3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Axayê tima

Li gundekî Farqînê axayê gelekî tima û xesîs hebû. Rojekê rêwiyek tê wî gundî û bere xwe dide mala axayê gund. Axa derdikeve devê derî û ji rêwî re dibêje; ‘Te xêr e, tu li çi digerî’.

Rêwî dibêje; ‘Ez mêvanê xwedê me û min xwe li mala te girtiye’. Axa maleke cîranê xwe nîşanî mêvan dide û jê re dibêje; ‘Biçe wê malê ew mirovekî gelekî merd û nanda ye’.

Mêvan berê xwe dide wê malê û xwediyê malê bi kêfxweşî wî pêşwazî dike û dawetî mala xwe dike. Xwediyê malê dibêje mêvan mêvanê xwedê ye, were keremke hundir. Em dirêj nekin xwediyê malê berxekî ji mêvanê xwe re serjê dike. Dibe dema şîvê axa tê riya xwe bi mala cîranê xwe dixe, cîranê axê dibêje; ‘ Êvarê tu jî were keremke me berxek ji mêvanê xwe re serjêkiriye’.

Axa dibêje; ‘Na tu sax bî cîran, ji ber mêvanek min jî heye ez nikarim werim’.

Axa dibêje de madem tu wiha dixwazî ez dilê te nahêlim ez û mêvanê xwe jî em ê werin şîvê li mala te bixwin. Axayê tima kesek mêvanê wî tune bû lê ji bo ku hevjîna xwe jî bi xwe re bibe wiha got: Axa destekî cilê mêran li hevjîna xwe dike, wê dixe dirûvê mêran û berê xwe didin mala cîranê xwe.

Piştî şîvê axa dixwaze pezê xwe derxîne şevînê, hevjîna wî jî ji bo tenê li malê nemîne ew jî li mala cîranê xwe dimîne. Dema razanê ciyê herdu mêvanan û yê xwediyê malê li odeyekê datînin.

Mêrikê merd û mêvanhez mirovekî gelekî henekçî bûye. Xwestiye hinekî henekan bi mêvanê xwe bike û dizane ku mêvanê din ne mêvan e, lê ew hevjîna axa ye.

Piştî ku ciyên xwe li odeya razanê rast dikin mêrik bi dengekî nizim ji hevjîna xwe re dibêje welehî gerek ez îşev di nava livînên mêvan de razêm. Dengê wî diçe herdu mêvanan.

Hevjîna axa ji tirsa, hema bi bazdan derdikeve derve diçe çolê, devera ku axa pezê xwe lê diçêrîne. Axa dibêje xêre tu vê şeve hatî çi, çi qewimî? Hevjîna axê dibêje; hal û meseleya cîranê me ev bû. Hevjîna axa wiha didomîne û dibêje: ‘Mala te û timaya te ne ava ji bo şîvekê te çi rezalet bi serê me anî’.

Xwediyê malê piştî ku hevjîna axa derket û çû êdî xwest dilê mêvanê xwe rihet bike. Dît ku firtefirta mêvan e û nikare di xew de here. Xwediyê malê ji nava livînan rabû hema di cih de mêvanê wî got ez di bextê te de me tu bi alî min de neyê. Xwediyê malê keniya û jê re got hal û meseleya axayê tima ev e û ew ne mêvana wî bû lê hevjîna wî bû.