spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya êrîşên li dijî Rojava

Rasatiya êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelekî cuda ye û ne wekî ku medyaya desthilatê nîşan dide. Wekî şerekî taybet li dijî gelê kurd dimeşîne.

Dewleta tirk û medyaya wê bi şev û roj propagandaya şerê taybet dikin û behsa imhakirin û tunekirina hedefên leşkerî dikin. Êrîşên xwe yên li dijî Rojava wekî êrîşên li dijî hedefên leşkerî yên ku gefeke mezin in ji bo Tirkiyeyê nîşan dide. Lê di rastiya xwe de di van êrîşên dawî ên dewleta tirk de çi hatine hedefgirtin û armanca wan êrîşan çi ye li ber çavan baş aşkera û zelal xuya dibe.

Di êrîşan de çi kirin armanc

Di 25’ê Kanûna 2023’yan de ji ber bombebarana dewleta tirk navenda oksîjenê ya li kêleka navenda şûştina gurçikan ya bajarê Qamişlo bi temamî ji xizmetê derket.

Yek ji deverên ku di êrîşên dewleta tirk de hatin bombekirin navenda oksîjenê ya li kêleka navenda şûştina gurçikan a bajarê Qamişloyê ye. Ew navend çi karî dike û gef û talukeyeke çawa li ewlekariyê dewleta tirk dike. Navenda şûştina gurçikan di sala 2021’an de hatiye vekirin, 6 makîneyên diyalîzê (şûştina gurçikan) dihewîne û xebatkarên tenduristiyê ji 24 kesan pêk tên. Vê navendê 70 nexweşên dayim ên gurçikan derman dikir û gelek nexweşên din jî pêşwazî dikir. Ji ber bombebaranê navend hilweşiya û ji xizmetê derket û  nexweşê bi navê Ehmed Ebdulrehman Xidir (65 salî) ku zêdetirî 2 salan li navenda diyalîzê ya bajarê Qamişlo dihat dermankirin, piştî ku navend ji xizmetê derket, jiyana xwe ji dest da.

Devereke din a ku armanca êrîşan bû stasyona navendî ya oksîjenê ya li kêleka navenda diyalîzê beriya 2 mehan hat vekirin û weke yekane stasyon li herêma Cezîrê ye. Bi dehan nexweşxaneyên taybet û giştî û gelek navendên tenduristiyê yên li herêmê oksîjenê jê peyda dikirin. Di encama êrîşan de, stasyon bi temamî rûxiya û hilweşiya.

Devereke din a ku ji bo dewleta tirk gefeke mezin bû û ew bombebaran kir çapxaneya Sîmav bû. Çapxaneya Sîmav, jî di 25’ê Kanûna 2023’yan de li bajarê Qamişlo ji aliyê artêşa tirk ve hate bombekirin. Çapxaneya Sîmav dawiya sala 2013’an li taxa El-Beşîriyê ya bajarê Qamişlo hatibû vekirin. Di sala 2017’an de, çapxane ji cihê xwe yê kevin derbasî cihê xwe ya nû ya ku hatî hedefgirtin bûbû. Ev çapxane pirtûk, defter, kovar û rojname çap dikirin. Her hefte 6 hezar rojname çap dikir. Bombebarana çapxaneyê bû sedema ziyaneke mezin a mirovî û madî. Di encamê de 10 xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Armanca êrîşan

Her bi dehan cihên din ên xizmetguzariyê û kargehên ku xizmeta gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikirin bûn hedefa van êrîşan di nav de cihên safîkirina sotemeniyê, kargeha Gazê, nexweşxane û gelek kargehên din ên ku xizmeta gel dikirin.

Armanca êrîşan ji kesên ku rewşê ji nêz ve dişopînin zelal û aşkere ye, ji xwe ji sala 2011’an de ji bo ku kurd li rojava nebin xwedî statu çi ji destê dewleta tirk hatiye kiriye. Çi bi riya komên çekdar ên radîkal be û çi bi destwerdanên ku bi destê artêşa xwe kirin. Armanc valakirina herêmê û guhertina demografîke û di dawiyê de armanc ew e ku kurd li wê derê nebin xwedî statu û kesên ku li wir mane jî derkevin û  herêmê vala bikin.