18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên girtîgeha Bakirkoyê nûçegihana MA’yê Dal di lêgerîna tazî re derbas kirin

Rayedarên Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, di lêgerîna tazî re derbas kirin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku di 23’yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hat binçavkirin, duh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.  Rayedarên Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di lêgerîna Dal de Dal tazî kirin û li ser wê lêgerîn kirin. Dal wê bi rêya parêzerên xwe giliyê rêveberiya girtîgehê bike.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê medya daxuyanî da û anî ziman ku ew vê helwesta li dijî Rûmeta mirovahiyê qelbûl nakin. DFG’ê anî ziman ku Nûçegîhana MA’yê Esra Solin Dal li Girrtîgeha Jinan a Bakirkoyê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û ew vê îşkenceya li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin û got: “Tu êrîş nikarin serê Çapemeniya Azad bitewînin. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê îşkenceya li girtîgehan bi raya giştî re parve bikin.”