28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî ne binpêkirina mafan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk li nava welat polîtîkayên faşîzmê, li derve jî polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Ev siyaseta dewleta tirk, ket rojeva Parlemena Ewropayê. Rapora Tirkiyeyê ya binpêkirinên mafan li Parlemena Ewropayê ya Strasbourgê hat qebûlkirin. Parlemena Ewropayê got, eger di demokrasiyê de pêşketin nebin, wê muzakere jî nebin.

Têkîliyên Tirkiyeyê û Yekitiya Ewropayê hefteya borî hate rojeva civîna Lijneya Giştî ya Parlemena Ewropayê. Raportorê Pêşketinê yê Yekitiya Ewropa û Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor di axaftina xwe de got: “Tirkiye rewşa jeopolîtîk ya Ewropayê ji xwe re dike firsend û bi vê firsendê polîtîkayeke êrîşkar dimeşîne. Lê Yekitiya Ewropayê wê êdî li dijî van binpêkirinên bingehîn ên azadiyê bêdeng nemîne.”

Nacho Sánchez Amor têkildarî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta tirk jî got:“Dewleta Tirkiyeyê, li Sûrî û Iraqê, di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Êrîşên ku Tirkiye pêk tîne diyar dike ku ne amadeye têkeve Yekitiya Ewropayê.”

Piştî van nirxandinan rapora Tirkiyeyê ya sala 2022‘yan dan ber dengdanê. Di rûniştina 622’yan de parlamenteran deng da. Di dengdanê de tespîtên ku di raporê de hatibûn diyarkirin hatin qebûlkirin. Bêguman dewleta tirk ya ku bi pêşxistina faşîzm û polîtîkayên şer de israr dike ne li benda encameke bi vî rengî bû. Dewleta tirk di van salên dawî de bi taybet piştî şerê li dijî DAIŞ’ê, rewşa xwe ya jeopolîtîk li dijî welatên Ewropa wek kozekî siyasî bi kar anî. Bi vê ve girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê li nava welat bi pêşxistina faşîzmê û li derveyî welat jî polîtîkayên şer hewl da ku vê siyaseta xwe bidomîne.

Di çerçoveya vê polîtîkaya qirêj de li nava welat mafên mirovan ên herî bingehîn hatin binpêkirin, di mijarên demokrasî, edalatê, maf û hiqûqê de jî paşketinên berbiçav tên dîtin. Rejîma ku xwe bi têgeha “yek dewlet, yek netew, yek al û yek milet” pênase dike ji gelek aliyan ve pêşî li neheqiyên mezin vekir. Di nava çend salên dawî de hêjmara feqiriyê li welat pir zêde bû û kesên alîgirên vê rejîma diktator bêpîvan dewlemend bûn.

Rejîma AKP-MHP’ê ya ku di nava welat de faşîzmê di asta herî bilind de dide jiyîn, li derveyî welat jî dest bi êrîşan kir. Êrîşên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, mudaxeleyên Lîbya û Qarabaxê pêla şerxwaziya dewleta faşîst geştir kir. Li Ukrayna bi destpêkirina şerê hêzên hegemon, dewleta tirk hewl da bi lîstikên Elîcengiz ji vê rewşê sûd werbigre. Tevî ku di vî şerî de bloka NATO’yê li dijî Rûsyayê piştgiriya Ukrayna kir û ji bo di şer de Rûsya lewaz bike gelek gavên cihêreng avêt lê dewleta tirk tekiliyên xwe yên bi Rûsyayê re qut nekir. Di vê mijarê de jî dualî lîst.

Bêhelwestiya NATO’yê ya li dijî van polîtîkayên şer û dualî ya dewleta tirk hişt ku rejîma Erdogan li dijî bloka NATO’yê jî serî hilde. Tevî ku her kes dizane rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyeyê dest nade ku li dijî polîtîkayên NATO’yê derkeve jî helwesta rejîma Erdogan di mijara endamtiya Fînlandiya û Swêdê de dengên na bikar anî.

Di bingeha vê vetoyê de jî dijberiya gelê kurd hebû. Dewleta tirk hewl dide ku endamtiya van herdû welatên Skandinavyayê li Ewropayê ji bo krîmînalîzekirina xebatên sazî û rêxistinên kurdan bi kar bîne. Bêguman ev helwesta faşîst a rejîma AKP-MHP’ê ji gelek aliyan ve tê xwendin. Lê divê em bizanibin ku di cîhana me ya îro de hemû tişt li gor berjewendiyan tê sazkirin. Lewma van zext û gefên dewleta tirk ên li dijî emdamtiya Fînlandiya û Swêdê wê di siyaseta Ewropa û NATO’yê de guhertineke çawa çêbike, hîn ne diyar e. Tişta diyar ew e ku ger di qada navneteweyî de guhertinek çênebe jî Erdogan hewl dide di nava welat de bi vê hemleyê xwe li ber dilê nijadperest û faşistan xweş bike. Divê bê zanîn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo li ser postê desthilatdariyê bimîne her tiştî dike. Di çarçoveya van kiryarên xwe yên qirêj de li derveyî welat siyaseteke demkî dide maşandin.

Di mijara kuştina rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Kaşikçi de Erdogan bû parêzvanê “mafên mirovan” û gotin nema ku ji rêvebiriya Siûdî re nekir. Lê piştî çend salan ji ber ku berjewendiya wî tê de hebû doza Kaşikçi bêyî ku bi dawî bibe hewaleyî Erebistana Siûdî kir. Bi kurtasî dewleta tirk a dagirker û rejîma wê ya faşîs siyaseta ku li derveyî welat dide meşandin bi tu awayî ne li gor berjewendiyên gelê Tirkiyeyê ye. Hemû hamleyên ku bi pêş dixe demkî ne û li gor berjewendiyên desthilatdariya AKP-MHP’ê ne. Bi vê siyaseta qirêj û faşîst dewleta tirk li şûna çareseriyê bi pêş bixe nakokiyan kûr dike.

Lewma ev siyaseta ku bi her awayî dûrî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan û ne li gorî azadiya civakê ne îro tên rexnekirin. Parlamentoya Ewropayê di civîna nirxandina rapora endamtiya Tirkiyeyê de biryar da ku bi vê siyasetê dewleta tirk ne amadeye ku bibe endamê Yekitiya Ewropayê. Bêguman ev biryar wê li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî bandoreke neyînî çêbike.