3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Almanya, Fransa û Îtalyayê diçin Ukraynayê

Di demekê de ku artêşa Rûsyayê gelek destkeftiyên mezin bidest xistine û gelek bajarên Ukraynayê kavil kiriye, li ser pêşinyara serokê Fransayê Emmanuel Macron serokê van welatên Ewropayê dê serdana Ukraynayê bikin.

Li gorî rojnameya Bild am Sonntag dê di nava vê mehê de Serokwezîrê Almanya Olaf Schulz, serokê Fransaytê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi serdana Ukraynayê bikin.

Macron der barê vê serdanê de wiha got: “Divê ev serdan bi xwe re hin tiştên kêrhatî û pratîk bîne ne tenê em biçin li wir çend wêneyan bikişînin û belav bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku serokê Ukraynayê Vlodomîr Zelenskî jî ji bo alîkariya Ukraynayê bangeke wiha li rayedarên Ewropayê û cîhanê kiribû û tê de wiha gotibû: “ Dema ji bo qayilkirina Rûsyayê ku vî şerî rawestîne derbas bûye, heke hûn bi aştiyê re bin alîkariya Ukraynayê bikin û heke hûn bi şer re bin xwe bidin aliyê Rûsyayê.”

Her wiha rayedarên leşkerî ên Ukraynayê gazinc ji Almanyayê kirin û got ku diviyabû alîkariya me bikin û çekên giran bidin me. Rayedarên Fransa û Îtalyayê jî soza çekên giran bi Ukraynayê re dabûn.

Li gorî çavdêrên siyasî peyama ji vê serdanê ew e ku ji Rûsyayê re bibêjin welatên Ewropayê li pişta Ukraynayê ne. Her wiha dixwazin bêjin ku Ewropayê amadeye navbênkariyê jî ji diyalog û çareseriyeke siyasî re bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê