13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nebêje tune

Metîn Yaşa

Biro Heskî Têlî gotibû: “çare heye begê min çare heye. Çare kuştina jin û zarokan e.” Ev gotin çiqas mirov aciz dike, ne wisa?

Wijdana mirov îtîraz dike mirov pê diêşe, lê rastiyek bû. Lewre neyar bi jin û zarokan gef li wan dixwarin. Jinên wan, zarokên wan digirt, li ber çavên wan tiştên nemayî dianîn serê zarok û jinên wan. Ji bo vê yekê jî Biro Heskî Têlî ev weke çare dîtibû. Lê ne tu çare bû. Çare helbet hebû û heye jî. Mirov divê di her qada jiyanê de xwe bihêz bike ya na wê jin, zarok û hemû nîrxên mirovan herin û bin pê bibin. Çimkî rêbaz bi qasî armancê girîng e. Jixwe neyar bi têra xwe dikuje tu jî rabî bikujî nabe. Tiştê ku nebe mirov nikare er ê bike. Lê wî nexwest bêrûmet jî bijî. Ji bo vê yekê wî bi rêzdarî bibîrtînim û gotina wî ya dawî: “Gilîdaxê bê xwedî nîn e.”

Hin kes di roja me de ji bo hilbijartinên pêş me vê dibêjin, vebijark nîne. Çima wisa dibêjin teqez sedemên xwe hene. Dibe ku ji rewşa heyî razî be. Dibe nezan be. Dibe ku gelekî zana be jî. Yan jî dibe ku çelaq be yan jî çilek be, welhasil kelam tiştek e. Belkî jî pir tişt e. Lê tê zanîn ku li ser rûyê erdê her tişt vebijarka xwe heye. Tu tiştek ne bê vebijark e. Her yek ji me di jiyana xwe de gelek mînakên xwe hene di vî warî de. Nexwe rewş wisa ye, fermo de werin em bi hev re li ser rewşa heyî bisekinin.

Kesên ku dibêjin vebijark nîne çima û ji ber çi wisa dibêjin. Yek ji rewşa heyî ya îşkencekar zewq distîne. Heta dibe ku îşkence jî dike. Xuyaye ku heq, hiqûq jê re lazim nîne û hewceyiya xwe bi edaletê tune. Dijmirovî jê re ne xem e. Bi milyonan însan birçîne û nikarin tasek av, gepek nan bibin malên xwe jê re ne xem e. Heta li pêşberî wan disekine dixwe, vedixwe û hileboqê dike. Bêsûc û guneh mirov têne kuştin qet xwe ji cihê xwe nalebitîne. Wekî tiralê Bexdayê ye, ser û binê wî yek e. Hingî xwariye, vexwariye weke heba nokê lê hatiye, gilor bûye li ser kendalek an jî zinarek gêr bibe tiştê ku xwarî, vexwarî wê hemû di dev û pozê wî re were. Wekî pêşiyê me gotine tiştinê ku di devê mirov de derkeve pîs dibe.

Ji rewşa heyî weke ku qet razî nebe xwe nîşan dide. Der barê hevkariya AKP û MHP’ê ya li ser tunekirina kurdan û hwd. dibê û dibê. Xwe wek zanyarek siyasetê dibîne. Çêran dide û bi zimanê baviksalarî diaxive. Yanî bêkêmasî mêr e. Her roj jin têne kuştin ew jî van kuştinan weke çarenûsê dibîne. Dema li jinan dinêre bi guman dinêre, dibêje teqez tiştek tê de heye loma mêrê wê ew kuştiye. Tevî ku hay ji bûyerê nîne jî demildest li dijberê jinan bi hêsanî biryara xwe dide. Çimkî mêr e. Him jî di ser poza xwe ya bi lîçik re mêr e. Zarok sêwî dimînin, birçî û tazî dimînin, li ber destan dimînin, sêwî û perîşan dibin, tendurîstî û derûniya wan xerab dibe ne xem e ji bo zilamê me qalkirî. Ev mêr û zilam bêhna mirarî û zalimtiyê jê tê.

Tu li gotinên vî mêrî binêre, ji vê jinê re geh dibêje xwişka min, geh dibêje dayê yan jî dibêje evîna min. Rojek wisa dibêje bîst û çar saet di ser gotina wî re derbas nabe dikuje. Parçe parçe dike diavêje û li rêya xwe diçe.

Qaşo tê girtin û dikeve girtîgehê, bi qandî ku bêhna xwe bide ji girtîgehê derdikeve, ewqas. Çimkî mêr e yanî jî zilamê dewletê ye. Ji bo qaşo fikra xwe ji der û dora xwe re bide teyîsandin, di der heqê partiyên dîtir de jî wekî CHP, HDP’ê û hwd. Dibêje ma wê CHP ji pirsgirêkê heyîn re bibe bersiv û ew xwe bixwe dibersivîne bersivdayîna wî jî “na” ye. Wekî katjimêra xirabe, carinan rast nîşan dide. Dema ku dor tê ser HDP’ê gotina ewil heyran qurban dibê, şûn ve ji wê re jî bi zimanekî qilêr dibêje na. Kî ma? Ew û efendiyên xwe man! Dapîr û bapîrên me ji mêj ve gotibûn ker bi kerîtiya xwe carekê dikeve çamûrê. Lê vebijark heye 80’ê milyon e. Xwişk û biratiya gelan e. Heke bawer nakî û şahid dixwazî li pişt xwe bizivire, li rûpelên dîrokê binêre. Ev hilbijartin an wê zilamê zalim qezenc bike yan jî 80’ê milyon, bi gotineke dîtir însaniyet!..