28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rast e hemû zarokên kurd zarokên PKK’ê ne  

Serokkomarê tirk R. Tayyîp Erdogan du roj berê bi merasîmekê nîjadperestek Kemalîst ê parlementerê CHP’ê bû tev li partiye xwe kir. Di dema merasîmê de jibîr kiribû ku mîkrofon vekirîne. Di wê navberê de pirsa, “çend zarokên te hene?” ji nîjadperest ê Kemalîst kir û bersiva, “yek zarokê min heye” girt. Li ser vê hevokê, “wisa nabe, binêrin ên PKK’ê 5 heb, 10 heb 15 heban çê dikin” anî ziman. Gelek kesan jî an bi zanîn an jî nezanîn gotina, “endamên PKK’ê nazewicin” hewldan daxuyaniya Erdogan bê wate bikin. Li gorî van pirzanên ehmeq Erdogan nizane ku endamên PKK’ê nazewicin. Bêguman Erdogan vê yekê baş dizane. Tişta ji PKK’ê qest dike gelê kurd e.

Ji xwe di axaftina Erdogan de gotina rast û divê neyê rexnekirin jî ev e. Êdî tevahiya cîhanê dizane ku PKK gelê kurd e, gelê kurd jî PKK ye. Ev tenê pirzanên ehmeq û hevkarên nîjadperestiya tirk qebûl nakin. Ji ber ku hêza niha gelê kurd li ser piyan digire PKK ye. Hêza gelê kurd ji xweliya wê ji nûve afirandî, diparêze û pêşve dibe PKK ye. Erdogan vêya jî baş dizane. Tenê pirzanên ehmeq û hevkar vê rastiyê înkar dikin. Lê çi bikin bila bikin nikarin êdî gelê kurd ê bi rûmet û PKK’ê ji hev veqetînin. Rast e hemû zarokên kurd ên PKK’ê ne. Bila kes xemneke zarokên kurd dê PKK’ê û PKK jî dê zarokên kurd biparêze û mezin bike. Tirsa Erdogan jî ev e û ev tirsa wî dê tu carî pêsîra wî bernede.

Lê ji bilî vê rastiyê Erdogan behsa mijarek pir talûke dike. Nîşaneyên pir xeter ku divê her kurdek bi rojan, bi hefteyan û mehan li ser bifikire dide. Gotinên divê kurd yek saniyê jibîrnekin, dike. Çi ne ew? Bêguman tevkujî ye. Erdogan hebûna kurdan wekî tunebûna xwe dibîne. Ji bo hebûna xwe berdewam bike jî dixwaze kurdan tune bike. Ji bo vê zêdebûna zarokên kurd wekî talûkeyekê dibîne. Gelo dema rejîmek hebûna zarokên kurd wekî dijminê xwe bibîne, çi dike? Bêguman wî dijminî û wê talûkeyê ji holê radike. Ku em vê rastiyê li ber çavan bigirin gelek pêkanînên faşîzma tirk ên salên dawî de li hemberî kurdan dike jî, derdikevin holê. Ji bo vê her tiştî wekî çekek bi kar tîne.

Gotinên Erdogan wisa wekî gotin namînin. Hemû hêz û rayeya dewleta tirk di destê wî de ye. Ev gotin dibin zagon, rêzikname, plansazî û li hemberî zarokên kurd tên bikaranîn. Ev bernameyek îdeolojiya faşîzma tirk e. Sed sale li hemberî gelê kurd tê bikaranîn. Di asta herî jor a rayedarên tirk de tê nîqaşkirin û wekî plansazî derbasî jiyanê tê kirin. Divê kes xwe nexapîne ji bo nifûsa gelê kurd kêm bikin û gelê kurd mîna kole di bin destê xwe de bigirin hemû sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Em niha li çend pêkanînên li hemberî zarokên kurd tên bikaranîn binêrin;

Yek, mijara madeyên hişbir ên wekî eroîn, esrar, krîstal, metafetamîn û hwd. çekek li hemberî ciwan û zarokên kurd tê bikaranîn e. Temenê zarokên van madeyên hişbir bikartînin heta deh saliyê ketiye. Bêguman ev tiştek wisa bêyî destûra dewletê çê dibe nîne. Berovajî bi teşfîkê bi awayek plankirî pêk tê. Armanc jî kêmkirina nifûsa gelê kurd e. Dixwazin zarok û ciwanên kurd hemû bibin mûptela, wekî pirsgirêk bikevin pêsîra gelê xwe. Ciwan û zarokên bûne mûptelayê madeyên hişbir êdî nasname, malbat, civak û nirxên xwe yên neteweyî nafikir e. Dibe pirsgirêkek nirxên neteweyî û civakî têk dibe. Dewlet bi vê polîtîkayê hewl dide civaka kurd birizîne û hewceyê xwe bike.

Didu, fûhûş jî çekek din a li hemberî ciwan û zarokên kurd tê bikaranîn e. Di cihên di bin navê qursên Quranê de hatine vekirin, li ser zarok û ciwanên kurd fûhûş tê ferzkirin. Gelek mînakên vê derketin holê. Her wiha hemû saziyên dewleta tirk li Kurdistanê fûhûşê teşfîq dike. Bi destê kesên ji hêla dewletê ve hatine rêxistinkirin, cihên fûhûşê tên vekirin û şixûlandin. Bi hezaran malên rojane bi destûra dewleta tirk dixebitin. Heta di bin navê navendên qaşo bedewî û hew de fûhûş tê belavkirin. Ev jî wekî madeyên hişbir wekî çekekê li hemberî zarok û ciwanên kurd û girêdayî vê yekê civaka kurd tê bikaranîn. Dewlet hewl dide ku zarokên kurd dejenere bike û maneviyata wan tune bike. Bêşerm, bêheysiyet û bêrûmet bike.

Sisê, dizî û qûmar jî li dijî zarok û ciwanên kurd wekî çekek tê bikaranîn. Di salên dawiyê de di bin navê “îddîa” û lîstikên cur bi cur de cihên zarok û ciwanan hînî qûmarê tên kirin li Kurdistanê tên vekirin. Li gorî zagonan ev yek qedexe ye lê dewlet li Kurdistanê çavê xwe li van navendan digire. Hemû gilî û nerazîbûnên malbatan ji nedîtîve tên û mijarên der barê van rewşan de jî vedişêrin. Ev jî alavek kêmkirin û heta tunekirina nifûsa kurd e. Malbatên kurd bi riya fûhûş û qûmarê tên belavkirin. Zarokên li kuçeyan dimînin, dibin mûptelayê madeyên hişbir.

Çar, bi salane li Kurdistanê mijara kesîkirina kurdan wekî angaştekê tê vegotin. Bi gotinên Erdogan careke din derket holê ku gelê kurd di vê fikarê de mafdar in. Tedbîra vê yekê ji bo faşîzmê bêguman, “tunekirina van zarokan” e. Divê her kurdek ji niha pêve di vê mijarê de baldartir be. Gotina Erdogan ji bo faşîzma girêdayî wî talîmat e. Ku lêkolîn bê kirin bi îhtîmalek mezin pêkanînên dewletê yên bi vî awayî li gelek deverên Kurdistanê çêbûye. Bi kurtasî mafê tenduristiyê jî li hemberî kurdan wekî çekekê tê bikarîn.

Pênc, qetilkirina zarokên kurd jî bi armanca kêmkirina nifûsê tê kirin. Di salên dawiyê de her roj nûçeyên, “wesayîta zirxî ya dewleta tirk pê li zarokek kurd kir” derdikevin. Di nav çend salan de bi sedan zarokên kurd bi wesayîtên zirxî û şêwazên cur bi cur hatin qetilkirin. Der barê kujerekê de jî cezayek nehat dayîn. Ji ber ku qetilkirina zarok û ciwanên kurd wekî polîtîkayek dewletê tê meşandin. Kujer talîmat û plansaziya dewletê bikartînin. Bi hemû riyan û rêbazan hewl didin nifûsa kurdan kêm bikin.

Şeş, ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê, Girê Spî, Şengal û Mexmûrê bi riya şer zarok û ciwanên kurd hedef hatin girtin û hêj tên girtin. Faşîzma tirk hewl didin ku demografiya Kurdistanê biguherînin. Ji bo wê ji Ûgûr Kaymaz bigire heta Ceylan Onkol qetilkirina zarokên kurd bi awayek sîstematîk tê meşandin.

Divê ev gotina Erdogan bi gotina wî ya, “zarok be jî jin be jî dewleta me dê tişta pêwist bike” bê xwendin. Her wiha divê gotina Wezîrê Karên Hundir ê tirk S. Soylu jî neyê jibîrkirin. Soylu dema behsa lehengiyên xwe yên di çarçoveya qaşo, “têkoşîna bi terorê re” kêmbûna welîdan kurdan wekî serkeftin nîşan dabû. Gotibû di salên dawiyê de rêjeya welidîna malbatên kurd ji 8’an daketiye 5’an. Gotina Erdogan ne tenê fikra wî ye. Di mekanîzmayên dewletê de hatiye nîqaşkirin û plankirin. Ji bo wê polîtîkayek faşîzma tirk e.

Faşîzma tirk ji bo zarok û ciwanên kurd tune bike hemû rê û rêbazan bi kar tîne û dê bîne. Ji ber ku PKK’ê bi têkoşîna xwe ev pêvajo vala derxist, ewqas nefret ji PKK’ê dikin. Nahêle faşîzma tirk li gorî dilê xwe bi nifûsa kurd bilîze. Hişmendiya hebûn, nasname, çand, civak û netewbûnê dide gelê kurd. Ev yek hemû planên faşîzma tirk têk dibe. Ji niha pêve jî dê van planan têk bibe. Gelê kurd jî dê wekî hebûna xwe xwedî li PKK’ê derkeve. Ji ber ku gelê kurd dizane ji bilî têkoşîn, berxwedan û PKK’ê hêzek wan ê din tune ye. Ji wê serbilind e, bi wê bi rûmet e, bi wê li ser piyan dimîne, dibe xwedî nasname, çand û nirxên neteweyî. Tu hêz jî nikarin êdî vê yekê biguherin.

Lê kurdên PKK’ê ji xwe vê yekê dizanin. Kurdên heta niha di bin navê, “biratiya olî” de xwe xapandin divê li ser van gotinên Erdogan bifikirin. Divê êdî bibînin ku Erdogan û hemû rayedarên tirk bi îdeolojiya nîjadperestiya tirk mezin bûne. Ne wekî “biratiya olî” ne jî bi şêwazek din kurdan wekî xwe xwedî maf û wekhev qebûl nakin. Tu carî kurdan wekî hebûnek û neteweyek nas nakin. Ku îro êrîşî van kurdên ji nirxên xwe dûr ketîn, nakin, ew jî di saya PKK’ê de ye. Ji bo li hemberî PKK’ê wekî alavek bikar bînin, silav didin wan.

Komek kurdên hemû heysiyet, şeref û namûsa xwe; hebûn, nasname û axa xwe li hemberî berjewendiyên malbatî û madî pêşkêşî faşîzma tirk kirîn hene. Ev wekî parlementer, şaredar û rayedarên AKP-MHP û partiyên din ên dewleta tirk wezîfe dikin. Ev kes minafiq in. Tu carî li nasname û neteweya xwe venagerin. Di serî de xwîna zarokên kurd ên hatine qetilkirin û hemû gunehên zarokên bi fûhûş, madeyên hişbir û qûmarê ketine li stûyê wan. Divê gelê kurd vana her roj lanet bike. Van hevkaran û bênamûs û bêşerefan ji nav xwe veder bike û silav nede wan. Heta tobe dikin û dest ji hevkariya faşîzma tirk berdin.

Koma ku divê rastiya Erdogan û faşîzma tirk bibîne zêdetir kurdan bi rastî heta niha bi awayek samîmî ji “biratiya olî” bawer kirine. Divê bibînin ku hatine xapandin. Di bin bandora propaganda, dewer û durûtiya îslama polîtîk de man e. Pêwist e xwe ji vê propagandaya reş xilas bikin û rastiya Erdogan û faşîzma tirk bibînin. Demek berê divê li nasnameya xwe vegerin. Li gel birayên xwe cih bigirin û li dijî faşîzma tirk têbikoşin. Ev berpirsyariyek civakî, neteweyî, olî û însanî ye. Di heman demê de berpirsiyariya parastina zarokên kurd ji vê faşîzmê ye. Êdî kes nikare îdîa bike ku rastiya Erdogan û faşîzma tirk nehesiyaye.

Her kes pê hesiyaye. Ji niha pêve piştgiriya AKP û partiyên tirkan minafiqî ye, bênamûsî û bêşerefî ye. Piştî van gotinên Erdogan xwîna her zarokek kurd êdî dê li ser destê van kurdên alîgirên AKP’ê be jî. Destê PKK’ê û yê zarokên kurd jî dê li her du cihanan di qirika wan de be û hesabê bipirs e. Ji bo wê divê her kes aliyê xwe zelal bike.