10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer li Enqereyê civîyan: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê Mitînga Mezin a Parastinê pêk anî. Parêzerên di mîtîngê de kom bûn pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” rakirin.

Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) li pêşiya avahiyê TTB’ê Mitînga Parastinê ya Mezin pêk anî. Parêzer li pêş TTB’e kom bûn û heta Anitparka Enqereyê meşiyan. Parlamenterên DEM Partî, Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan gelek nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan tev li meşê bûn. Di meşê de dovîzên “Parastin nayê bêdengkirin”, “Ji bo edaletê parêzer, ji bo parêzeran edalet”, “Em parastinê diparêzin”, “Bila biryarên AYM’ê werin sepandin”, “Em Peymana Stenbolê diparêzin”, “Dawî li xespkirina rûxsata parezeran bînin” hilgirtin. Di meşê de wêneyên parêzerên hatine qetilkirin û girtin, hilgirtin.

 Li dijî tecrîdê bêdeng neminin

Di nava meşê de dowîzên herî balkêş ên derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehan û tecrîdê bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dovîzên “Deng bide girtîgehan”, “Ji parêzerên girtî re azadî”, “Tecrîd îşkence ye bêdeng nemîne”, “Parastin dê serî netewîne”, “Ji parêzerên girtî re azadî”, “Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye” hilgirtin.”

Mitîng bi xwendina danezana encama Komxebata Parêzerên Ciwan dest pê kir. Di danazanê de ser pirsgirêk û zehmetiyên pêkanîna peywirê yên parêzerên ciwan hate sekinîn.

Serokê TTB’ê Erînç Sagkan wiha got: “Di welatê me de cubeyên bê bişkok ên ku me dikin wekhev baş binêrin. Ev cube di baran, serma û têkoşînê de herî zêde di hêviyê de teşe girt. Ev cube dema ku baroyên me dihat perçekirin, pîşeya me bêqedr dihat hiştin de ji bo me, dema me mil bi mil têkoşîn daye meşandin bû perestgeh û banê me.”

Sagkan qala pirsgirêkên parêzeran kir û da zanîn kû bi qasî ku pirsgirêk mezin bin divê çareserî jî mezin bin. Sagkan got êdî desthilata vî welatî jî divê van pirsgirêkên welat bibînin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî Tahîr Elçî bi bîr anî û wiha got: “Di welatekî ku hiqûq tune tê hesibandin û mafên darizandinê adîlane neyê sepandine de girîngiya mafê parastinê nayê zanîn. Dê bi zextan, kuştinan û polîtîkayên çewisandinê yên aboriyê parêzer serê xwe netewînin. Ez heviya siberojên parastin nayê bêdengkirin dikim. Baş e ku parêzer hene, baş e ku hûn ê aştiyê, azadiyê, demokrasiyê diparêzin hene.” Piştî axafina Eren diruşman “Tahîr Elçî nemir e” hate berzkirin.