rihayê pê ket. Piştî demekê ew çirûsk ji Rihayê pekiya Enqereyê. Ew çirûsk bû arekî mezin û li Enqereyê geş bû. Ronahiya Arê Mezin hêza xwe ji xwendin, niqaş û fikirandinê girt. Her ku nakokî zêde bûn, ronahiya ji navbera nakokiyan bêtir geş bû. Bêtir wate da dualiyê. Bi pirsan bêtir taybetî û cewherê wan ronî kir. Ji nakokiyan riya rast ava kir. Arê Mezin ku ronahiya xwe li Enqereyê geş kir, agirê xwe avêt derdora xwe û gurzekî şemalan ava kir. Ew gurzê şemalan herikîn Kurdistanê û li Dîlok, Riha, Amed, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xarpêt, Agirî belav kir. Her şemalek bû gurzekî şemalan û dora xwe ronî kirin. Ew gurzê şemalan ku her çû kijan bajarî pêtek agir li dû xwe hişt û belav bû. Li Dîlokê kesên ji ronahiyê ditirsiyan çirûskek tefandin. Lê piştî çirûskek tefiya Arê Mezin, 44 sal berê li Fîsê hemû çirûskên li dora xwe kom kir û hêza wan kir yek. Agirên xwe kirin yek û ronahiya xwe bêtir geş kirin. Her ku ronahî geş bû, tarî winda bû. Lê hêzên di tariyê de dijîn, ji ronahiyê tirsiyan û xwestin vê ronahiya geş bitefînin. Piştî ronahî geş bû, hêzên di nava tariyê de dijîn ketin nava liv û tevgerê. Ewil xwestin çirûsk û şemalên ronahiyê bigirin û bitefînin.

Piştî êrîşa li dijî ronahiya zêde bûn û xwestin çirûskên agir di nava çar dîwaran de bitefînin, Arê Mezin berê xwe da binxetê. Li binxetê agirê xwe geş kir û çûrûsk li dora xwe zêde kir. Her ku çirûsk zêde kir û geş kirin, berê wan dan gund û çiyayên Kurdistanê. Ew çirûskên agir çûn kijan gund û çiyayî ew der ronî kirin û geş kirin. Çûn kijan gund û çiyayî ew der bi rûh û zindî kirin. Ji çûrûskekê bi dehan çûrûsk zêde bûn. Pêtên agirê çirûskê li çar aliyê Kurdistanê geş bû û belav bû. Pêtên agirê hezaran çirûskan gihîştin hev û Kurdistan ronî kir. Çiqas ronî belav bû, civaka wir bêtir xwe dît û nas kir. Çiqas xwe nas kir bêtir xwe parast û li xwe xwedî derket. Çiqas li xwe xwedî derket, li dijî serdestiya tariyê serî hilda. Çirûskên ji agir bûn pêt û geş bû. Civakên Kurdistanê yên di tariyê de winda bûbûn gihiştin hev û rabûn ser piyan. Daketin qadan. Serî hildan û di Newrozan de bûn lehî û herikîn. Piştî Kurdistan ronî bû û geş bû, ne tenê hêzên tarî yên li Enqereyê, êdî hêzên navdewletî ku tarî hebûna wan e, êrîşî rohahiyê kirin. Bi salan li dijî çirûskên ji agir şer kirin û xwestin çirûskên agir bitefînin. Lê dîtin ku her çirûskekê ditefînin bi dehan çirûskên din geş dibin. Hem ji Arê Mezin hem ji nava civakê belav dibin.

Hêzên di tariyê de dijîn vê carê tev bûn yek û berê xwe dan Arê mezin. Lê ji ber ku nekarîbûn bitefînin ji Sûriyeyê derxistin û avêtin Girava Îmraliyê. Xwestin Agirê Mezin di Deryaya Marmarayê de bitefînin. Hêzên tarî ku ilm û zanistê wekî rêberê xwe dibînin, zagon û felsefeya xwezayê nas nekiribûn. Nizanibûn ku ax û av dibe yek ruh û can dide jiyanê. Xwestin Arê Mezin di tariya Girava Îmraliyê de binax bikin. Lê nizanîbûn ku toveke ku dikeve bin axê û digihîje avê di tariyê de li ronahiyê digere. Aj dide û aj/zîl xwe digihîne rohahiyê. Şax dide û geş dibe. Her şaxek dibe tîrêjek ronahî. Ev ronahî hêza xwe ji fikra felsefeya xwezayê digere. Hêza xwe ji zagona xwezayê digire. Her ku difikire ronî dibe. Her ku ronî dibe ronî dike. Agirê Mezin ku di Girava Îmraliyê de tecrîd kirin, ji bo tîrêjên ronahiya xwe belav neke û bêtir Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî neke, tecrîd kirine. Lê îro Arê Mezin hêza xwe ji çirûskên agir ku bûne Stêrk li ezman digire. Arê Mezin 23 sal in bênavber ronahiyê belav dike. Her çend keştî xera bibin û pêlên deryayê bilind bin jî ew ronahî her geş e. Ew ronahî her ronî dike.